Li ser sirgûnê û dîasporayê gotineke Mîlan Kundera ya pir
xweş û rast heye.
”Berî tu herî baş bifikire; çimkî di vegerê da tiştê tu yê bibînî, ewê bi tiştê di çûnê da te li pey xwe hîşt tu carî ne yek bin.”
Nivîskarê mezin çiqasî rast û xweş gotiye.
Piştî 30 sal sirgûn, di vegerê da tiştên di çûnê da min li pey xwe hîştibûn min yek jî wek xwe nedît, hemû ya wenda bûbûn ya jî bûbûn
tiştekî din.
Êdî ne war ew warê min hîştibû, ne jî hogir û heval, ew nas û dost û hevalên berê bûn.
-Bi însanan ra bi axaftina rû bi rû hûn kanin her gelşê
çareser bikin. Lê belê hin însan tê hember te, tu nizanî tu yê bi kîjan ruyê wî
ra bipeyive.
///Mewlane
///Mewlane
-Li dera te nig avêt ji ber min da û ez xistim, ez dest bi
jiyanê dikim. Bira çongên min di nava xwînê da bimîne, çawa be ewê bi qasî dilê
min neêşe.
///Şems-i Tebrîzî
///Şems-i Tebrîzî
Gotina rast rast e. Him rast gotiye û him jî xweş gotiye.
Tu birîn bi qasî birîna dil kûr nabe û naaxive. Birîna şûr û xencerê derman dibe, lê belê birîna di dil da vebe qet û qet ne di kewe û ne jî derman dibe...
Wer dimîne...
Tu birîn bi qasî birîna dil kûr nabe û naaxive. Birîna şûr û xencerê derman dibe, lê belê birîna di dil da vebe qet û qet ne di kewe û ne jî derman dibe...
Wer dimîne...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar