05 september 2018

Li ser axaftina kurdî du numûneyên pir xweş




Xanimeke bi navê ”Gulistan”ê di twîtta xwe da gotiye:

”Li Rihayê min adres ji mêrikekî pirsî. Bi mir xeyîdî, go ez Kurmanc im, ez Kurmancî zanim, ne bi Tirkî , hêrsa we hemûyan ji min dersixt.”

Ez him matmayî mam û him jî ji kêfa firiyam ! 


Riha û ev bersîv?

Ez bi hemşeriyên xwe yên îsotçî serbilind im!

Li kîjan bajarê Kurdistanê kurdek kane vê bersîvê bide pirseke bi tirkî?

Hindik bin jî diyar e kurdên bi xîret hene. 

Ez bi qurbana wî devê wî bim.

Her kurdê bi tirkî peyivî dibê bersîva meriv ev be.

”Ez kurd im û bi min ra bi kurdî bipeyive, ne bi tirkî !”

Û numûneyek jî ji Dr. Mûsayê Dikandar:

-Dr. Mûsayê Dikandar: Keçiçek hebû, her roj dihata Bereket Gıdayê. Ew her tim bi min re tirkî dipeyivî; ez jî kurmancî bersîv didam. Piştî çend hatîn û çûyînê din, berê xwe da min û bi kurmancî got: Min fêmkir divê ez li vî dikanî kurmancî bipeyivim. Ez wî tweetê diyarî Apê Zinarê Xamo dikim.

-Zinarê Xamo‏: Ez jî vê twîtta te bi dilşadiyeke mezin qebûl dikim. Wek te jî gotiye, dema xîret û îstîkrar hebe, însan tên guhertin. Ne bi xeyd û bi zorê, dibê meriv bi zimanekî şîrîn ji kurdan ra bibêje, gerek em bi zimanê xwe bi hev ra bipeyivin; wek tirkan, wek almanan.

XXX
Tirk zulmeke pir mezin li kurdên her çar perçên Kurdistanê dikin. Kîn, efret û neyartiya xwe ya ji kurdan jî qet venaşêrin.
Em nikanin bi wan.

Lê em kanin bi zimanê wan nepeyivin, heta ji me tê em bi tirkî nepeyivin. Zimanê xwe fêr bibin, ne bi tirkî, bi kurdî binivîsin.
Ev jî micadele û şereke.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE