06 mars 2018

Çîrokeke mikemel û bîranîneke pir xweş




Edîb û fîlozofê jîr Înan Eroglu çîrokek pir xweş, pir enfes nivîsîye. Meriv ji xwendina wê têr nabe.

Û ev ne bes e, di ser ser da navê min jî tê da derbas dibe. Ev ji bo min bû surprîzeke pir xweş.

Rastî û xeyal di çîrokekê da ancax kane hewqasî xweşik li hev were ragirtin. Di çîroka ”Pismamê Herakleîtos” da meriv hêza felsefê dibîne. Meriv dibîne gava edîb fîlozof be çîrok wek straneke dengbêjan, wek xemîşokeka pîrekê xweş û lezîz dibe. Meriv ji xwendina wê têr nabe.

Ji bo vê çîroka xweş ez Înan Erdoglu pîroz dikim.
Di çîrokê da navê min jî derbas dibe. Li gorî Înan Eroglu gotiye, ji bo ku ew kitêba Malmîsanij ”Herakletîos” peyda bike di bloga xwe da îlanek belav kiriye û li ser wê îlanê min jê ra kitêba Malmîsanij şandiye.



Ev yek kînga bûye, min kitêb ji ku û çawa bi dest xist, çawa şand qet nayê bîra min. Ji tiştê Eroglu qal kiriye şipoke herî biçûk jî di bîra min da nemaye.

Tiştekî pir xerîb e, ez tirsiyam. Erê min zanîbû van salîn dawî hafizeya min zeîf bûye, ez çend caran çûm ser tuxtor jî, lê belê min nizanîbû rewş hewaqî xeraba ye...

Ji xwe nasiya min û Înan Erdoglu jî qet nayê bîra min. Min digot belkî van mehên dawî, sala çûnî min ew nas kiriye.

Nuha min tam bawer kir problemeke min hafizayê heye. Berê jî pê hesiyabûm, lê îcar min tam bawer kir hafizeya min hin tiştan qeyd nake. Berê ez ne wiha bûm. Berê hafizeya min pir xurt bû. 

Xemîşokek(çîrokek) çiqasî dirêj li ba min bihata gotin, min tavilê ji ber dikir û şeva din min kanîbû bigota.
Lê nuha rewş bermeqlûb, yanî belovacî wê bûye.

Wê rojê Ehmed Huseynî jî qala bûyereke wiha kir. Got ew hat mala me û min çentê wî tije kitêb kirin. Ew jî nehat bîra min.
Şandina kitêba Malmîsanij qet nayê bîra min. Xwedê kir her kes wek min ne bêhiş e...
 
Di çîrokê da beşê navê min tê da derbas dibe:

”Wêje û Rexneyê ji bo hejmara xwe ya 40î ji min xwestibû ku ez meqaleyekê derheqê kitêba helbestan a M. Malmîsanij de binivîsim. Ez şok bûbûm. Min ti carî nebihîstibû ku kitêbeke helbestan a Malmîsanij heye û ji ber vê nezaniya xwe min fedî kiribû. Piştî lêkolînekê min kitêba wî ya helbestan dîtibû lê ji ber ku çapa kitêbê di 1988an de hatibû kirin û li ser daxwaza Malmîsanij ti carî çapa wê ya nû nehatibû kirin, li ti kitêbfiroşî min ew peyda nekir. Çûm Ephesosê, çûm Konstantînopolîsê, li hemû sehafan geriyam, lê jehr tê de be, ti nusxeyek jî bi dest neket. Xemgîn bûbûm û tevî ku bêhêvî jî bûbûm, min îlanek derheqê vê kitêba helbestan de li ser bloga xwe belav kiribû. Mala wî hezar carî ava, şahê blogerên kurdî zinarexamo ev îlana min dîtibû, nusxeyeke vê kitêbê ji Swêdê ji min re şandibû.”

Çîroka  "Pismamê Herakleîtos"

2 kommentarer:

  1. Apê Zinar gelek spas ji bo nirxandina te. Ez kêfxweş bûm bi ecibandina te.Lê fîlozofî ne karê min e û ti niyeteke min a wiha jî çênebûye. Bes peyva edîb xweş e :) Silav û hurmet.

    SvaraRadera
  2. Înan, weleh te felsefe nexwendibe, dîploma te ya fîlozofiyê tunebe jî ez gotina bi paşda nagirim, meriv ne felsefecî be nikane vê çîrokê binivîse.
    Nuha tiştek ji nişkave hat bîra min, meriv edebiyat nexwendibe jî kane bibe edîb, tarîx nexwendibe jî kane bibe tarîxzan. Rojnamevanî nexwendibe jî kane bibe rojnamevan. Gelo yê felsefe nexwendibe jî nikane bibe fîlozof, yanî felsefecî?

    SvaraRadera

PARVE BIKE