19 maj 2019

Rismek û tesîra li min kir




Çend keç û xortan du roj berê(17/5)li Stenbolê li Zanîngeha Boxazîçiyê li ser edebiyat û kovaran panelek çêkirine û di FBê da du sê rismên panelê belav kirine. Karekî pir baş kirine, ez wan pîroz dikim.

Min bîstekê bi dîqet bala xwe da du rismên panelê, min risim baş temaşe kirin. Bi min rismên pir ecêb in, xemgînî, bêmoralî û heznîtî ji wan difûre.


Temaşekirina wan ez xemgîn kirim. 

Meriv dibêje belkî ew ne civîneke li ser edebiyatê ye, şîn e, her kes heznî û xemgîn e, di mitalên kûr û dûr da ye. 

Kesên axaftevan jî di nav da fizîkî li wê salonê rûniştine, lê rûhî kes ne li wir e, hişê her kesî li derke din xuya dike, fena ku li tiştekî din difikire, fena ku bedena wî/wê li wir e, lê ew dereka din e. 


Însan hustuxwar û di xem û xayalan da, di mitalan da xuya dikin. Kes bi kêf, rûken û şên xuya nake, ruyê kesî nakene.

Ev hewa û atmosfera min li jor qal kir ne mexsûsî vê panêlê tenê ye, ev demeke, belkî du sê sal in hewa û atmosfera hemû civînên kurda ye. Di civînan da kurd xemgîn û heznî xuya dikin.

Gava ez lê rast têm ez bala xwe didim rismên civînên kurdan yên di medyaya sosyal da belev  dikin. 

Ez kanim bibêjim hema hema atmosfera hemû civînan di risman da ev e; kurd bi tevayî bêmoral û xemgîn xuya dikin. 

Gava meriv bala xwe dide risman, meriv dibîne însan bêmoral û murûztahl in û bal û dîqeta wan li dereke din e. 

Meriv di civînan da vê xemgîniya kurdan pir rehet dibîne. Însan nerehet û bêhuzûr in û ev yek ji sûretên wan baş xuya dike.

Ev yek jî ne ecêb e, di demeke kin da hewqas felaket û bobelatên mezin were serê miletekî ne mimkûn e dîsa jî kêfxweş û dilşa be, bi moral be…

Şertê em tê da, zulma li her çar perçên Kurdistanê li me dibe, zalimîya dijminên me, em ji pertav da xistine, zewq û moral bi me ra nehîştiye. Em hemû şînî û dilşikestî xuya dikin. 

Erê em diherin, tên, digerin, civînan çê dikin, beşdarî civînan dibin, sohbet dikin û wek merivên bi sihet, li ser hişê xwe xuya dikin, lê ne wiha ye; hişê me, bala me, aqilê me li dereke din e...

Em tim di xem û xeyalên kûr da ne, em li riya xelasiyê difikirin, dibêjin emê çawa ji vî halî xelas bibin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE