Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-04
Piştî kar wek hertim dîs açûm komelê, nivîsên Armancê ji Mihemedê Hekarî ra
xwend.
Bi şev Mûrad Ciwan telefonî min kir, me li helê hev pirsî. Di vê nabênê da min
jê pirsî, min got, di konferansê da di
heqê Yekîtiya Çep da çi biryar hat
girtin?
Got, ”Me biryar girt em jê dernekevin, tê da bimînin.” Ji konferansê jî memnûn
bû. Fena ku her tişt li gorî dilê wî bû. Tu gazin nekir.
XXX
1987-02-04
Bkar im, li kar digerim. Îro çûm Dahîra kar (Arbetsformedlingenê). Esas wexta min do bû lê min ji bîra kir herim. Mala wan ava be qebûl kirin. Sinet tune, tahsîl tune, ziman baş nizanim, lema jî dîtina kar zahmet e.
Min nivîsek ji bo Armancê hazir kiriye. Min nivîs bir Kurdistan Pressê. Nivîs li ser talûkeya êrîşa Tirkiyê ser Kerkûkê û Mûsilê ye. Çavên tirkan tim li Mûsil û Kerkûkê ye, roja fersendê bibînin ewê van herdu bajaran dagir bikin.
XXX
1988-02-04
Îro çûm ser tuxtor, min çavên xwe miayene kir. Tuxtor got çavê çepê baş bûye, lê çavê rastê baş emelîyat nebûye. Çavê rastê bi aliyê çep ve çûye, lema tiştan cot dibîne. Ji bo 12ê mehê wext da min. Got heger hetanî wê çaxê baş nebe, emê carek din emelîyat bikin.
Ez naçim kar, ne kanim bixwînim, ne jî binivîsînim. Ji berê pir xerabtir kirin.
XXX
1996-02-04
Vê mehê di kovareka emerîkî (New Seientist-91-01-06) da li ser zimanê zikmakî nivîseke pir enteresant derket. Min xebera li ser
nivîsê bi swêdî xwend û nivîs pir muhîm dît.
Min ji Ferat Cewerî ra got nivîseke pir balkêş e, here
kovarê bikire û nivîsê bide wergerandin.
Lê heta nuha jî nekirîye, dibêje ez
çûm kovarê bikirim lê qediyabû. Ez îro çûm Kunglîga Bîblîotekê, min nivîs kopye
kir.
XXX
1997-02-04
*Ez îro çûm Enstîtuya Kurdî ya Apociyan ba Mîrhem Yîgît. Dr. Sirac Bîlgîn, Firat
Cewerî, Amed Tîgrîs û kurdekî Xoresanî li wir bûn.
Ev cara pêşî bû min kurdekî ji Xoresanê didît. Kurmanciya wî pir baş bû, di
telefuza hin gotinan da wek kurdên Êrîvanê dipeyivî. Devoka wî wek ya kurdên
Konyayê û ya Berferatiyan bû. Hinekî dişibiya ya wan. Xort bû û yekî zana bû.
Merivekî kurdperwer bû. Kêfa min pir jê ra hat. Fena ez rastî birayekî xwe yê
wendabûyî werim.
Min him ji wî ra, him jî ji Mîrhem ra got dibê yek pê ra hevpeyvînekê bike,
dengê wî qeyd bike.
Min zanîbû kurd li Xoresanê hene, lê min qed kesekî ji wir nedîtibû. Min pê ra
pir sohbet kir.
*Elî Çîftçî telefonî min kir, got heger wexta te hebe ji me
ra du kitêbên Asrîd Lîndgren wergerîne.
Min got kitêban ji min ra bişîne ezê lê binêrim.
*Ez bi Hesenê Metê ra peyivîm, emê roja yekşemiyê saet di 13.00a da li bajêr hevdu
bibînin, bîstekê sohbet bikin. Ez ji Hesenê Metê û sohbeta wî hez dikim,
merivekî wek milyaketa ye, wek pembo nerm e. Merivekî zarşîrîn e, gotinên pir
entîke dike. Fikrê wî yê li ser însên û li ser bûyeran jî entîke ye, kêfa meriv
tîne. Em ji çendakî carê hevdu dibînin.
Pir xweş dest bi axaftinê dike, dibêje ”kek Zinar, de bi Xwedê…” û dom dike..
XXX
1999-02-04
-Medîa Tirkiyê pirr bêexlaqiyê dike, li hember kurdan dest
bi şerekî psîkolojîk yê gelkî mezin kiriye. Nivîsên Oktay Ekşî, Rauf Tamer û
Yavuz Donat yên îro gelkî xerab bûn. Di xwendina wan da min gelkî zahmetî kişand.
Min bersîva hersiyan jî da.
Lê merivê bersîva kîjanî bida û ya kîjanî nede. Meriv kezebreşî dibe, diteqe.
Min ji Yavuz Donat ra du nivîs şandin, yeka kin û dûra jî yeka dirêj.
Min îro birayê Yilmaz(Selîm Bakac), Cemal dît, ji min re hinekî qala
Diyarbekrê û Stenbolê kir. Digot li Diyarbekrê sê çar kes nikanin bi hev re
bimeşin, pûlis tên li wan dixin, wan pîs dikin. Bi kurtî digot li Diyarbekrê du
tişt pirr bala meriv dikşîne: feqîrî û zulm!
Digot li Stenbolê jî li hember kurdan teror û zulmeke
bêsînor heye û kurd û tirk bûne du gurûbên dujminên hev.
Li gor qal dikir, digot yekî tirk naçe dikana yekî kurd tiştekî nakire û yekî
kurd jî naçe dikana yê tirk.
Êrîşên dewlwtê û faşîstan kurd gelkî nêzî hev kirine, ji mecbûrî xwe didin ser
hev, alîkariya hev dikin.
-Försäkringskassanê îro ji min ra nameyek şandiye, gotiye di
sala 1997a da we 7000 kron alîkariya xênî zêde girtiye, divê hûn bi paşde
bidin. Dema xerab were li ser hev xerab tê. Pere jî tune. Hela ka ez mêze kim ezê çawa bikim? Qey ezê bi texsîda girê bidim.
XXX
2023-02-23
Sobneta min a bi Netîce Arslan xanimê ra
Netîce xanim, ez
şiroveyên/komentarên bi tirkî qebûl nakim. Twîtta Salih Ekîncî ya bi tirkî
rake, bi kurmancî ya jî zazakî binivîsîne. Ez tirkî qebûl nakim ! Bimîne di
xweşiyê da
Wey ser çavê min, ez jî kêfxweş bûm. Xalê te hevalekî minê
pir nêz e. Em bi malbatî bi ser hev da diherin û tên. Ez malabata wan gişan nas
dikim. Em dostên hev in. Xwe ji tirkî dûr xîne, tim bi kurmancî binivîsîne,
heta tu mecbûr nebe bi tirkî nenivîsîne û nepeyive. Bi zarokên xwe ra, bi
hevalên xwe ra bi kurmancî bipeyive. Kurdî li ber mirinê ye. Bimîne di xweşiyê
da.
Xanima delal, piştî vê sohbeta me, min bala xwe da profîla te. Bi agihiyên di profîla te da ez matmayî mam. Ez naxwazim dirêj bikim, bi te ra têkevim minaqaşeyê, lê bi baweriya min hevaltiya AKPê bi xanimeka xwarziya Salim û meriva Dr. Celadet nakeve, ji bo te ne xeteke serbilindiyê ku tu têxî profîla xwe. Xwe bi jineka filistînî ra miqayese bike. Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar