Mêrik muptelayê alkolê bû, pir vedixwar, serxweş dibû û xanima xwe aciz dikir. Dawiya dawî jinik ji serxweşbûna wî bêzar bû, jê ra got:
-Êdî bes e, dibê tu sond bixwî, tu yê careke din devê xwe bi
vê ziqûmê nekî.
Mêrik bala xwe dayê mesele cidî ye, ji mecbûrî sond xwar,
got ez hew vedixum.
Kêfa jinikê hat, got:
-Ez pir kêfxweş bûm, îro ji bo min cej ne/eydî ye.
Mêrik got:
-Şîrîna min, madem îro cej ne/eydî ye, ka were em bi qedehek
araq pîroz bikin !
Awans
Rojekê rojnamevanan ji xanima Wînston Churchîll pirsîne,
gotine:
-Çima mêrê te tim ji trêna xwe dimîne, tim hinekî dereng tê.
Xanimê gotiye:
-Mêrê min yekî sportmen e, ji bezê hez dike. Lema dixwaze
awansê, medê bide trênê, ji bo ku trên hereket bike.
Dizî
Pûlisan jinika ji dikanê dizî kiribû girtin, birin qereqolê.
Li qereqolê jinikê bênabên di ber xwe da dilûband, dinuhirand, digot:
-Xwezî nemiriba, xwezî nemiriba...
Vê yekê bala qumsêr kişand, got:
-Qey rahmetiyê mêrê te pir dewlemend bû ?
Jinikê got:
-Na ne dewlemend bû, çaxa sax bû wî ev kar dikir. Nuha ket
hustuyê
Pênc salên din
Jinikê bi rûgeşî ji mêrê xwe ra got:
-Şîrênê min, sibe 25 saliya zewaca me ye. Dibê em bi hawakî
pîroz bikin.
Mêrik got:
-Hinekî din sebir bike delala min, pênc salên din em
sî(30)saliya herbên xwe pîroz bikin baştir e...
Vagona dawî
Mêrik cara ewil(pêşî)bû li tirênê siwar dibû. Hevalê wî temî
lê kir, jê ra got:
-Tu li vagona dawî siwar nebî ha !
Mêrik bi meraq got:
-Çima ?
Hevalê wî got:
-Çimkî dema qezayek çê dibe herî pir vagona dawî zirarê
dibîne.
Mêrik hinekî fikirî, serê xwe xurand, dûra got:
-Ê madem bi viya zanin, wê demê çima vagona dawî bi tirênê
ve dikin ?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar