Min û xanimê ji karê hewşê û bexçe nuh pişta xwe rast kir.
Li mala me gelek bizrên sebze, hişnayî(pel û pincar) û çîçekan hebûye, haya me
jê tunebû. Em îro bêhemdî lê rast hatin.
Îra me mexzena xwe hinekî paqij dikir, me hin qirqafên ne lazim, cî li me teng
kirine avêtin.
Belkî ev 40 sal e min tûzik nexwariye. Heger hişin bê emê pê xenê bibin.
Lê hevala wê, bendik tuneye, bendik jî heba ewê baş ba.
Fena ku tûzik û bendik xwehên hev bin, çimkî navê herduyan tim bi hev rat ê gotin. Dibe ku li ba hev jî hişin tên…
Ev 8 roj in min kitêba xwe ”Stirîyên me” şandiye ji Înan Ergolu
ra. Min îro jê pirsî, got hîn nehatiye. Ez bawer nakim here bigîhê destê wî. Tirkiye
ne welatekî çete ye, garantiya tu tiştî tuneye.
Berê jî hatiye serê min. Ezê çend rojên din jî bipêm, heger negire, maneya xwe
kitêb çû.
Ez nikanim tqaîb jî bikim, çimkî min bi teahut(rekomend)neşandiye, bin wek
posta normal şand. Posta teahud ji bo kitêbeke 100 g. 25 euro heqê şandinêye. Yanî
ecêb buhaye. Lê xwezî min bi teahud şandiba, çû, min şaşî kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar