Îro me qad û guzergeha xwe ya meşê hinekî dirêjtir û
berfirehtir kir.
Li mal ez û xanim hewqasî qala meşa xwe, tiştên em dibînin û serpêhatiyên xwe
dikin, dilê lawikê me Rojen jî bijiya me, got ezê jî îro bi we ra werim.
Kêfa
diya wî hat, çimkî ew dixwaze lawê wê pê ra bimeşe û têr bi serê lîwik da
bixwîne.
Xanim ji meşa bi min ra pir ne razî ye.
Erê xwedêgiravî em bi hev ra dimeşin, lê ji ber ku ew hêdî û ez jî zû dimeşim, ew tim li dû min e.
Lema jî em zêde sohbet nakin. Carnan lê disekinim, em bîstekê bi hev ra dimeşin, dîsa ez jê dûr dikevim.
Îro em bi hev ra 2 saet û 24 deqîqeyan, 10, 41 km di nava daristanê da meşiyan.
Dar ji berfê sipîboz bûbûn, meriv xwe di xewnekê da, li dinyayeke din his dikir. Xemla daran ya sipîboz aramiyek dida dilê meriv.
Xortê me çend rismên me jî girtin, lê hîn ji me ra neşandiye, gava şand ezê belav bikim.
Ev jî nivîsa li ser ger û seyrana me ya do ye:
Heta nuha min ji we ra tim bi nivîskî digot rojê ez çend km.
dimeşim.
Min nikanîbû sûretê Fîtnessê nîşan bida, ez çend km û çend
gavan meşiyame.
Wê rojê hevalekî meşa xwe bi sûret nîşan da, hûn rastiyê
dixwazin dilê min bijiyayê.
Min ji lawikê xwe yê biçûk ra got, law hela tu jî ji min ra
vê apê daxe, bira bavê te jî ji xelkê nemîne.
Mala camêr ava be, di nava deqîqeyekê da ji min ra çê kir û
nîşanî min da, got ” tu yê wiha, wiha bikî…”
Lê ev çend roj in min newêrî bû dest bidayê.
Vê êvarê ji min pirsî, got çer kir, te sûretê meşa xwe weşand?
Min got na.
Li ser vê, wî ji min ra kopî kir û got ezê çawa bikim. Vaye
ezê cara pêşî ye belav dikim.
Bira dost û heval jî bibînin tiştê ez dibêjim ne fort e, fermo, delîl û îspat…
Li gel ku berf bû, sar bû, dîsa jî em 8 km meşiyan. Heger xanimê
neda ser riya kin, me yê 10 km temam bikira...
Em dikin herin bimeşin, ezê bi du gotinên xweş xatir ji we
bixwazim. Piştî em hatin Xwedê kerîm e.
-Pere însên naguhere, tenê maskeyê însên dixîne.
-Edeb, tercumanê aqil e. Her kes bi qasî edeba xwe biaqil e,
bi qasî aqilê xwe bi şeref e, bi qasî şerefa xwe bi qîmet e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar