18 augusti 2018

Do rojeke xweş bû



Gelek spas ji bo Nîhat û Mencê xanimê...

Do em çend heval mîvanê Nîhat Saganda û Mencê xanimê bûn. Mala wan ava be, ji me ra mazûbaniyek baş kirin.

Baranê hinekî bela xwe di me da lê stara me hebû, em şil nebûn.


Nîhat merivekî hoste û jêhatî ye, do jî hostatiya xwe nîşan da. Goşt û kibaba û kezeba ji me ra biraşt pir lezet bû.


Stockholm ne wek Wêranşarê û Diyarbekrê ye, dîtina dost û hevalan ne rehet e. Çimkî qahwe û ciyên meriv hevûdu li bibîne tunene, dibê meriv li hev bigire.


Bi minasebetên wiha em hev dibînin û çend saetan bîna xwe fireh dikin. Berê em xort bûn, komelên me hebûn, me her roj li komelan hev û du didît. 

Lê nuha him em ne ew xortên berê ne, ji vê xebat û aktîvîteyê bazdin ya din û him jî ew cî mekan jî êdî tunene. Bi mîvandariyên wiha em hev dibînin. Adeteke baş e, bi vê minasebetê em salê çend caran hev dibînin, him qala rojên borî dikin û him jî çend saetan dil diaqiqînin...



Ji qahpikê ra gotin: "Tu çima ber nagirî?"
Got: "Ma ezê çawa ber bigrim, yek çê dike yekî din xera
dike."
Pir dişibe halê me, em bi salan bi kevçî top dikin, bi heskê belav dikin.
Û dû ra jî porê xwe dirûçikînin û gazinan dikin.

XXX
Ji ava çem ra gotin çemo çima deng ji te tê? Got, hevalê min kevir e.
Ji şansê me ra kevir hevalên me ketine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE