Surprîzên jiyanê pir in; gava meriv di heqê dostekî xwe
da, di heqê yekî meriv jê hez dike da tiştekî baş dibihîze û kêfa meriv tê,
meriv dibêje çi baş, wê demê min ji merivekî baş hez kiriye.
Yanî meriv bi dost û hevalê baş kêfxweş dibe.
Lê gava meriv di heqê dostekî xwe da tiştekî meriv qet jê hêvî nake, qet jê napê dibihîze; wê demê jî meriv xemgîn û xeyalşikestî dibe.
Do min di heqê dostekî xwe yê min jê hez dikir da tiştekî min jê nedipa bihîst, ez matmayî mam.
Ji bo ku bizanibim rast e, ya ne rast e, min jê pirsî. Min dî çivan dide xwe, qal û qîlên beradayî dike hincet. Dû re qebûl kir û ew tişt jî parast.
Me dawî li dostaniya xwe anî.
Min îro bala xwe dayê ez ji hevaltiya xwe derxistime. Rast kiriye, çimkî dilê me ji hev ma, şûşa dil carê şikiya hew cebar dibe…
-Heger her tişt wek ku xuya dike bûya, ava deryayê gava tu
digrî destê xwe ewê hişin bûya.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar