Îro bûyereke pir xweş û balkêş hat serê min.
Saet ji donzda ra çarîk mabû ez û xanim ji bo meşê em ji mal derketin.
Bi derketina me ra berfeke hûr dest pê kir. Kêfa me hat, bedena me germ bû, ne
xema me bû.
Me riya xwe domand.
Em saetek û 40 deqeyî meşiyan. Nêta min hebû em hinekî din jî bimeşin, lê
xanimê got berf e, bes e, em herin mal.
Berfeke tam li gorî dilê min dibarî.
Zarok kêfxweş bûn, li ser girê Flottsbro, li vir û li wir
xweşûş dikirin . Ji bo ku îro şemî bû, kesên bi zarokên ra dilîstin, zarok dişemitandin pir bûn.
Em hinekî nêzî malê bûn, min telefona xwe ji bêrîka xwe derxist, dirêjî xanimê kir û jê ra got:
“Xanim, rismekî min bigre. !”
Wek her car, kir pinepin, got vê berfê ne wexta risme…
Min israr kir û telefon da desta, lê nizanîbû bigre, got ez pê lê dikim nabe…
Hîn em dipeyivîn, xortekî navsale, bi park, çuyek di bin çengan da ji me ve xericî. Min ban kirê, sekinî. Min telefon dirêj kirê û jê ra got:
-Tu kanî xêra xwe rismekî me bigre ?
Got:
-Helbet, ez bi kêfxweşî dixwazim, lê belê ez KOR im, çavê min nabîne.
Ez veciniqîm, min bala xwe da çavên wî, bi rastî jî xort kor e. Min dilşewatî got li qusûra min nenêre, min nizanîbû. Ji min ra got:
-Qusûra wê tuneye, ne problem e, heger tu alîkariya min bikî ezê kanibim bigrim.
Min got baş e. Min telefon da dest û tiliyawî da ser bişkoka telefonê ya risim digre. Min got vaye em li ber te sekinîne, nuha tu kanî rismê me bigrî.
Camêr wek fotografkêşekî profesîyonel got, çik û çik û çik, tam pênc(5) rismên me girt. Yanî ev risim yekî kor girtine.
Seqetên swêdî, korên swêdî tu carî xwe ji kesên ne seqet, ne kor kêmtir nabînin, dixwazin ew jî wek kesên saxlem, eynî karî bikin.
Çimkî malbat, civat wê baweriyê, wê fikrê dide wan, dibêje xwe ji kesî kêmtir nebînin, ew jî bi vê kulturê mezin dibin..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar