Xortekî kurdek li Helebê li parqekê li ser kursîyekê rûniştiye, kitêbekê dixwîne. Erebek ji wir derbas dibe, bala xwe dide kitêbê, fêm nake bi çi zimanî ye. Dibêje:
-Bira, ew çi ye tu dixwîne?
Xortê kurd dibêje:
-Giramera kurmancî ye. Ez kurdîya xwe baş dikim. Li Cinetê
ji bo ku bi horîyan ra bipeyivm ewê ji min ra lazim bibe.
Yê ereb dibêje:
-Ya tu herî cahnimê?
Xortê kurd dibêje:
-Ne problem e, ez bi erebî zanim.
Pirsa ne di cî da
Yekî feqîr di meha Remezanê da li quncikekî rûniştibû navroja xwe dixwar. Çend
kes ji wir dibuhirîn, gotin:
-Ma tu şerm nakî, tu rojiya xwe dixwî?
Yê feqîr got:
-Lawo dema ez bi rojan tî û birçî digerim kes ji mikn tiştekî napirse; min îro
loqek nan dît, hûn mîna gurên har êrîşî ser min dikin. Çima çaxa ez birçî me
hûn tiştekî nabêjin?
Ji bo şîr xera nebe
Mamoste ji Gewrê pirsî, got:
-Ji bo ku şîr xera nebe dibê em çi bikin?
Gewrê hinekî da hişê xwe, got:
-Ji bo ku şîr xera nebe, dibê em mangê nedoşin, di guhanê wê
da bihêlin. Li wir çiqasî bimîne jî xera nabe.
Pîrê mangak wê tenê hebû. Zivistanê dirêj ajot. Bû sar û
seqem, berfê venekir. Alifê pîrê qediya. Manga pîrê ji bêalifiyê ket dest, êdî nikanîbû ji erdê
rabûya.
Pîrê derket ber derê êxur, bi dilşewatî got:
-Xwedêyo, tu kane vî girê hember bi ka ke, pê manga min ji erdê rake, lê hema
tiştê berê nekiriye, tu nuha jî nake.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar