Wezîrên karên derve yên Azerbêcanê û Êrmenîstanê li Moskowayê tên ba hev. Ez bawer nakim tiştekî pozîtîf jê derkeve.
Çimkî azerî êdî ne bi serê xwe ne, rişma Îlham Alîyev ketiye destê Erdogan,
heta rişme di destê Erdogan da be Îlham Alîyev nikane bi êrmeniyan ra li hev
bike.
Tirk neketana nava meselê îhtîmala azerî û êrmenî li hev bikin zêde bû.
Lê nuha, piştî tirkan jî xwe kirin şirîkê meselê, şer êdî heta Erdogan li ser hukim be nasekine.
Yên li Qerebaxê şer derxistin tirk in û heta Qerebaxê nestînin ewê nehêlin şer raweste.
Şer dom bike jî li kara Erdogan e, dom neke jî. Di herdu rewşan d ajî Erdogan li karê ye.
Lê berdewamkirina şer ji bo Erdogan loto ye, lêxistina bilêta millî pîyangoyê
ye.
XXX
Şerê li Qerebaxê di asasê xwe da ne şerê azerî û êrmeniyan e, şerê Erdogan û êrmeniyan e.
Tirk ji birçîna dimrin, bi sedhezaran terorîstên îslamî xwedî dikin, êdî
nikanin meaşê wan bidin. Ji Erdogan ra fînansorekî zengîn lazim e. Ji
Azerbêcanê baştir tuneye. Êdî Alîyev bixwaze jî nikane Erdogan, tirkan ji
Azerbêcanê dûr xe.
Erdogan qijnik e, heta baş xwîna Alîyev nemije bernade. Ev
jî bi berdewamiya şer mimkûn e.
Tirk gurrî bûne, xwe di dîwaran didin, ji Erdogan ra pere
lazim e. Bi vê ”alîkariyê” ewê meaşê çeteyên xwe û helbet delaliya xwe jî ji Îlham
Alîyev bistîne.
Lê li alî din, çavê xwe berra Azerbêcanê jî dane, dixwazin
Azerbêcanê jî bikin Qibris, bi xwe ve girê bidin.
Dema li Azerbêcanê bi cî bibin, li Kafkasyayê di nav
misilmanan da jî ewê rehettir bixebitin. Bidestxistina Kafkasan xewna her
pantirkîstî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar