Cara pêşîye bi însîyatîf Belediya Stenbolê ewê pîyeseke bi
kurdî bihata lîstin. Lê pûlisan girtine ser tîyatroyê û nehîştine lîstikvan derkevin
sahnê û lîstika xwe bilîzin.
Berî lîstik dest pê bike bi demeke kin kerîyek pûlis girtine ser sahneya tîyatroyê, gotine piyes ji alî qeymeqamê Gazîosmanpaşa ve hatiye qedexekirin.
Piyesa bi navê Bêrû ya Darîo Fo ewê ji alî gurûba Teatra Jiyana Nû ya Merkeza Kulturî ya Mezopotamya ve bihata lîstin.
Qaymeqam û pûlisên tirk gotine nabe hûn vê pîyesê bi kurdî bilîzin, qeymeqam di biryarê da gotiye ev pîyes ”ewlekariya civatê tehdîd dike”.
Yanî heger pîyese Darîo Fo, Bêrû bi kurdî were lîstin li Stenbolê ewê bûyerên
pir mezin biqewimin û însanên bi hev kevin, xwînê wek lehiyê bi herike…
Lê asas tirk kurdî qedexe bikin jî, nekin jî kurd bi kurdî napeyivin û dev ji tirkî bernadin; bi kêmanî piraniya kurdan wiha ye.
Heger kurd bi zimanê xwe bipeyivîyana tu qîmeteke vê qedexeya tirkan tunebû. Dibê nuha bi hezaran kurd bibêjin em hew bi tirkî dinivîsin, hew bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin. Lê kesê viya bibêje tuneye.
Tirk ev in û ev biryara vê rejîma faşîst jî ne tiştekî ecêb e. Hukûmeta îslamî-faşîst kurdan, zimanê kurdî neyarê xwe dibîne, lema jî pîyesa bi kurdî qedexe dike. Gerek ev yek me matmayî nehêle.
Lê kurdên hevalê vê hukûmetê dîsa jî aciz nabin, yek ferd jî ji AKPê îstîfa
nake.
Heger piştî vê biryara neyarane, antî-kurd bi hezaran kurdî ji AKPê îstîfa
bikirana, van faşîst û bêbavan wiha nedikirin.
Ji bo ku zanin kurdên bi wan ra na bêxîret û bêheysîyet in, tu carî pozê wan
naşewite, lema diwêrin tiştên wiha bikin.
Yên vê cesaretê didin dijminê me kurdên xayin û cahş in, dibê meriv viya bi
vekirî bibêje.
Hela ka em binêrin lîstikvan û tîyatroyên tirk li hemberî vê qedexeya lîstika kurdî ewê çi dibêjin. Bi îhtîmaleke mezin ewê dengê xwe nekin...
XXX
Ez bi derew û xapandinên siyasetmedarên tirk qet naêşim, qet
xemgîn nabim, nabêjim ax, wax, çima wiha kirin.
Ez zanim dijmin in, dagirkerên welatê min in, ji bo ku min û
welatê min di bin destên xwe da bihêlin her tiştî muhbah dibînin.
Lê tiştê min diêşîne, xemgîn dike safîya hin kurda ye, piştî
sed sal bindestî û bi hezaran serpêhatîyên bi tahl û trajîk hîn jî fena ku ji
derewên siyasetmedarên tirk bawer dikin, bi çavekî cidî li soz û ahdên wan
dinêrin.
Heta sozên tên dayin nebin belge, nekevin programên partiyan
tu qîmeteke tiştên dibêjin, sozên didin tuneye.
Li alî din tirk çi bibêjin jî dibê kurd êdî nebin hevalên
wan, nekevin partiyên wan, partiyên xwe, partiyên kurd û Kurdistanî çêkin û bi
wan ra tifaqê bikin. Heta kurd di nava partiyên tirkan da bin nikanin tesîrê li
tirkan bikin, tur carî ewê giraniyeke wan tunebe. Ji bo ku em tesîrekê li
tirkan bikin, dibê em bi hêz bin, qeweteke me ya netewî hebe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar