Mêşkuja xanimê |
Îsal pê da ye li mala me şerê xanimê û mêş û kelmêşan
berdewam e, herdu serî jî teslîm nabin, bi înad li ber xwed didin.
Ji ber ku hewşa me hişnayî ye û sê darên me yên fêkî û du darên kajê (çamê) hene û der û dora me jî hemû dar û hişnayî ye, tu bibêjî, nebêjî hinek mêş û kelmêş hene. Û dema em derî û pacan vedikin carnan tên hundur, ji xwe ra li nêçîra xwe digerin.
Mêşkujeke xanimê heye, li mitbaxê bi darda ye, dema mêşek,
kelmêşek rêya xwe şaş dike û tê hundur, xanim di cî da radihîje sîleha(mêşkuja)
xwe û di şerpîne; şîrp û bere şîrp. Ya dikuje ya jî birîndar dike, dike term û
di erdê ra dike.
Derba wê hema hema tu carî li fûtê naçe. Heger ji ber nerevin
û ruhê xelas nekin, sedîsed tên kuştin. Û êvaran jî bi serbilindî çend mêş û çend kelmêş kuştine dibêje.
Lê çend heban bikuje jî, roja din dîsa tên, ne ew diqedin û ne jî xanim diweste.
Lê çend heban bikuje jî, roja din dîsa tên, ne ew diqedin û ne jî xanim diweste.
Herb bênabên berdewam e..
Ez dibêjim xanim, tu yê seqetiyekê çê kî, tu yê cam mamên me
bişkînî. Dibêje ez zanim li ku dixim.
Diyar e nîşangiriya xwe pêş da biriye. Tu dibêjî belkî çûye qursa nîşangiriyê, tim ya li hedefê ya jî li der û dorê dixe. Lê tu carî seqetiyekê çê nake. Hêvî dikim ji nuha û pê da jî zirarekê nede me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar