Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-03-06
Min û Seîd Aydogmuş hevdu dît. Li ser mesela xebata bi KÎPê ra me pir kir galgal. Hin tiştên bêmantix gotin. Berê got bira komîteyek çê bibe lê jimar û navên rêxistinan neyê eşkerekirin.
Min got, yanî tu dibêjî em bi wan ra bi dizî kar bikin, lê eşkere kar nekin.
Li ser vê got, wê demê bira komîte ji şexsan be, ne ji hêzan be. Endamên komîtê bira ne li ser navê hêzan, wek şexs di komîteyê da bin. Û bira ji KÎPê jî kes nekeve komîtê.
Heyder û Mahmût Kîper li dijî vê pêşniyara Seîd in. Me got heger di warê demokratîk da be dibê em bi KÎPê ra têkevin eynî komîtê, lê di warê siyasî da kar nekin.
XXX
1996-03-06
Piştî kar çûm paneleka li ser xerîban. Navê wê ”Dem nya
svenskarna”. Yanî swêdiyên nuh.
Kurdo Baksî moderatorê panelê bû. Kesên panêlîst bêyî Kurdo Baksî çar kes bûn.
Mijar kî swîdî ye, meriv çawa û kînga dibe swêdî?
Li gel ku hin kesên zana yên wek etnolog Åke Daun di panelê da peyivîn û fikrên xwe yên li ser vê meselê gotin jî, bi ya min dîsa mistewa entulektuelî ya panelê ne bilind bû. Ji teoriyê bêtir li ser neheqî û numûneyên ferdî peyivîn û di wê çarçewê da minaqaşe kirin. Ne Kurdo Baksî bûya panel mirî bû, Kurdo bi axaftin û henekên xwe panel hinekî geş kir.
XXX
1997-03-06
*Evdirehmanê(Xurşîd Mîrzengî) hevalê KUKê yê berê, nuha jî apocî ye,
telefonî min kir, numra telefona Mahmûd Al ji min xwest. Ew Mahmûd Al hevalên
hev ên kevn in, bi sedan KUKçî li vir hene, çima ji min xwest min fêm nekir.
Min digot belkî numra telefona Mahmûd li ba min heye, lê min bala xwe dayê tune
bû.
Gava telefon kir min nas nekir. Xwe da naskirin, got ez ji nivîsên te hez
dikim, di Armancê da tim dixwînim.
Got hetanî nuha min 6 roman nivîsîne, ya hefta jî di destê min da ye, li ber
qedandinê ye. Got, bi Ronahî ra romana xwe ya dawî ji min ra şandiye. Min got
wele kesî tu roman nedaye min.
Got ew ji Parîsê hatiye, ewê çend rojan li vir be, ewê dûra telefonî min bike
ji bo ku em bi hev ra fîncanek qahwe vexun. Min got ser çavê min.
*Lawikê me Rojen ev demeke pir nerehetiyan dike, pir bînteng e, li ciyê rehetiyê bi me da diqîre. Tiştan xera dike. Macûna diranan, şamponê dirjîne. Yanî problem e. Çar salî ye, miheqeq derdekî wî heye, belkî li zarokxanê problemek heye, nikane derdê xwe ji me ra bibêje. Di axaftinê da jî zêde ne serbest e. Dibê ez bi personalên zarokxaneyê ra bipeyivim.
XXX
1999-03-06
Bîst û çar kesan(Eyûb Alacabey, Salim Çelîker, Nedîm
Dagdevîren, Riza Polat, Vîldan Saîm Tanrikulu jî di nav de)li ser girtina
Abdullah Oclan bi navê ”beyana presê” belavokek belav kirine. Min beyan îro
dît.
Bi min fena beyaneka ne ji dil hat. Ji bo ku li hemberî bîr û raya giştî bêdeng
nemînin, wan jî teslîmkirina Abdullah Ocalan protesto kirine. Tu nemaye bibêjin
sûcdarê vê yekê Abdullah e. Min ev netîce ji beyanê derxist.
Di beyanê da tiştê baş, dibêjin dibê hûn bizanibin ku bi Ocalan ne PKK, ne jî mesela kurd naqede.
XXX
2017-03-06
Bersîva min îro da gazina Mazhar(Şemdîn Culemerg)
Spas ji bo mesajê Mazhar. Ji roja şer derketiye ez li dijî
şer im û dijbêjim ev şerekî birakujiyê ye.
Ez dibêjim gerek ev gelş ne bi şer û zorê, bi diyalogê, bi rêyeke aştiyane were
çareserkirin.
Ez di malpera xwe da cî nadim kes êrîşî kesî bike û hevûdu bi ”îxanetê” îtham
bikin.
Ez bawer dikim tu vê şêla min zanî û taqîb dikî. Lê belê ev yek nayê maneya
merivê bi zimanekî maqûl ji aliyê neheq ra nebêje tu neheq î.
Bi dîtina min PKK di mesela Şingalê da neheq e. Her kes piştgirî û qehremaniya
gerîla qebûl û teqdîr dike. Her kes pesnê wan dide.
Lê belê dibê ev yek di netîceyê da zorbatiyê bi xwe ra neyne, ji ber ku çûn
hawara Şingalê û îro jî jê dernekevin.
Ev ne şêleke rast û netewî ye, dibê meriv him çêyî û qehremaniya wan û him jî
vê neheqî û zorbatiya wan bibêje. Berî her tiştî Heşda Şaabî hêzeke şîe ya
Îraqê ye û YBŞ jî girêdayî wê ye.
Herdu jî meaşên xwe ji Bexdayê digrin. Û YBŞ dibêje ew naxwzin Şingal bi
Kurdistanê ve were girêdan, ew naxwazin pêşmerge werin Şingalê.
Qumandarê YBŞê Seyd Hesan vekirî dibê ji ber ku ew naxwazin bi Kurdistanê ve
werin girêdan lema di nabêna wan û pêşmergeyan da şer derketiye.
PKK li Şingalê bi vê siyasetê ra ye. Wek merivekî kurdpwerwer ne mimkûn e ez li
dijî vê siyasetê dernekevim.
Bi baweriya min dibê PKK bi rehetî ji Şingalê derkeve û nebe hevalê YBŞê. Dema
gaveke wiha bavêje her kesê wê teqdîr bike.
Lê israra di şer da, israra ez dernakevim şaş û ne ez tenê, dibê dost û hevalên
PKKê jî viya bibêjin.
Hêvî dikim şer dernekeve, herdu alî li hev bikin. Rêya rast û netewî ev e. Dibê
tu jî vê yekê ji hevalên PKKê ra bibêjî… Gelek silavên biratiyê… Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar