Zavayê nuh piştî daweta xwe bi çendakî nexweş ketibû. Bavê jê ra got:
-Lawê min, şîr vexwe, şîr pir baş e.
Lê lêwik tim israr kir, got wele ez ji şîr hez nakim. Bavê
got:
-Lawo, ez ji te ra dibêjim şîr vexwe, şîr him derman e, him
jî mêrikê meriv şiyar dike.
Deng çû dêya lêwik, hêdîka di ber xwe da got:
-Tu dev ji lêwik berde, wele ji wî bêtir hewcedariya te bi şîr
heye, lê haya te ji te tuneye…
Hirmê
Mifetiş nexweşxaneya aqil teftîş dikir. Dema çû bexçe, bala
xwe dayê çend kesan xwe bi darê va bi darda kirine, li ba dibin û yekî jî xwe
li erdê dirêj kiriye. Ji yê li erdê dirêjbûyê pirsî:
-Çima vana derketine ser darê û xwe pê va daliqandine?
-Dibên belkî ew hirmê ne.
Mifetiş got:
-Qey tu ne hirmê yî?
-Ez hirmê me, lê ez bûme û ketime.
Fêrbûna birçîbûnê
Xoce Nesredîn kerê xwe yê meşûr fêrî birçîbûnê dikir. Alifê
ker roj bi roj kêm kir; rojên dawî tew ji bin da ji ser birrî û nema tiştek dayê.
Nêzî buharê ker mir. Xoce di ser termê wî ra sekinî û bi xemgînî got:
-Feqîro, hindik mabû fêrî birçîbûnê bibe, lê ji bêsiûdiya wî
ra mir.
Çêke û berra kuçê de
Rojek yek li ber golekê rûniştibû, ji betalî ji xwe ra bi
heriyê dilîst. Yekî ji wir dibuhurî bîstekê bi meraqdarî bala xwe da mijûliya
mêrik, dû ra jê ra got:
-Qewet be ji te ra! Ma tu wiha çi dikî ?
Mêrik got:
-Bi Xwedê hema ji betalî însanan çê dikim.
Mêrik mizicî, got:
-Malava, ma çêkirina însanan hewqasî rehet e?
-Çima ewê ne rehet be? Piştî ku te zikê wan têr nekir, te bi
midas nekir, kinc lê nekir, ma ewê çi zirarê bigihînin te? Hema çêke û berra kuçê
bide…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar