19 februari 2018

Ahmed Husênî û bîranîneke ez kêfxweş kirim


Ferîd Mîtanî di malpera Bûyerpressê da bi Ahmed Husê ra hevpeyvîneke xweş kiriye. 

Ahmed Husênî dostekî minî kevn e, demakê di rojnameya Armancê da em bi hev ra xebitîn. 

Di destpêka salên 1990î da çend salan li Swêd ma û demakê me di rojnameya Armancê da quncikek dayê û di wir da  nivîsî.

Ez gelkî jê hez dikim. Ji xwe ez bawer nakim li vê dinyayê kesê  ji Ahmed Husênî hez neke hebe.

Ahmed Husênî, merivekî wiha ye meriv nikane jê hez neke û bibe dilnexwazê wî.

Min Ahmed Husênî çer hat Swêd bi rêya Seîdê Mele nas kir. Ev naskirin dû ra bipêş ket û qulibî dostiyeke nemir.

Ji wan salên Ahmed Husênî li Stockholmê bû gelek bîranînên me hene. Ji wan rojan hin tişt tên bîra min, lê hin tişt jî min ji bîr kirine lê belê tên bîra wî.

Ferîd Mîtanî di malpera Bûyerpressê da bi Ahmed Husênî ra hevpeyvîneke xweş kiriye. Husênî, di dereke wê hevpeyvînê da gotiye:


”Xala herî girîng jî ew e ku ez derdora du sal û şeş mehan li kampeke Swêdê mam. Rewşa min a derûnî pir xirab bû û ji xwendinê pê ve tiştekî din bi min re nedibû alîkar. Ez çûm Stockholmê bal dostê xwe ´Zinarê Xamo.´  Zinar tûrikekî pir mezin tije pirtûk kir û da min. Min bi yek carê xwe ji xwendina kurmanciyê re vala kir.”


Hafizeya însên tiştekî pir xerîb e, hin tiştan qet ji bîr nake û hin tiştan jî qet qeyd nake, zû ji bîr dike. 

Ev bûyera Ahmed Husênî di vê hevpeyvîna xwe da qal kiriye, di sala 2010 da jî di sohbebeteke me ya Facebookê da jî qal kiribû û wiha gotibû:

”Mamostayê min Zinarê dilspî! Pêwist nake tu bizanibî min çendîn ji te hez dikir, çendîn hez dikim û dê hez bikim.
Çenteyê ku berî bîst salan te ew ji min re tijî pirtûk kirin, hetanî vê kêlîkê ew çente li ser milê min e, yanî hezkirina te li ser milê min e, yanî deyndarê te û dilsojiyê me.”

Ji wan rojên Ahmed Husênî qal dike jê gelek tişt di bîra min da mane, hin bûyer û sohebtên me tên bîra min. Lê ev bûyera ”çentê kitêva” qet nayê bîra min.8 sal berê dema qal kir jî nehat bîra min.

Tê bîra min Ahmed Husênî, pismamê wî Mihemed Efîf, Remzî Kerîm bûn mîvanên min. Min ji bo Armancê bi Mihemed Efîf û Ahmed Husênî ra hevpeyvînek kir. Piştî dildara wî hat û zewicî ez çend caran bûm mîvanê Ahmed Husênî. Ev tên bîra min. 

Li buroya Armancê, li Stockholmê gelek sohbetên me tên bîra min. Lê belê ev mesela kitêba qet nayê bîra min.

Hafiza tiştekî pir ecêb e, hafiza her kesî li gorî xwe hin tiştan qeyd dike û hinan jî qeyd nake. 

Ev bûyera Ahmed Husênî qal kiriye jî bûyerke wisa ye, di bîra wî da maye, lê di bîra min da nemaye. 

Çimkî însan du tiştan ji bîr nake, çêyî û xerabiyê. Di rojên teng da meriv ne çêyîya nas, dost û hevalên xwe ji bîr dike û ne jî xerabîya wan ji bîra meriv diçe.

Lema jî ”çenteyê kitêban” di bîra Ahmed Husênî da maye, lê belê di bîra min da nemaye. Çimkî hevalekî wî çêyiyek pê kiriye. Hafizya wî nankirî nekiriye, ew bûyer ebedîyen qeyd kiriye.

Ev bûyer nayê bîra min, lê belê hin bûyerên din tên bîra min. Berî ez Ahmed Husênî bibînim, di kovara Berbangê da min helbestek, du helbestên wî xwendin. Min ji helbestên wî hez kir û min xwest xwediyê wan helbestan nas bikim. 

Min pirsî, ez bi dû ketim. Gotin ev xortekî ji Amûdê ye, nuha li Swêd li kampekê dimîne û Seîdê Mele wî nas dike, ya jî dema tê Stockholmê li ba wî dimîne. 

Tavilê min bi Seîd ra têkilî danî û Seîd dû ra ew anî buroya Armancê û bi wî hawî me hev û du nas kir. 

Dema hat buroya Armancê jî ez bawer dikim torbakî naylon di dest da bû û dîsa çend kitêb di torbe da bûn.

Baş e ku hafizeînsênya her tiştî qeyd nake, tiştan bêjing dike û li gorî xwe hin tiştên serbêjing dide alîyekî, ji bo meriv arşîv dike û hin tiştan jî îmha dike û davêje.

Ji bo ku hafizeya Ahmed Husênî ev bûyer ji bîr nekiriye ez pir kêfxweş bûm. Di jiyanê da tiştê herî xweş gava yek ne bi xerabî, bi başî qala meriv bike. 

Xwedê kir wê rojê min ew çente tije kitêb kir û avêt ji pişta Ahmed Husênî da. Heger wê rojê min ew çente tije kitêb nekira nuha ezê hewqasî serbilind û kêfxweş nebûma. 

Meriv ji çêyiyê tu carî xerabîyê nabîne. Çêyî çêyiyê û xerabî jî xerabiyê bi xwe ra tîne.

Ahmed Husênî, şairê dilzîz û evîndarê kurd û Kurdistanê, bi vê bîranîna xwe te ez dilşa kirim. Hêvî dikim tu jî her tim dilşa û bextewar bî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE