18 januari 2021

Hin kes çima hewqasî li dijî min in?

 Îbrahîm Halîl Baran, do bi min ra programek çê kir. Me sohbteke dirêj kir. 

Di pirsek xwe da got, berî programê, min ji kesên te nas dikin tu pirsî, min got Zinarê Xamo merivekî çito ye? Gişan gotin:

”Hahoo, yekî wek agir e, merivekî pir şerûd e…”

Gotinên wî nuha tam nayê bîra min, lê teqrîben tiştekî wiha got. Got, xelk dibêje tu merivekî pir sert, pir no yî, şerûd î, gelek kes te wiha dizanin...


Ez çiqasî bibêjim ev dîtin ne rast e, ez ne merivekî wiha me, binaka vê îdîayê tuneye jî netîcê naguhere, axir kesên di heqê min da wiha difikirin, min wek merivekî  ”şerûd” dibînin hene û ez bawer dikim pir in jî.

Ez vê yekê di rexne û şiroveyên li ser nivîsên xwe da dibînim, di bêdengiya li hemberî xwe da dibînim.

Di qada siyasî da ambargoyek li ser min heye, ez viya his dikim, dibînim, Her kes viya bi dengekî bilind nebêje jî, bêdengî jî şiklekî nehezkirinê û ambargoyê ye. Zinarê Xamo di nav partiyên siyasî da nayê hezkirin.
Ev eşkere ye.

Gelo bi rastî ez merivekî ”şerûd” im, cirnexweş im, zû radipelikim ser ruyê xelkê, zû dilê xelkê dihêlim, ya jî îdîa ”şerûdiya” min texmîneke şaş e, buhtan e?

Ez nizanim çima hin kes di heqê min da gihîştine vê qenaetê, lê miheqeq sebebekî wê heye, bêsebeb, ji kêfî di heqê min da însan nabin xwediyê vê dîtinê.

Wek şexs ez ne merivekî cirnexweş û şerûd im, ez ne merivekî pozbilind, qurre me.

Ez ne merivekî devbelaş im, di rexne û minaqaşeyan da gotinên çort, bêedeb ji xelkê ra, ji hêzên siyasî ra  nakim.

Di melaperên xwe da jî qed nahêlim kes ji şexsan ra, ji partiyan ra gotinên ne li rê bikin.

Merivekî qedirzan, wefadar û hevalê hevalê xwe me.

Li gorî îmkan û şertên xwe ev 45 sal in di nav xebateke siyasî da me û bi tarîx û secereya xwe ya siyasî, şexsî serbilind im.

Di tarîxa min da tiştekî ez ji ber şerm bikim tuneye.

Min kes nexapandiye, derew û bêbextî li kesî nekiriye.

Min xwe, karê xwe, fikrê xwe, statuya xwe harac û mazat nekiriye, nefirotîye dijmin ya jî hêzeke din.

Ez tu carî nebûme dost û dilxwazê neyar û dagirkerên welatê xwe, min tu carî pesnê dijminê xwe nedaye, ji bo berjewendiyên xwe, tu carî xwe sansor nekiriye, qelema xwe, fikrê xwe nefirotiye.

Li hemberî dijmin û dagirkerê welatê xwe hertim dobre û bêkomprîmîs bûme, min tu carî reng neguhertiye, ez nebûme bikalemûn û teqlebaz.

Heta ji destê min hatiye, madî, manewî, min alîkariya hêz û kesên welatparêz kiriye.

Di warê zimên da kê ji min çi alîkarî xwestibe, min tu carî negotiye na.

Di warê zimên da heta nuha min alîkariya bi sedan kesî kiriye, min keç û xort tim teşwîqî kurdî kirine.

Ev 41 sal in li dervayî welêt im, min di gelek dezgeh, kovar û rojnameyên kurdî da cî girtiye, berpirsiyarî kiriye û bi hezaran meqale nivîsîne, gelek tişt ji tirkî û swêdî tercumeyî kurmancî kirine.

Wek însan ez merivekî ne tembel im, bi disiplîn im û têra xwe jî berhemdar im. Tiştê kêfa min jê rat ê û ji destê min tê dikim…

Baş e, çima gelek însan dîsa jî ji min hez nakin, ji min aciz in û min ”şerûd” dibînin?

Sebebê vê yekê, esbabî mûcîbeya vê baweriyê çi ye?

Bi rastî ez baş nizanim, xwezî  min bizanîbûya. Lê kanim hin texmînan bikim.

Ez pir dinivîsîm û her kesî jî rexne dikim. Rast, ya jî çewt, fikrê xwe, baweriya xwe dibêjim. Evy ek gelek kesan nerehet û aciz dike.

Heta ji min ji kesî ra tê şelafiyê, durûtiyê nakim, merivekî dobre û rastgo me. Ev jî dibe sebebê ez gelek kesan nerehet û aciz dikim.

Girîngiyê pir didim kurdî û nivîsîna kurdî. Kesên bi tirkî dinivîsin, kesên li malên xwe tirkî dipeyivin, siyasetmedarên bi kurdî nizanin pir rexne dikim.

Ez zanim însan ji van rexneyên min pir nerehet dibin û di hundurê da ji min nefret dikin. Li ser vê meselê min ji xwe ra gelek dijmin çê kirine.

Mimkûn e di rexneyên xwe da carnan însana diêşînim. Lê gava pê dihesim, gava neheqî û şaşiyeke xwe dibînim qebûl dikim û xwe rexne dikim, kanim bikim.

Ez ne merivekî egosentrîsk im. Haya min ji nezanî û kêmasiyên min heye û ez viya jî venaşêrim, dibêjim. Pesnê kesên zana didim û wan didim ser serê xwe.

Kanim eynî merivî, eynî partiyê rexne jî bikim, teqdîr jî bikim. Gava tiştekî baş kir, teqdîr dikim, dibêjim baş e, gava şaşîyek kir, rexne dikim.

Lê kurd viya qebûl nakin, li ba kurdan her tişt reş û sipî ye, ya meriv dost e, ya ne dost e, dijmin e. Dost gerek tu carî kêmasiya meriv nebêje, tim pesin bide.

Yanî gava meriv şaşî û kêmasiya însanekî, hêzekê dibêje ji meriv ra nabêjin eferim, wele ta baş kir, aciz dibin, te wek neyarê xwe dibînin.

Ji sedemên pirbûna dilnexwazên min, dijminên min kane yek jî ev şêla min be, ji ber ku ez çavên xwe ji kêmasiyên wan ra, ji şaşiyên wan ra nagirim.

Bela sebeb negotine kumê rastgoyan tim qul e, merivê rastgo bi qasî dost û dilxwazên wî hene, dijminên wî jî pir in.
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE