Li Sûriyê li Îraqê di şikestina Daîşê û çete û terorîstên
îslamî da rola kurdan pir mezin e. Vê rastiyê hemû dinya jî qebûl dike û
dibêje.
Di şerê li hemberî Daîşê da kurdan bedelên pir mezin dan. Welatê me wêran bû. Me bi hezaran şehîd dan.
Çete û qatilên îslamî yên Tirkiyê dest avêtin namûsa kurdan, keç û jinên kurdan êsîr girtin û ji xwe ra kirin kole.
Kurd li hêviyê bûn Ewrûpa, Emerîka û Rûsya alîkariya kurdan bikin. Ev yek maf û heqê kurdan bû, dibê Ewrûpa , Emerîka û Rûsyayê destê alîkariyê dirêjî kurdan bikirana.
Lê nuha li Efrînê û li Kurdistana Başûr eksê wê dibe. Bi destûra Rûsyayê û bêdengiya Emerîkayê, Tirkiye, Îraq û Îran ji nuh ve Kurdistanê dagir dikin û kurdan qir dikin.
Ev sê hefene Tirkiye li Efrînê agir bi ser serê kurdan da dibarîne, Efrînê wêran dike.
Ev bêdengiya dinyayê û Neteweyên Yekbûyî bêexlaqî ye, qeleşiyeke Rûsyyê û
dinyayê ye.
Di esasê xwe da Emerîka, Ewrûpa û Rûsya deyndarên kurdane, bi xêra alîkariya kurdan kanîbûn li Sûriyê û li Îraqê Daîşê bişkînin.
Lê nuha ji dêlî deynê xwe bidin, bacekê bi kudan didin dayin, çavên xwe ji êrîşên Tirkyê û çeteyên Daîşê ra digirin, li Efrînê li qetilkirina kurdan temaşe dikin.
XXX
Heta Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî êrîşên
Tirkiyê û terorîstên îslamî wiha bêdeng bin Tirkiye ewê qetlîamên xwe bidomîne.
Lê ev bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û ya Yekîtiya Ewrûpayê ewê wek lekeyeke reş, wek bêşerefiyekê di tarîxa wan da were nivîsin.
Di serî da Rûsya, Emerîka û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê jî şirîkên vê teror û qetlîama Tirkiyê ye. Rûsyayê destûr neda, Emerîka û NY bêdeng nemana Tirkiyê nikanîbû êrîşî ser Efrînê bikira.
XXX
Rûsyayê li Efrînê bi kurdan ra bêbextî û qeleşiyeke mezin kir, Ev qeleşî wek rûreşiyekê ewê derbasî tarîxa rûsyayê bibe.
Rûsyayê li Efrînê bi kurdan ra bêbextî û qeleşiyeke mezin kir, Ev qeleşî wek rûreşiyekê ewê derbasî tarîxa rûsyayê bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar