21 april 2020

Mûrathan Mûngan: Edebiyata kurdî bî kurdî dibe

Mûrathan Mûngan


Min ev hevpeyvîna bi Mûrathan Mûngan ra di sala 1996a da ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê wergerandiye û eynî salê, di payiza 1996a da di kovara Nûdem Wergerê da weşandiye.

Yên hevpeyvîn kirine "Baran Funderman û Huseyîn Kalkan" in.

Hevpeyvîneke dirêj e, lê gelkî xweş e. Di wan salan da ez dixebitîm, min çawa pê ra gîhandiye ev hevpeyîna dirêj wergerandiye ez fahm nakim…


Baran Fundermann
Hûseyin Kalkan

-Tu xwe merivekî çawa dibînî û dikanî xwe çawa tarif bikî?

- Ez xwe çawa tarîf dikim? 

Wek şair û nivîskar, wek hunermend, ji ber ku têkiliya min bi hin hunerên din re jî heye, yanî wek hunermendekî total-global, ez dixwazim bi perspektiv û ruhekî wiha, bi nêzikbûneke wiha bijîm. Ne tenê tiştên min nivîsîne, her wiha tiştên min dîtine û hatine serê min jî, ez wan wek perçakî jiyana xwe dihesibînim. Yanî ez dixebetim ku ji jiyana xwe jiyaneke bê kêmasî, bêçewtî û bê guneh derxînim. Bêyî vê, helbet min beşeke jiyana xwe ya muhîm di riya çareserkirina huwîyeta xwe de, huwîyeta xwe ya şexsî û di riya kamilkirina xwe da buhurand. Welhasil, min xwest ku ez xwediyê sekneke saxlem bim, rastgo bim, kanibim tazî rawestim û ji tiştên ku ez jê bawer im û diparêzim tawîzê nedim, yanî bi kurtayî ez dixwazim vana bi cîh bînim. Ez dixebitim însanekî baş ji xwe çê bikim.

-Ji destpêka sohbeta me û heta nuha te tim qala çar kulturan kir...

- Em qala hemû kulturên ku Osmaniyan ji me ra hîştine bikin wê rasttir be.

Bavê min durreyek î(melezekî) ereb û kurd e; diya min durreyeka boşnak û tirk e.

Ez wek însanekî ji van herdu durreyan(melezan) çê bûme, têkiliyên xwe yên kulturî bi hawakî îndîrek tam nabînim. Çimkî kulturên ez ne xwediyê wan im jî di eynî wextê da min pirr alaqadar dikin. Mesela bi min ra Elewîtî tuneye, lê ez çavê xwe jê ra nagrim. Bi taybetî bi kultura elewîtiyê ez pirr mijûl dibim û ez vê kulturê pirr girîng jî dibînim. Li gel vê jî mesela piyesa min a pêşî ji urf û adetên Yêzîdiyan bi rê dikeve; Mahmûd û Yezîda.
Min li ser Sebatiyan romanek nivîsand, di tarîxeke pirr kevn da li herêma Herranê medeniyeteke pirr muhîm ava kirine. Vana kurdên secdeyî serên jêkirî yên însanan dibûn. Vana him ji Xiristiyaniyê ekola vaftîza Yahya hebandine û him jî ji Enedolê hin dînên din hebandine.
Û him jî di wexteke ku Herran Herran bûye, yanî medeniyeteke dema îbatedgehên spî.
Yanî ya rast ez girîngiya merivantiyên genetîk û yên xwînê zêde mezin nakim. Bi qasî ku muhîm e, heta dera ku heye ez pê ra me. Lê ya jê wêdetir çavgirtina ji dunya mayin ra ye. Ji ber ku îro em li planeta dunyayê dijîn. Her tiştê em diparêzin û baweriya xwe pê tînin em mecbûr in ku wan bi dîtin û zanîneke planetî biparêzin. Ger ne wiha be emê di cografiyeke teng da, di nav sînorên axake teng da mahkûm bimînin. Divê li alîkî em him vê axa em li ser rawestiyane girîng bibînin û li alî din jî ji wir kanibin zimanekî ku ji hemû dunyayê ra gotinekê dibêje, ferhengeke wiha, perspektîfeke wiha û wê felsefê ava bikin.

- Esas tiştê ku me dixwest bipirsiya bi tevayî te bersîva wê da. Lê dîsa jî em meraq dikin, gelo tesîra kîjan kulturê hîn zêde li te bûye?

- Heger pirsa we tesîra li min be, ezê nikanibim bersîveke konkret bidim. Lê ezê kanibim tiştekî wiha bibêjim: Ez girîngiyeke mezin didim kultura Mezopotamyayê û wek şexs jî ez xwe warisê vê kulturê dihesibînim. 
Tiştên ez dinivîsînim helbet ji kultura vê coxrafyayê ne, temayên şairiya min, malzemeyên ku pêwîstiyên dîtinên min in, hemû ji vir in. Ez tim dibêjim; rast e, sebebê ku Şîn metneke hewqas saxlem e girêdayî van tiştan e. 
Lê li alî din jî heger min felsefe nexwendiba dibe ku min Pezkûvî û Yên Nahletî Bûne nenivîsandina. Wê gavê jî ezê bibûma antropologekî basît, etnologekî basît, merivekî basîtê ku nikane ji malzemeyeke civakî qumaşekî hunerî derxe. Fîlmên em lê temase dikin, muzîka em lê guhdarî dikin û hemû kitêbên em dixwînin helbet tesîrê li me dikin û feydeyekê digihînin me. Malzemeyeke bi vî rengî, him bi şiklê xwe yê xam û him jî bi siklê çêkirî wesfên cihê û qîmetên cihê nîşan dide. Heger hûn bibêjin tesîr, qada tesîr li min kiriye pirr fire ye. Ji xwe ji ber vê ye ku ez tesîrên unîwersal, qîmetên unîwersal dicivînim. Lê ev coxrafya divê meriv lê xwedî derkeve hewce ye ku bi dunyayê bê nasandin, ji dunyayê ra bê pêşkêşkirin. Ji bo nûnertiya vê kulturê min xwe mecbûr hîs kir.
Mesela li Mezepotamyayê, li Rojhilat wext çawa derbas dibe?
Dibe ku ev yek derdê hunermendekî din be jî, lê tiştên ez dinivîsînim ji maneya wextê gelekî muhîmtir in. Urf û adetên wir, merasîm û tradîsyonên wir, maddeyên wir, hemû îdeolojiyên dizî û eşkere, welhasil vana hemû ancax dikane ji alî yekî ji wir bên nivîsîn; helbet yekî ku wan deran baş nas dike û baş dizane. 
Ev merheleyeke du alî ye, tu tim ji kîjan alî ve lê mêze dikî, ew muhîm e. Mesela em bibêjin ku di çîrokeke dujminatiyê da xwîn rijyaye. Sê kes dikanin ji perspektîvên cihê li vê meselê binêrin. Dibe ku di nivîsandina yekî da tu kanibî musbetiyekê bibînî û di ya yên din da jî tenê malzemeyeke enteresant a etnolojîk. 
Di vir da tiştê esas muhîm, divê tu kanibî ji vê malzemeya xwe him ji bo wê herêmê, wê axê, wê coxrafyê, wî welatî û him jî ji bo hemû însaniyetê çîrokeke esasî derxî. Gotineke esasî bînî meydanê.
Ji ber vê yekê jî ez dibêjim divê meriv malzemeyên jê feyde girtiye û qada ku tesîr li meriv kiriye hinekî ji hev cuda bike.

- Rola Mezopotamyayê ya li ser însaniyetê ji alî tarîxnas û hemû însanan ve tê qebûlkirin. Gelo vê Mezopotamyayê tiştê ji alî edebî ve dikeve ser milê wê bi cî aniye ya na?

-Na. Yanî gava ez bibêjim çêbûye wê çi bê guhertin?
Esas divê li ser sebebên vana hemuyan bi dûr û dirêjayî bête rawestan. Ez wiha bibêjim: Ji alîkî ve kultura xiristîyaniyê û ya îslamiyetê ji hev cihê ne. Meseleyek ev e. Lê ji aliyekî din ve jî piştî ku Xerbê dîreksiyona dunyayê, dîreksiyona erebê, otomobîlê girt destê xwe dîtina xwe ya etno-merkezî, (merkez-Xerb) bi cî kir û bi pîvanên Xerbê li hemû dunyayê nêrî. Yanî Xerba etno-merkezî, hemû herêmên li derî xwe mahkûm kir. Li derî xwe hîşt. Û ev merhele îro jî hîn berdewam e. Ji ber vê yekê jî di piyesa min ya bi navê "Şînê" da antî-tezeke pirr ciddî heye. Yanî min tiştên mexsûsî Rojhilat û malzemeyên ku li forma Xerbê nayên bi hev ra, di eynî wextê da bi kar anî.
Me hin firsendên tarîxî wenda kirin. Me wek Rojhilat wenda kir. Tiştê îro bê kirin ev e: Divê em kanibin hunermendên mezin, yên ku kanibin di nabeyna tarîxa hemû însaniyetê û malzeme û dîtina herêmê da sentezên baş peyda bikin, derxinînin. Di vê maneyê da ez baweriyê bi ekolan naynim. Yanî dema ekolan qediya, ev dem hat girtin. Êdî dunyayên ku ji macerayên hîn ferdî û ji gotina peyvên hîn fireh ra musaît in dikanin bêne avakirin. Şêla meriv girîng e. Ne rast e meriv oryantalîzmê bifroşe Xerbê...

-Te got firotina oryantalîzmê ya Xerbê...

-Li ser Rojhilat fikreke Xerbê heye, dîtineke wê, wîzyoneke wê di heqê Rojhilat da heye. Perspektifeke wê ya oryantalîzmê heye. Ev perspektîv etno-merke 2
ye. Yanî wek etnografîk Xerbê merkeza dunyayê dihesibîne. Hin nivîskarên Rojhilat bi fikra ku ewê xweş bête dîtin, ewê cazîp bête dîtin, ewê enteresant bête dîtii radibin nizanim çend kevçiyên textîn, sihêrbaziya basît, çend satil û hin ûnsûrên wiha folklorîk derdixin pêş û dixawazin van tiştan şîrîn nîşan bidin. Feqîriyê jî wiha difroşe. Kulturê jî wiha difroşe. Lê esas ev malzeme hemû ancax bi felsefeyekê, bi dîtinekê, bi rawestandinekê, bi avakirina dunyayekê dikane mumkûn bibe.
Û li vir armaanc ne xwe şîrînnîşandana bi Xerbê ye, kamiliya hunermend bi xw
ye.

- Ji bo dema civatên sanayî derketine ortê, dibêjin peryoda edebiyatê ya zerîn. Ma di dema me da edebiyatê hêza xwe wenda kiriye gelo?

- Ev yek girêdayî dîtina me ye, em ji peryodên zêrîn çi fahm dikin. Hin dem
hene ku di wan deman da bayê pirr sert tê, guve guv û hîbe hîba wê tesîrê li gelek mirovan dike. 
Mesela di hereketa 68an da kara(qezenca) herî mezin, bi ya min muzîka rockê ye. Grûbên rockê yên di maneyeke unîwersal da gotinên mezin gotin, wê demê derketin ortê. 
Tesîrên demên tarîxî yên bi vî rengî helbet hene. Ji ber ku îdîal muşterek in. 
Di dema pêşveçûna burjuwazî da jî daxwaza dunyake nuh, daxwaza xuluqandina dunyake nuh hin hunermend derxistine. 
Helbet înkarkirina vê ne mumkûn e. Vana pêlên civakî yên gelemperî ne. Ez nabêjim vana qediyane. Bes ez dibêjim em di demeke pirr kaotîk (tevlihev) da dijîn. Ev dem wê sakîn bibe. Anuha, mesela ez ne bi wan kesan ra me ku dibêjin sosyalîzm bi temamî mirî ye. Bi lêgerîna riyeke sisiyan sosyalîzm ewê heyfa xwe ji vê sîstema kapîtalîst bi hawakî fecî bigre. 
Ketina sosyalîzmê ya vî halî ji kapîtalîzmê bêtir sûcê marksîstên ortodoks e, yên ku di sosyalîzmê da jî wek merivên dîndar dijiyan û pêşketina sanayiyê nedidîtin. Mesela ji ber fetîşekirina îndusturîyalîzmê, sosyalîzmê hesasiyeteke ekolojîk qet nîşan neda. Piştî ku hêzên kesk, ya jî hêzên hawîrdor derketin piyasê û şûn ve sosyalîst mecbûr man li ser zirarên îndusturiyê bifikirin. Ji ber ku min ji bo hemû dunyayê dîtineke unîwersal, nêrîneke wiha peyda nekir ez zeîf ketim. 
Gelşek heye, gelşeke umûmî ye. Ez bawer dikim wê guherandin bibe. Ne ku her tişt wê wek berê bibe, di wê maneyê de nabêjim. 
Ez dibêjim sosyalîzm wê bi pekînekê derbasî planeke din be, di pilaneke din da vana hemû ewê maneyên nuh, dîmenên (boyût) nuh bigrin.
Divê mirov bi çavekî nuh li hunerê dema me binêre. Ya din, em bibêjin ku yekî
rabû di salên 1990'î da sedî sed tam wek Balzak roman nivîsî, qet qîmeteke wê tuneye ku. Yanî divê meriv bi şîldên vê demê, bi gotinên vê demê li dunyayê binêre.
Tiştê ez red dikim ne têkoşîna sinifî ye, nêrîna çewt e. Bi kitêbên referensê yên
ayidî sedsala 18an û 19an meriv nikane li mucadela sinifî ya îro mêze bike. Yanî di vê demê da, nuha em çi dikin?

-Ma her edîb bi berhema xwe şahidê dema xwe ye?

-Ez bi xwe bi şablon û klîşeyan nafikirim. Dibêjin belkî şablon û klîşeyên wiha
jiyanê îzah dikin. Ji ber ku ez baweriyê bi van şabion û klîşeyan naynim, lema jî
ezê ji vê pirsa we re hema nebêjim erê, ya na. Xwediyên dîtinên wiha şaş dimînin gava hin însan ne li gor wan bin. Esas di îzahên wiha da ez tesîra kapîtaalîzmê ya seqet a parkirina kar dibînim. Yanî merivek ya alim e, ya romancî ye, ya şair e, ya jî nizanim çi ye. Gava ev tişt bigihîje dereca fetîşîzekirina pisporîyê (ekspertîyê), bi me wer tê ku hin gotin hunerê tînin zimên û hunermend jî dunyayê îzah dike.
Numûne: Şahidê dema xwe.
Yanî pîvana vê çi ye?
Çaxa ez dibêjim sientkarek ferdî ye, qesta min hinekî jî ev e. Huner têkiliya di navbera umûmî (gelemperî), qismî da hercar ji nuh ve datîne. Yanî ew tiştê ku em pirr umûmî dihesibînin, dixwaze bike cûzî û tiştê pirr cûzî jî dixwaze bike umûmî.
Ev demeke dûr û dirêj e tiştek ji min tê pirsîn: " Ma tu yê li ser vê rewşa îro
tiştekî nenivîsînî?" Nizanim hewqas hedîse dibin û hwd.
Ez ji wan re viya dibêjim. Ez dicivînim. Nuha ez ne kovareke aktuel a hefteyî me. 
Yanî do li Dêrsimê çend kes mirine, li Mêrdînê çi bûye, ez ne di wê telaşê da me ku hema ji vana çîrokan derxim. Gava derxînim jî dixwazim tiştekî baş derxînim. Ji ber ku têkiliya wextî bi huner gelekî muhîm e. 
Lema jî ji bo hunermend wext huner e. Esas derdê her hunermendekî, bi zanîn ya jî bi nezanî bi wextê ra heye. Di berhemên, di nivîsên hunermendên ku vî karî hîn bi zanîn dikin, diguherînin zanînê, wext wek bûyereke  pirr baş derdikeve hember me. 
Ez viya dikim: Ez Tirkiya 1990'î bi dunya 1990î ra digihînim tema û ûnsûrên dunya xwe ya esasî. Ev jî di kirinên min da xuya dibe.
Çimkî ez nikanim kitêba kesên ku jiyanên wan ne ya min e binivîsînim. Ez nikanim li ser meseleyên ku ez jê ne bawer im ya jî jê fahm nakim û pê nizanim binivîsim. Ji ber vê yekê jî însanên dibin obyektên rexneyên min bêtir ji der û dorên ku têkiliya min bi wan ra heye. Lema jî hedefa rexneyên min tim bi alî çep da ye.
Çimkî ez derdê xwe û însanên ku em tim bi hev ra ne, destên me di hev da ne
dixwazim bi wan re mil bidim mil, tînim zimên; dinivîsînim.

Ma şair însanekî normal e?

-Bi ya min divê meriv gotina normal û anormal ji nuh ve şirove bike. Mesela ez naxwazim di warê îdeolojîk da zû bi zû gotina normal bi kar bînim. Çimkî gava
hûn gotina normal bi kar tînin, bivê nevê hûn bi zimanê xwe îktîdarekê tesîs dikin. 
Gotina normal mefhûmeke pirr tahlûke ye. Lê belê ez ne li gel im ku meriv viya bi şiklekî pirr xusûsî, wek statuyeke hiyaraşîk tarîf bike. 
Esas şair û hunermendên ku di nav însanên din da veşarî mane divê derkevin ortê. Yanî civatê serê hemû însanan kirye qafik(qutîka gula, saksi), gelek kesên ku bi rastî dikanin bibin hunermend, civatê hisên wan kor kiriye, tehayula(îmgeya) wan mifte lê xistiye. 
Ez ji wan kesa me ku jiyanê ne wek necarekî, lê wek zîvkirekî diborînim. 
Ez tim li gel pîvanên nazik im. Helbet tiştê ez kirime şair ji ber ku ez pirr tiştan hîs dikim. Ya jî ez wiha bibêjim: Em bibêjin ku diya me herduyan jî bimre, emê pirr pê biêşin.
Heta aletek hebe, kanibe êşê bipîve, dibe ku êşa me herduyan jî bi qasî hev be. Lê ez vê êşê hîn baştir îfade dikim. 
Ev nîşan nade ku tu bê hîs î, ya jî êş tesîrê Ii te nake. Vana numûneyên qebe ne, ji bo ku derdê xwe bidim fahm kirin dibêjim. Tiştên wiha hinekî jî girêdayî ku em li hisên xwe çuqasî xwedî derdikevin. 
Piştî sê êşên evînê, min dikanîbû hundurê xwe bikola û evên ji jiyana xwe derxista. Li gel her tiştî min deriyê xwe ji evînê ra vekirî hîşt. 
Yanî heger di jîna te da şiîr tunebe ji xwe tu ne şair î. Tu nikane bibe jî. Di jiyanê da divê tu şaîrê hundurê xwe feda nekî. Ji ber ku gelek kes qîmeta şairê hundurê xwe nizane, bi gotina we, ya jî li gor pirsa we, dibin merivên normal.

-Biya te meriv dikane şairiyê fêr bibe?

- Mêze! şairî û nivîskarî ne hunerek e. Çimkî xusûsiyetên huneran yên esasî meriv dikane fêr bike û fêr bibe. Dikanin dewr bibin. Yanî hoste fêrî şagirtê xwe dike.
Navê viya zenaet e. Civata Rojhilat hîn bêtir civateke zenaetkar e. Nexşa fêr dike, xettadiyê (kalîgrafîyê) fêr dike. Ez viya ji bo vê dibêjim: Belkî bilandineke(meşxûliyeteke); bilîbûneke ku meriv ji yên din cihê dike. 
Lê belê tiştekî ku qabîliyetê, lênêrînê û pêşdebirinê dixwaze. Lema jî ji bo ku hûn kanibin zewqa xwe, zewqa xwe ya baş, şêla xwe ya şairiyê kirîtîk bikin, divê bi hawakî ciddî hûn xwe perwerde bikin. Ji ber du sebeban: Yek, li welatê we û li dunyayê şair çi dikin? Dudu, her ku hûn bixwînin hûnê bibînin ku gelek tiştê we digot belkî nuh e, hûnê pê hay bibin ku di esasê xwe de ne nuh e. 
Tiştê nuhîtiyê Ii we zêde dike tenê yektatiya we ya şexsî ye.Yanî di şaîriya xwe da, di nivîskariya xwe da ez li pê çi me? Bi maneya zenaet ez li pê viya me: Ez li pê wê yekê me ku bila şopa tiliya min û nivîsa min yekta bin; bê emsal bin.Ev yek jî gava hûn kanibin di teoriyên hunerê de, di nezariyên huner da xwe bi pêş xin, çavkaniyên ku hûn xida xwe jê digrin hîn dewlemend bikin, mumkûn e. 
Em bibêjin ku hûnê şiîreke gelêrî binivîsînin, di 1990î da, tu maneyeke nivîsandina ş'ira gelêrê tuneye ku. Ya jî hûn gazelê dinivîsin... divê hûn tiştekî pirr taybetî bikin.. Divê hûn ji hemû tradisyonê, tiştê ku ji bo we daniziliye derxin ortê. Ji ber vê jî, divê şair jî, nivîskar jî bi hawakî ciddî bixwîne û xwe perwerde bike. Bi viya meriv nabe şair ew tiştekî din e.

- Ece Ayhan dibêje "yê êşê nebîne nikane bibe şair. ”Divê meriv hinekîjî xwe tevî
si'rêke...
Ez nabêjim divê meriv êşê bikşîne. Ez tim dibêjim, ez her tim li pey pîvanên narîn im. Hin kesên pirr kişandine, van êşên xwe wek parsekan li ser rebenêyê ava dikin. 
Esas gava êş dadinizile esîlzadetiyekê (necîbiyekê) digre. Qerekterekî unîwersal digre. Mesela xusûsiyeta forma tragediyê ya herî mezin ew e ku êşên însan yên herî unîwersal rafîne dike (diparzinîne). Kesê hunermend divê muheqeq atolyeke rafînekirinê be. Divê ew hîs û daxwazên xwe, tiştên fêr dibe û difikire gişan bişîne wê atolyeyê, li wir wan ji hev derxe. Ez vekirîbûnê qest dikim. 
Yanî bi êşa xwe, bi hisên xwe divê meriv vekirî be. Bîska berê numûna evînê min ji bo wê dabû. Em ji hisên xwe, ji fikrên xwe, ji serpêhatiyên xwe û ji xwenidina xwe tiştekî nuh dixuliqînin. Bi ya min xusûsiyeta nivîskar ya esasî di hunerê destê wî da ye; em di fabrîqê da çê nakin. Yanî ez tiştekî bi destê xwe çê dikim. 
Bi gotineke din di dikana min da ji wiya yek tenê heye. Bes li vir tahlûkyek heye; (ku ez li ba gelek şair û nivîskarî viya pirr dibînim) piştî demekê dibin texlîdê xwe. Yên min bi xwe wek şair ,wek nivîskar ji salên destpêkê da ye sozeke min bi min ra heye: Tiştekî ku min pirr baş çêkiribe ezê zêde nakim. Piştî Sixtiyan min yek Sixtiyanekî din jî nenivîsand. Piştî Şînê min Şîneke din dernexist. Lê kemîna hostetiyeke wiha jî heye...

-Tegot "evîn. "Li pey wê tavilê îxanet hat.Evîn û îxanet?

-Weleh min bîst kitêb nivîsandine, lê min dîsa jî neqedand. Nuha di nav çend
deqîqeyan da îzahkirina wê pirr zahmet e. Yanî ez evînê jî, îxanetê jî yek ebatî (dîmensîon, boyut) nabînim. Di maneya qîmetên(nirxên) însanî da. Ez li gel im ku dilê însan biwêribe hemû hîsan bihewîne. Ji alîkî da ez bi wêrekiya(cesûriya) dilê xwe ra me.
Lê yekcarna têkiliya îxanetê bi salan ra heye. Salên em tê da ne. Netîce ji berê da vana nuxteyên pirr esasî ne. Vana temayên Yûnana antîk, yên Yûnana kevn in jî. Di her qirnî, di her civatên cihê cihê da, li gor her însanî şiklên çawa digrin bira bigrin, lê divê meriv dîsa li ser wan raweste. 
Ez jî li ser navê xwe viya dikim. Dixwaze bila evîn be ya jî îxanet be, hemû deriyên dilê min (li gel hemû tiştên fêr bûye û dizane) ji wan ra tim vekirine. Ji bo ku ew me bikin însan. Di vê da tesîra tecrûbeyên min jî pirr e.
Gotinên straneke ku ez pirr jê hez dikim vê yekê hewqas sade, hewqas xweş,
hewqas beraq îfade dikin ku. Kitêbeke min heye, ez dixwazim di dawiya 96an da
derxim; metnên biçûk in, carna wek ş'irê ye, carna wek çîrokê ye, carna jî raste
rast wek metneke dûz e. Navê kitêbê "Evîn" e. Ezê gotinên wê sitranê bigrim
rûpela pêşî. "Evîn li ser kaxetê nayê nivîsandin."

-Tu ji gotina nostaljiyê xûy dikî. Gava me qala dema borî kir, me dît ku tu dema
borî û îro bi hawakî dîyalektîk bi hev vegirê didî. Esas do û îro di nav hev dene...
Hemû wext di nav hev de ne. Hûn zêdetir mîtolojîk û destanwarî dinivîsînin...

-Na. Tenê kitêbên ku min ew tê da tecrûbe kirine cihê ne. Dibe ku dilê min
hîn di îklima destanê da dijî lê, ez çi binivîsînim binivîsînim ji bo min tim tiştekî
ku ez di konsepta wê kitêbê da çê dikim heye. Wek numûne, Meseleyên Lalan, Çîrokên Cengê di vê maneyê da kitêbên bira ne. Yanî kitêbên ji yek xwînê, ji yek ruhî ne. Lê em bibêjin Stenbola Dawî û Pêşiya Çiyayê Qaf jî ne wiha ne. Netîce di Çiyayê Qaf da ez formê çîrokê jî bi kar bînim, tê da hin beşên bi şiklê çîrokê hatibin nivîsandin jî hebin, ji bo min kitêb bi xwe her tim wek bajarekî cihê ye. Tu riyan cihê bi cî dikî, parkan cihê bi cî dikî. 
Ez ji lêgerîn û eksprîmentan (tecrûbeyan) hez dikim. Tim bi eynî şiklî nanivîsînim. Ji ber vê yekê jî kitêbeke min nivîskariya min îzah nake. 
Lê her kitêbeke min temayên min û derdên min eşkere dike. Yanî dibe ku hûn li kitêbeke min binêrin lê nikanibin di heqê kitêbeke min a din da bibin xwedî fikir. Mesela hûnê Metak têxin ku derê?

-Di tevgera kurdî de romantîzim kêm e, yajî dibêjin ku qet tuneye. Wek tevgera
68an, hewake wê ya romantîk tuneye. Ma hûn jî wiha his dikin?

-Nuha dibe ku hûn viya ji min baştir zanibin. Ez pirr ne di nav da me. Lê dîsa
jî bawer nakim ku ewê pirr cihê be. Ez nikanim bibêjim di dil û jîna hewqas keç û
lawên ku di vê xortaniya xwe da derdikevin serê çiyê, ewê şiîrek tunebe. Ewê neheqî be. Tevgereke ku her roj hewqas şehîd bide ez nikanim jê ra bibêjim ew ji bin da ne poetîk û romantîk e.Lê ew şiîr û romantîzma ku hûn qal dikin êdî li tu dera dunyayê tuneye. Em di demeke wiha da dijîn ku hisên me bêtir rasyonal bûye, ferdîyet ketiye pêşiya kîtlewîtiyê. Bi vê manê jî ji xwe qet naşibin hev. Xusûsiyeteke tirkan a wiha heye; tevgerên tirk dest navêjin tiştekî ku di esasê xwe da dikane li her dera dunyayê bête parastin.Tu ji kîjan alî ve lê mêze dikî mêze bike, ji hundur û ji der ve kemîneke milîyetçî heye. Ev bi hawakî di tebîeta wan de heye. Çimk dereng mane.

- Hûn dizanin kurd ji mecbûri ketine şerekî, ku esas ne li gor vê serdemêye, yan
dema wî hatiye girtin...

- Erê erê. Mucadela ku divê di destpêka vê sedsalê da bida nuha dide. Ji xwe ji
ber vê ez diqeherim.

- Lê li alî din, ma heta meriv nebe milî, dikane bigihîje unîwersaliyê?

-Nuha mêze kin, di vî warî da hûn negihîştine tirênê...

-Di şoreşê da ciyê edebiyatê çi ye?

Qet ciyekî wê, qîmeteke wê jî tune ye, gava hûn wiha lê binêrin. Ev şerê sedsala
ye ku edebiyat jahriya xwe dirjîne. Gava hûn wiha lê binêrin, carê berî her tiştî
edebiyat sinetekî tenêtiyê ye. Feyda edebiyatê ne ji gelan ra, lê ji însanan ra heye
Alîkariya wê nagihîje kîtleyan, digihîje yeko yeko însanan. Çimkî meriv kitêbekê
bi tenê dixwîne. Divê em hemû mefhûm û terman bişon. Ji ber ku marksîzma
ortodoks ev mefhûm û term hemû qilêrî kirine. Li vir, berê divê em ji hev pak   bibin. Hin kes carna dibêjin, "min ş'ira te fahm kir, fahm nekir." Te jiyan fahm  nekiriye, te birayê xwe, mêrê xwe, jina xwe fahm nekiriye, ma tu'yê çawa min fahn bikî ku? Piştî ku di jayanê da te hewqas tişt fahm nekiribin, ji bo çi tu'yê min fahm bikî? 
Yanî fahmkirin proseseke cihêye. Gava mijar sinaet giş bin, divê heta dawiyê em xwînsar bin. Çimkî tixtorê dikeve emeliyatê, hemû aletan bi nazikî, bi tîtiziya cerahekî dixebitîne. 
Ez tim dibêjim zîvkir, qala karên narîn dikim. Tiştê wiha karên narîn in. Karên wiha narîn ne ew kar in ku dema tu çûyî qahwexani tu'yê kanibî wan hel bikî. Yek, divê di jiyana te da hebe, ya jî divê hin deriyên jiyana te ji fahmkirin, hilanîn û tesîrgirtina wan ra vekirî bin. Merivekî wek êzingekî turk be jî, kurd be jî, nizanim çi be jî nîhayet jiyana xwe wek êzingekî borandiye
Huner nikanin zêde alîkariya merivekî wiha bikin. Huner ne tiştekî yekalî ye, ne
nuxteyeke ku tenê diçe. Têkiliya wê bi bêaramiya te ya di jiyanê da heye. Bi daxwaza te ya fêrbûnê ve girêdayî ye. Carê edebiyat mesela hezkirinê ye. Di vê meselê da divê em li hev bikin. Edebiyat karekî ku ji bo zewqê bide meriv tê çêkirin.
Esas bersîva "em dereng man, ma em çi bikin?" heye. Ez dixwazim wiya bibêjim. Mesela ez tiştekî dikim, pirr hindik kes jê fahm dike.
Gava min di rojnama Ozgur Ulke(Welatê Azad) da dinivîsand, di meseleyên kultur û hunerê da ez pi sakin bûm, şêla ku bi temamî rafîneyê mewzuyên kultur û huner tim tercîha min bû. 
Piştî ku ez di rojnama Welatê Azad da dinivîsînim, ji xwe şêleke min, tercîheke min heye. Baş e ez viya ji bo çi dikim? Ji ber ku hewcedariya kurdan nuha bi ronesansê heye. Ji ber ku hewcedariya wan bi însanê ronakbîr heye. Wexta şer sekinî ewê çi bê kirin? Yanî qadeke, tiştekî ku divê însan li ser bipeyive, bifikire hebe. Ev şer bi şiklekî ewê raweste. Heta qiyametê dom neke. Roja sekinî divê di sepetê da pembo hebe. 
Yanî di prosesa vî şerî da tiştê ku herî bêtir hewcedarîya kurdan pê heye, divê ew li qîmet û normên navnetewî xwedî derkevin. Bi vê riyê ewê him kanibin li hember îthama "mîlîyetçîtiyê" derkevin û him jî tevgera xwe ji meylên milîyetçtiyê rizgar bikin.

-Te got tu li dijî cereyanan(ekolan) î. Te got di her warê huner û edebiyatê da ronesans. Ma Tirkiye ji viya derket? Ya din jî gelo ronesans dikane di nav sînorên welatekî da bê girtin?

-Gava min got ronesans, ne şerte ku ewê şopekê li dû xwe bihêlê. Min ew bi
şiklekî hîn mutewazî, di maneya zanînê da got. Zanîn û fikirandina li ser xwe.
Nuha tiştekî wiha heye, ez viya wek meyleke tahlûke dibînim. Ewê bête gotin ev
tiştekî demî ye, ewê were fahmkirin, ev dem jî wê derbas be, rast e lê tînin nuxteyeke wiha ku tu namîne bibêjin karbondîyoksît jî kurdan keşif kiriye. Divê wiha nebe. Dema meriv kultura xwe da nasandin divê meriv têkiliyê (aîdiyetiyê) bi rengegî formule neke. Ev şêleke xwe parastina prîmîtîv e.
-Ma edîbê kurd qet tê bîra te? Şair, romancî, nivîskar, çîroknivîs...

Hatina bîra min ne mesele ye. Edebiyata kurdî tiştekî ku bi kurdî dibe.Tu'yê
bi kurdî bikî ji bo ku bibe edebiyata kurdî. Ne xwe, nizanim kurdê mezin ê bi tirkî dinivîse ya jî yê bi eslê xwe kurd e, hûn çi dibêjin bibêjin,- ez ji serfkirina gotina  'bi eslê xwe kurd e' hez nakim. Ji ber ku kurdan wek grûbeke laletayin a etnîk nîşan dide- hene. Lê ev ji kultur û edebiyata tirkî ra xizmet kirine, tu bixwazî nexwazî ev karê wan bûye perçeyekî edebiyata tirkî. Ji Yaşar Kemal, Ahamed Arîf heta bi Cemal Surreya; bijmêrî heta tu dikanî bijmêre...

-Melayê Cizîrî heye, Ehmedê Xanî heye...

Ez hebûn û her tim parastina van navan fahm dikim. Lê Ehmedê Xanî di maneya hemdemîyê de, heger yê xwendevan ne pisporê wî be, lezetekê nade xwendevanekî roja îro. Ew şairê sedsala 16'a ye. Hertim çûyin û hatina li dor navê çar şairan nikane bibe pîvana dewlemendya kultura kurdî. Mêze mesela min ev nivîsand; kurd çima muzîka rockê çênakin? Li gor tirkî, kurdî bêtir nêzîkî muzîka rockê ye. Yanî hezar û pêncsed rê hene ku meriv kane bi demê ra, bi nirxên unîwersal ra li hev bike. Yanî hema tu hîn wek sedsala 16'an, wek Ehmedê Xanî binivîsînî wê çi bibe ku? Gava ez dibêjim zanîn qesta min hinekî jî ev e.

-Li Tirkiyê edîbê ku tesîr li te kiribe heye gelo?

Çavkaniyên tesîr li min kirine fireh in. Gava ez bersîvê didim pirsên wiha ez
tim çivan didim xwe. Ne ku ez ditirsim, esas ji ber ku ez naxwazim li hember wîjdanê xwe neheqiyê li kesî bikim. Gelek hunermendî, gelek şairî tesîr li min kirine.
Lê ev heye; mesela pênc sal berê ez pirr di bin tesîra yekî da mame, lê dûre min ew qet nexwendiye. Vana tiştên wiha ne ku li gor sal û zemên pirr tên guhertin. Şairê ku di hijde saliya xwe de ez sebê dîn dibûm, nuha qet nazxwînim. Wê demê gelek tesîra wan li min bûye, feydeya wan gihîştiye min. Ya jî di wan salan da yekî ku qet kêfa min jê re nedihat, gava bûme sîh salî min gotiye haa, ez nuha fahm dikim, ez nuha lezetekê jê digrim. Yanî ev meseleyeke merheleyê ye. Mesela klasîkên dunyayê jî wiha ne, ez nikanim wan jî bijmêrim. Ez ji Dostoyevskî pirr hez dikim, lê hisekî wiha bi min ra çê dibe, dibêjim gelo ez li filankesî neheqiyê nekim. Min berê jî got, ez pirr di bin tesîra kulturên vê coxrafyayê da mame.
Özgur Politika 25-26 Sibat 1996
Wergera ji tirkî: Zinarê Xamo


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE