Di filmekî televîzyonê de hin îndîanan ruyê xwe boyax dikirin. Vê yekê bala Xezala biçûk kişand. Ji bavê xwe pirseî:
-Bavo, vana çima wiha dikin?
Bavê got:
- Haziriya herbê dikin, delala min.
Roja din gava keçikê dît ku waye diya wê xwe boyax (makyaj) dike, tevilê baz da ba bavê xwe, jê ra got:
- Bavo, rewş pir xerab e! Li hundur diya min haziriya herbê
dike! Bira haya te ji te hebe…
Hîtler û cihû
Hîtler sê êsîr girtibûn, yekî îngilîz, yekî fransiz û yek
cihû/yahûdî. Ji wan ra dibêje:
-Ezê ji we her yekî pirsekê bipirsim, ku we zanîbû ezê we
serbest berdim.
Dets pê dike, berê ji yê îngilîz dipirse:
-Keştiya Tîtanîk kînga binav bû?
Yê îngilîz dibêje:
-Di 14ê nîsana 1912a da.
Hîtler dibêje:
-Bersîva te rast e, tu serbest î.
Dû ra ji yê fransiz dipirse:
-Di Tîtanîkê da çend kes mirin?
Yê fransiz dibêje:
-1514 kes.
Hîtler ji wî ra jî dibêje:
-Bersîva te jî rast e, tu jî serbest î.
Îcar dor tê ser yê cihû. Hîtler dibêje:
-Tu jî zû navê yên mirin bijmêre!
Qeza û bêşansî
Mamoste ji xwendekarê xwe pirsî:
-Ferqa di nabêna qezayê û bêşansiyê da çi ye?
Xwendekar hinekî fikirî û got:
-Heger qarneya te nuha da min têkeve çem û bi ber avê da
here ev qeza ye. Lê heger yek wê ji çem derxe ev bêşansîye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar