Hîmdarê mezhebê henîfî û alimê fiqihê yê bi nav û deng Ebû
Hanîfe, li ser dîn û fiqihê li mala xwe hin civîn çêdikirin.
Di civînan da milet pirsên li ser
dîn, huqûq, henîfîtî û sûnîtiyê jê dikirin û wî jî dîtinên xwe yên di van waran
da digot.
Yek hebû, bi mehan diçû li Ebû Hanîfe guhdarî dikir, lê tu carî devê xwe venedikir, tu
carî pirsek jê nedikir. Berî her kesî diçû rûdinişt, heta dawiyê li Ebû Henîfe guhdarî
dikir û diçû.
-Ev demeke dirêj e tu her roj beşdarî civînan dibî, lê tu
qet dengê xwe nakî, tu pirsekê napirsî. Ma tu tiştekî ku tu bipirsî ya jî meraq dikî tuneye gelo?
Mêrik got:
-Heye, çawa tuneye.
Ebû Henîfe got:
-Kerem bike, bipirse.
Mêrik got:
-Gelo gava dinya tarî bibe û roj neçe ava, ma dibê meriv nimêja muxrub kînga
bike? Ev yek di serê min da baş ne zelal e. Ez dixwazim viya fêr bibim.
Ebû Hanîfe mizicî, got:
-Min efû bike. Baş bûye ku heta nuha te tiştek nepirsiye. Çewtî
ji min da ye...
Hin kes hene devê xwe venekin, tim bêdeng bimînin gelkî baştir e. Ji xêrêra ye. Qenekê meriv
bi cehaleta wan nahese.
Hin kes jî hene gava devê xwe vedikin, heyhawar, meriv dibêje xwezî ev dev tu
carî venebûya, tim û daîm kilît bima.
Dema înternet û medyaya sosyal tunebû, her kes li mala xwe bû, haya kesî ji
jîrî û biaqiliya kesî tunebû.
Lê bêxwedîya cîhana dîgîtal dinya guhert, her tişt, bi deng û risim xist
qutyekê û da ber guh û çavê me. Êdî ne mimkûn e tu her roj pirs û gotinên berradayî nebînî.
Welhasil, carnan meriv dixwaze hin kes çelziman bin û hin kes jî kerr û lal
bin. Gava devê hin camêran vedibe tenê xerabî, nerindî û fêsadî ji devên wan
dibare…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar