Meriv bi xwe, bi destê xwe bikanibe derbekê li dijminê xwe
xe, wî pîs bike, di erdê vegevizîne, heyfa xwe û heqê xwe jê bigre xweş e.
Lê gava ne meriv, lê yekî din lêxe, yekî din dijminê meriv pîs bike , dixwaze bira ew Amerîka be ya jî yekî din be, dîsa baş e, dîsa kêfa meriv tê.
Erê wek meriv bi xwe kiribe dilê meriv rehet nabe, lê dîtina rezîlbûna neyar dîsa jî kêfekê dide meriv.
Wek meriv li fîlmekî jê hez dike temaşe bike. Kêfa meriv ji qehremanê fîlm ra
tê…
Lê dixwaze bira ne yekî din lêxe, bira topa Xwedê ya berbanga sibê lêkeve.
Dixwaze bira gurrî û kurmî bibe.
Dixwaze bira ji ser nêrdiwanê da bige û heft movikên hustuyê wî bişkên.
Dixwaze bira boçikî bibe û bişt têkeve ber.
Dixwaze bira jana zirav lê der be.
Dixwaze bira ava reş bi çavan da were.
Dixwaze bira êşa diranan xenê şevan lê biherimîne.
Dixwaze bira li erdê tep û dûz bikeve û kût bibe.
Dixwaze bira qotika canê wî jî bi dest nekeve bixwe.
Dixwaze bira şêrpençe lêxe û bibe komek gestî û têkeve ber destan.
Yanî bi çi hawî bela xwe dibîne bira bibîne baş e.
Meriv pê xemgîn nabe.
Erê tam agirê dilê meriv venamirîne, lê dîsa kerba wî meriv piçekî dadixîne, hinekî aş dike…
Çimkî dijmin e, neyarê serê me ye, kî bela dijminê me bidê jî kara me tê da heye, lê zirara tê da nîne…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar