21 februari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -43-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-21

Îro roja dawî ya vî karê min e. Roja duçemiyê ezê dest bi karekî din ikim.
Ev çend sal in ez paqijiya vê daghemê(zarokxaneyê)dikim, hundur makîne dikim, paspas dikim, tuwaletan paqij dikim. Nîvkar e, debara min pê nabe, zarokxane nikane saetên min zêde bike. Lema min ji xwe ra karekî nuh dît.

Ezê li kal û pîran binêrim, xizmeta wan bikim, malên wan paqij bikim, ji wan ra xwarinên sivik çêkim, bi wan ra herim alvêrê bikim, herim bankê, postê û karên wisa bikim.

Karekî ne rehet lê mecbûr im. Karê ez kanibim bibînim ya karê paqijiyê ye, ya jî xebata li mitbaxên aşxane û dibistanan e. Çimkî ne tahsîla min heye, ne jî sinetekî min heye. Dimîne karên xizmetê.

Ya muhîm karê min dîtiye 8 saet e, meaşê min jî ewê zêde be. Navê karê min”hemsamarît” e, yanî alîkariya bi kal û pîran û bi kesên seqet ra.

Personalên zarokxaneyê qevdek gul dan min. Lê ya herî xweş û min jê pir hez kir diyariya zarokan bû. Zarokên herdu beşan, herdu qisman ji min ra albûmeke risman çêkiribûn. Her zarokekî ji min ra rismek çêkiribû û risim hemû kiribûn wek albûmekê. Gava zarokan albûm dan min, dilê min xera bû, ez kelogirî bûm.


XXX
1987-02-21

*Ez û diya zarokan çûn Rînkebyyê, me jê ra fîstanek kirî û ji wir jî em çûn mala Mamoste Nûjen. Birayê Mamoste jî li wir bû, ev cara pêşî bû min ew didît.

*Soranê ji Riya Azadî telefonî min kir, got hukûmet dixwaze gelek malan ji Dêrsimê bide barkirin. Li ser vê meselê em dixwazin bi hêzên kurd ra roja duşemiyê saet di 17.00a da li KOMKARê civînekê çêkin, em dixwazin hûn jî werin. Min got baş e, emê werin. Numra telefona Bawer Eser ji min xwest, min dayê.

*Min telefonî Heyder Diljen kir, ne li mal bû. Xanima wî Sebîheyê got, ”Ednan Tuysuz hatiye kuştin, ji bo serxweşiyê çûya mala Bişar."

XXX
1988-02-21
Komîteya Giştî û Komîteya Karger îro saet di 13.00a da li Federasyonê civiyan û programa xebatê ya ji bo 1988a hat hazirkirin. Keya Îzol bû serokê Federasyonê. Serokatiya Keya bi dilê me ye, me dixwest ew bibe srokê Federasyonê.

XXX
1997-02-21

Aslan Kaya û diya xwe îşev mîvanên me bûn. Gelek jimarên kovara "Bîlîm ve Sanat" li ba min hebûn, min gişk dan wî. Min got gelek kovar û rojnameyên tirkî li ba min hene, heger tu dixwaze gişan ji xwe ra bibe. Ez dixwazim ji tiştên tirkî xelas bibim. 
Got pir baş e, ezê gişan bibim. Min yek bi yek derxistin, nîşanî wî dan û xistin kîsikan. Li malê cî nemaye, qenekê ezê ji wan xelas bibim. Ji kêmaqiliya xwe min serwetek di van kitêb û kovarên tirkî daye. Nuha jî ez dixwazim ji wan xelas bibim.

XXX
1999-02-21

*Protestoyên kurdan li Kurdistanê û li Tirkiyê berdewam e. Li Ewrûpayê jî hewetinê, xelk her roj Tirkiyê protesto dike.

Ev tiştekî baş e, hêviya meriv xurt dike. Dewletên Ewrûpa jî hêdî hêdî dengê xwe bilind dikin, çimkî kurd huzûra wan jî direvînin.

Yilmaz(Selîm Bakac) got do daweta lawê Hemît Kiliçaslan bû, piştî meşê ew jî çûye dawetê. Ban min nekiribû.

Min got xwezî çend rojan texîr bikira. Lê nabêna wan û PKKê jî helbet pir xerab e, PKKê li wê herêmê gelek tiştên xerab kirin, însan kuştin. Lema jî lihevhatina hevalên Kukê û PKKê pir zahmet e.
Lê li alî din jiyan wiha ye, li alîkî şîn e, li alîkî şahî ye.

*Ez bi bavê xwe re peyivîm, got gelek bûyer çêdibin, milet nasekine. Medya tirk zêde qal nake, naxwazin protestoyên kurdan nîşan bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar