Ev demeke partiyên siyasî, HezKurd bi kampanîyekê bang kurdan dikin, dibêjin ”ziman şeref e, li şerefa xwe xwedî derkevin, dibê dê û bav zarokên xwe bişînin dersa zimanê kurdî.”
Gazî û hawareke baş e, di cî da ye, dibê meriv piştgiriyê bide vê bangê, vê daxwazê.Lê wek tê zanîn ev dersa kurdî ji sinifa 5a dest pê dike, yanî piştî zarok dibin 11-12 salî dest pê dike û ew jî heftê tenê du sae te.
Yanî bi vê dersê belkî çend hezar zarok fêrî elîbeya kurdî, xwendin û nivîsîna kurdî bibin, lê belê kurdî ji mirinê xelas nabe, dibê em xwe nexapînin.
Ez ne li dijî vê kampanîyê me, bira ev xebat were kirin, dibê kurd zarokên xwe bişînin dersa kurdî. Fêda wê heye, zirara wê tuneye.
Lê ev têrê nake, tiştekî ji viya muhîmtir heye, dibê em wê bikin, dibê partiyên kurdî, HezKurd wiya bikin.
Ew jî dibê em bi xwe kurdî bikin zimanê rojane, zimanê malê, zimanê bazarê, zimanê siyasetê, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Yên heta nuha bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin, dev ji tirkî berdin û zarokên xwe fêrî kurdî bikin.
Kesên ji kurdan ra dibêjin zarokên xwe bişînin dersên kurdî, dibê di eynî wextê da bibêjin bi zarokên xwe ra, di malên xwe da bi kurdî bipeyivin, kurdî bikin zimanê xwe yê jiyanê.
Heger kurd xwe neguherin, heger di malên xwe da bi kurdî nepeyivin, berdewamiyek di nifşên bi kurdî zanin da çê nebe, hefteyê bi 2 saet ders, kurdî ji mirinê xelas nabe.
Zarokê heta 11-12 salîya xwe bi tirkî mezin bûbe ji xwe asîmîle bûye, ew zarok heftê bi du saet dersa kurmancî, zazakî kurdî fêr nabe, çend gotinan fêr bibe jî nabe kesekî kurdîzan.
Lema jî dibê kurd zarokên xwe asîmîle nekin. Berê jî kurd diçûn dibistanan û kurdî jî nedixwendin. Lê dîsa jî wek îro asîmîle nedibûn, çimkî li malê bi dê û bavên xwe ra bi kurmancî, zazakî dipeyivîn. Lê îro ew nemaye, êdî ji asîmîlasyona dewletê bêtir ya kurdan talûkeye, li hemberî vê dibê meriv tiştekî bike.
Berê kesên xwenda, kesên dibûn mamûrên dewletê asîmîle dibûn û bi zarokên xwe bi tirkî dipeyivîn.
Lê dewsa wan tim bi zêdayî, bi deh qatî tije dibû, çimkî gund û kurdên din zarokên xwe bi kurdî mezin dikirin, lema jî dewsa kurdên asîmîle dibûn tim tije dibû, asîmîlasyonê xwe zêde nîşan nedida, li ser hebûna kurdan nedibû talûke.
Lê nuha êdî ne were ye, êdî piraniya kurdan zarokên xwe bi kurdî(kurmancî-zazakî)mezin nakin, tirkî bûye zimanê dayikê, zimanê malê, dê û bav zarokên xwe bi tirkî mezin dikin.
Berê tirkî zimanê kurdan yê dibistanan, dahîreyan û eskeriyê bû, zimanê wan ê malê, ê bazarê kurdî bû, kurmancî, zazakî bû.
Lê nuha ew çavkanîya kurdî jî li ber zuhabûnê ye, tirkî bûye zimanê piraniya kurdan yê malê, zimanê yê dayikê.
Li hemberî hezar kurdên asîmîle dibin, deh kurd bi kurdî mezin dibin, ev yek jî nikane kurdî, kurmancî, zazakî ji mirinê xelas bike.
Ji bo wê jî ji banga zarokên xwe bişînin dersa kurdî zêdetir, muhîmtir, dibê em bi xwe li zimanê xwe vegerin, zimanê xwe bikin zimanê malê, bazarê û siyasetê. Heger ev nebe, hefteyê bi 2 saet ders, kurdî ji mirinê xelas nabe, dibê em viya bizanibin û xwe nexapînin.
XXX
HezKurdê gotiye ”Kurdî, zimanê herî resen û kewnar e li ser
rûyê cîhanê.” Ev îdîa him ne rast e û him jî ne xweş e, ne îdîayeke ilmî ye.
Yekî cahil bibêje tişt nabe, lê tevgereke zimên dibê tiştê wiha nebêje, hewce
nîne.
Ji bo ku em ji zimanê xwe hez bikin, vê hezkirina xwe nîşan
bidin, ne hewceye em zimanê xwe di ser zimanên dinyayê gişan ra bibînin, ne
rast e meriv tiştên hewqasî ne cidî bibiêje
Dibê em ne zimanê xwe biçûk bibînin û ne jî hewqasî mezin
bikin. Gava tirk tiştên wiha dibêjin em bi wan dikenin, dibê em tirkan texlît
nekin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar