03 juni 2018

Ger û seyrana me ji dilşadiyê bêtir ez xemgîn kirim



Deh rojên ger û seyrana li welatên xelkê zû derbas bûn. Bîstek berê ez û xanim bi zikê birçî û bi halekî westiyayî em gihîştin hêlîna xwe. 

Gotineke pêşiyên swêdiyan heye, dibêjin ”derî mlê baş e, lê belê mala meriv baştir e.”
Kurd jî dibêjin ”Şam şekir welat şîrîntir e.”


Welatê me tuneye, lê li welatê xelkê maleke me heye, mala me kusêxek be jî ji qesir û qonaxên xelkê, ji otêlên luks xweştir e.


Ez nizanim ji ku dest pê bikim û qala çi bikim û qala çi nekim?

Kurd dibêjin te çi xwar û çi vexwar bira li te noşî can be, lê ji me ra qala tiştên te dît bike.

Nizanim çima, lê di her gerrê da dema ez welatê xelkê, kêf û şadî û azadiya wan dibînim biêtir bi halê xwe yê rezîl dihesim û lema jî gelkî xemgîn dibim û xanimê jî bi xwe ra xemgîn dikim.

Lema jî nuha ezê ji we ra qala me çi xwar û çi vexwar, çi kêf kir nekim, lê belê pir bi kurtî qala hin diştên min dîtin û min his kir bikim.

Em Danîmarkayê nehesibînin, çimkî em li wir nesekinîn, otoboza me ket keştiyê û em transît derbasî Almanyayê Rostockê bûn. 

Em çûn 4 welatan; Polonya, Lîtvanya, Letonya û Estonyayê. Me paytextên sê welatan (Lîtvanaya, Letonya, Estonya)û gelek bajarên wan dîtin.


Li ser sînorê tu welatî ne dîwar hebû û ne jî qereqol û leşker. 

Li ser sînorê tu welatî ne otoboza me hat sekinandin û ne jî kesî pasaport ji me pirsî. 

Fena ku meriv ji Wêranşarê here Rihayê, ji Diyarbekrê here Batmanê em ji welatekî çûn welatekî din.

Em çûn kîjan welatî, kîjan bajarî rêberê me ji me ra qala dîroka wî welatî, wî miletî û wî bajarî kir. 




Bajarê em çû bûnê kînga ava bûbû, kê ava kiribû, çend caran û ji alî kê ve hatibû dagirkirin û qesir û qonax û dêrên lê hebûn kînga û kê ava kiribûn bi kurtî ji me ra qal dikir.

Gelên Polanyayê û hersê walatên Baltik(Estonya, Letonya, Lîtwanya) gelkî herb û bindestî dîtine, gelek ezîyet û cefa kişandine, ji destê almanan, rûsan, swêdiyan û danîmarkiyan gelkî kişnadine.

Li hersê welatên Baltik çiqas qesir, qonax, beden, dêr û avahiyên bedew hene hemû ji alî almanan, rûsan, swêdiyan û danîmarkiyan ve hatine çêkirin. 



Hema hema hemû bajarên wan ji alî van dewletên mezin ve hatine çêkirin, lê îro hemû bûne yên wan. 


Û îro bi milyonan turîst diçin bi heyraniyeke mezin li wan bajaran digerin û li wan avahiyên ji alî rûsan, almanan, swêdî û danîmarkiyan ve hatine çêkirin temaşe dikin.

Li her bajarî, li ber her dêrê û her qesir û qonaxê, bi bihîstina dîroka wan ez bi bindestiya xwe dihesiyam û dilê in bi halê me kurdan dişewitî.



Di vê rêwîtiyê da tiştê herî bêtir bala min kişand xelkê tarîxa xwe, serpêhatiyên xwe, trajediyên xwe, qetlîam û wêrankirinên bajarên xwe hemû kirine belge û malê tarîxê.

Kê, kînga çi aniye serê kê bi belge û wesîqe, bi avahî û abîde tê zanîn, bûye malê tarîxê.

Lê li gel ku di tarîxê da tiştê hatiye serê me sed qatî ji yên miletên baltik ne kêmtir e jî nayê zanîn. Ne em pê zanin, ne jî dinya. Çimkî em miletekî bê dewlet in, miletê bê dewlet tarîxa wî jî tuneye. 

Dema rêberê me qala zulm û qetlîamên almanan, rûsan û swêdiyan li wan miletan kirine dikir giriyê min bi halê me kurdan dihat.

Rûsan kîjan salê çiqas letî, estî û lîtwanî kuştine û surgûnî Sêbîryayê kirine yek bi yek tê zanîn.

Kîjan ronakbîr û serokên wan kuştine yek bi yek tê zanîn û heykelên hemûyan danîne, çîrok û serpêhatiyên wan tên zanîn û bi devê rêberan ji turîstan ra tên gotin.

Çi yê me tê zanîn?
Li ser tarîxa me û trajediyên me çend belge, wesîqe û abîde hene?


Li ser tarîxa xwe em kanin çi nîşanî turîstan bidin û bi tarîx û belge qala kîjan qetlîamên neyarên xwe bikin?

Carê min ji rêberê me ra got, ev çend roj in tu qala tarîxa miletên Baltik dikî, kê çi zulm li wan kiriye tu ji me ra bi cî war dikî. 



Lê tu nizanî rûsan, tirkan, farisan, ereban eynî zulm û heta gelkî xerabtir li me jî kirine, rûsan kurd jî surgûnî Sîbîryayê kirine.

Lê tu wê nizanî. Tu qala wê nakî. Çimkî zulma li kurdan dibe kesî eleqedar nake. Çimkî bindestiya kurdan, dagirkirina kurdan kesî nerehet nake.

Min got, zulma li me kurdan bûye ji  ya miletên Baltik pir û pir girantir e, lê kes pê nizane. 



Bi hezaran serok û mezinên me, şêx û beg û mîrên me jî hatin qetilkirin, lê gorra yekî jî tuneye. 

Tu me li van deran digerînî û ji me ra qala serpêhatiya van miletan dikî, lê em kurd nikanin turîstan bibin ser gorên pêşiyên xwe, çimkî gorrên wan jî tunene.

Ez serê we neîçînim min jê ra qala rewşa me, perşîniya me û barbariya dijminên me kir.

Bêguman ez zanim halê me kurdan halê kûçika ye, çimkî em bindest û bêdewlet in. Miletê bindest û bêdewlet ne heykelên qehremanên wî hene û ne jî gorrên wan. 

Ez nuh bi viya nahesim.

Lê dîsa jî dema meriv welatên xelkê dibîne, dema meriv li xelkê guhdarî dike meriv bêtir bi rebenî û bi koletiya xwe dihese û giryê meriv bi halê meriv tê.


Lema jî di vê rêwîtiya da bi qasî ez kêfxweş bûm, heqasî jî xemgîn bûm û bêtir bi bindestiya xwe hesiyam, zincîra koletiyê bêtir li hustu û nigên min jidiya. 

Dema min li rêber guhdarì dikir giriyê min dihat, kul û kederên dilê min tevra dibûn. 

Carnan min ji xwe ra digot meriv ji mala xwe dernekeve çêtir e, welatên xelkê, halê xelk tê da dijî kulên meriv tev radike, meriv ji xwe nefret dike, dibêje bi çi heqî ez bi van merivên azad ra digerim?



Îo hewqas bes e, çend tiştên din jî hene lê ewê pir dirêj bibe, bi xêr di nivîseka din da ezê qal bikim.

Me gelek derên ji hev xweştir dîtin, ne mimkûn bû min rismê her avahiya xweş bigirta, çimkî bi sedan bûn. Lema jî ez lînkên Vilniusê, Rîgayê û Tallinnê diweşînim, yê bixwaze kane lê binêre. Lê me hin der û bajarên din jî dîtin. Navên wan nayê bîra min.


5 kommentarer:

  1. Tu bi xêr û silametî hatî Ezbenî.

    Ez dibêjim tevî tesîrên negatîv ên dîtina dinyaya aza jî heger ew dîmen, cîh û war û azayîya dinyayê em niquçandin ji bo xebata welatî wê lêheja be ku meriv çûbe, dîtibe.

    Ê wan heye, çima ê me jî tune ye, hingê bila ê me jî hebe. Û...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ji xwe min gotiye, gava meriv welatê xelkê, hebûna xelkê dibîne meriv bêtir bi bindestiya xwe dihese û heger piçek aqil û xîret jî bi meriv ra hebe, meriv dibêje çima yê min jî tuneye, çima ez jî wek van ne xedî welat û qesir û qonax im?

      Radera
    2. Min ji bîr kir bibêjim berxudar bî û mala te ava be.
      Te ev spasî heq kiriye. Heger ne bi hezaran bin jî, bi sedan xwendevan û şopînerên min hene, bêyî te kesî xêrhatin neda min, te tenê got "tu bi xêr hatî." Lema jî dibê ez du caran spasî te bikim.

      Radera
    3. Çavên min li rê bûn qey loma min nivîsandiye. Hema hesêbî di şûna wan sedan re min bixêrhatinî di te da, Ezbenî. Em bi hev ra hene û xurt in.

      Radera
    4. Gelek spas birayê ezîz, tu merivekî centîlmen î.

      Radera

PARVE BIKE