03 september 2018

Em pir dibin lê têrê nake



Bi xêra medyaya sosyal di van salên dawî da pir hindik kurd jî zimanê xwe fêr bûn. Li gorî 10 sal berê kesên bi kurdî, çi bi kurmancî û çi jî bi zazakî zanin bixwînin û binivîsin zêde bûne. Ev yek min kêfxweş dike.

Lê belê ev yek asîmîlasyona miletê kurd berteraf nake, heger kurdek fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dibe, sed kurd dihelin.

Erê di nava kurdan da kesên bi tirkî dinivîsin û ji tirkî hez dikin pir in, lê ne bi qasî wan be jî kesên ji zimanê xwe hez dikin û bi zimanê xwe dinivîsin û ji nivîskarên kurd hez dikin jî ne hindik in. 

Jimara wan ji yên bi tirkî dinivîsin hindiktir bin jî ew li ber vî dilî pir ezîz in. 

Ez ji we hez dikim û ez zanim hûn jî ji min hez dikin. Û em herdu serî jî ji zimanê xwe hez dikin. Ji xwe sebebê hezkirina me ya ji hev jî ev e. Ev, sedîsed e.

 XXX
Dê û bavên bi kurdî zanin û bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin him zulmeke mezin li zarokên xwe dikin û him jî berpirsiyariyeke xwe ya netewî bi cî naynin.

Sebebê zarokên bi kurdî nizanin ne zarok in, dê û bav in, ew berpirsiyariyên xwe yên ebeveyniyê(dê û bavîtiyê) bi cî naynin.
Ev jî gunehekî mezin e.
Helbet ji bo hin kesan zor û zahmetî hene. Lê çi be jî dibê meriv zarok aşînayê zimanê wî bike.

 XXX
Ez çiqasî dubare dikim û xwe davêjim bextê wan jî bêfeyde ye, hin camêr hene dev ji xizmeta ji tirkî ra bernadin.
Kurmê şîrî heta pîrî.
Mirîşka me ye, diçe di kadîna xelkê da hêka dike. Û him jî hêkên mezin...

XXX
Carnan dibêjin efendim filan dijminê me ji yê din xerabtir e.
Bi Xwedê hemû jî kûçikên di ser hev ra ne, yek ji yekî xerabtir e.
Ji sofî ra gotin: "kûçik yan beraz, kîjan çêtir e?"
Got, "nalet li herduyan jî were."

Ji şansê me kurdan ra dijminên me hovên ji hev hovtir in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE