Ez Google Chorme bi kar tînim. Her cara ez kompîtora xwe
vedikim di ekranê da rismekî ji xweşikiya wî nayê gotin derdikeve. Her roj ne
eynî rism e, rojê rismekî nuh nîşan didin.
Carnan jî bi minasebeta hin rojan
hin çixîzên pir xweşik dikin rûpela pêşî ya Googlê.
Berî ez herim malpera xwe ya FB, ez bîstekê bi heyranî li rismê ekranê temaşe dikim.
Rismê îro rismekî derayayê ye. Aveke kesk û hişin û pir zelal e, wek neynikê ye, meriv kane porê xwe li ber şeh bike.
Boteke zer, xemilandî û pir xwşik li peravê sekinîye.
Li pişt deryayê qotên, lûtkeyên çend gir û çiyan xuya dikin.
Li jor jî asîmanekî hişin û bênderên ewrên çîk spî wek konekî, wek belekiyên berfê girtiye ser deryayê.
Hemû bi hev ra bûne dîmenekî bêemsal, meriv dibe heyran, dixwaze bi deqîqeyan lê temaşe bike.
Van rismên hewqasî xweşik çawa digrin meriv fêm nake.
Meriv nikane belav bike,
min bikanîbûya minê belav bikira.
Belkî jî meriv kane belav bike lê belê ez
nezan û xeşîm im, nikanim belav bikim.
Hin risim(fotograf) hene bîna meriv fireh dikin, kêfa meriv tînin, wezîfeya xelwetê/medîtasyonê dibîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar