28 februari 2018

Azadî gelkî nêzîk bûye


Ez zanim, ez his dikim, 
bi belavkirina van xeberên ne xweş,
hemû mişt jan û êş
ez pê gelek kesan xemgîn dikim,
hinek qahr û êşên din li barê wan dikim serbar
hin derd û kulên din
li keser û birînên dilê wan zêde dikim.

Lê ez çi bikim,
di nava xerabeyên bajaran da,
di nava termên li erdê da,
li ber dîmenên gund û bajarên wêran
ez nikanim qala tiştên xweş,
qala kêf û henekên dilgeş bikim

Li welatê min çi diqewime
rastî çi ye ez wê dibêjim.
Ez derewan nakim,
buhtanan li kesî nakim
tirk çi zilmê li me dikin
ez wê neqil dikim
dibê her kes bibîne ez ne kurtêlxurim,
ez ne kûçikê li ber deriyê neyar im
ne xayinê qewmê xwe me
dilê min dişewite
lê ji destê min ev tê
darê min hew di xênî hil tê

Êşa bindestiyê
hiskirina zulmê û neheqiyê
tiştekî wiha ye meriv nikane ji xwe dûr bixe
dibe qîr û bi ruhê meriv va dizeliqe
”êş mîna perwaneyekêye,
tenê ferqeke wê heye,
meriv nagre û nebe dereke din,
viz dibe û ha viz dibe.”


Lê tu zulm ne bêdawî ye
zû dereng dawiya wê jî heye
azadî îro dûr xuya be jî
ev ne rast e
di rastiyê da ew gelkî nêzîk bûye

1 kommentar:

PARVE BIKE