05 januari 2018

Ji bêçaretiyê kurd diçin xwe davêjin dexlê serokên ereban

Ji bêçaretîyê gel diçe xwe davêje bextê Sîstanî, Malikî û serokên Heşdî Şeîbî.

Li Başûrê Kurdistanê milet tam perîşan û bêxwedî maye. Li ortê ne partî hene û ne jî hukûmet. Lema jî gel ji bêçaretiyê diçe xwe davêje bextê mezinên ereban, ji alîkariyê dixwazin.

Ev rûreşiyeke hukûmeta Kurdistanê û hemû partî û serokên kurda ye. Gel bêxwedî û bêçare hîştine.

Li gorî Rûdaw dinivîse heyeteke kurdên Xurmatoyê ji bo alîkariyê çûye xwe avêtîye Elî Sîstanî. Heyeta bajarê Xurmatoyê xwestiye Elî Sîstanî alîkariya wan koçberên kurdên Xurmatoyê bike.

Endamê heyeta kurdên Xurmatoyê Mela Hemewendî ji Rûdawê ra gotiye ew bi Elî Sîstanî, berpirsê Esaîb Ehlê Heq û hin berpirsiyarên şîe yên din ra civîyane û îro jî ewê bi berpirsê Heşda Şeîbî Hadî Amirî û Nûrî Malkî ra bicivin û dawiyê bi serdana xwe bînin.

Rezaleteke ji viya mezintir nabe. Ev tê wê maneyê gel hêviya xwe ji prtî, serok û hukûmeta Kurdistanê biriye, êdî li çareya serê xwe digere. Lema jî çûne xwe avêtine dexlê Elî Sîstanî û berpirsiyarên Heşdî Şeibî û Nûrî El Malikî…

Êdî ereb û ûjdanê xwe, ew çi bînin serê kurdan ew zanin. Hukûmeta Kurdistanê, partiyên kurd qet îşê xwe ji gel naynin. Ew li dû "mûçe" û çend qurişên rezîl in. Ereb welatê wan dagîr dikin, kurdan ji gund û bajarên wan derdixin, bi sedan qetil dikin qet ne xema hukûmeta Kurdistanê ye, qet ne derdê YNKê, PDKê, Goranê ye, ew mijûlî tiştekî din in. Ji dêlî herin hawara gel, diçin Bexdayê ji Ebadî pera dixwazin...


XXX

Qîmeta gotinên Serokê Fransayê Emmanuel Macron yên li ser PKKê gotiye bi qasî serîyek sîr jî li ba min tuneye. Ji PKKê ra bibêje terorîst û ne terorîst jî ji bo min zêde ne muhîm e.

Ya muhîm vexwendina wî ya Erdogn e. Bi baweriya min di demeke li Tirkiyê û li Kurdistanê kes nikane bîna xwe bigre, her kes ji ruhê xwe ditirse, bi dehhezaran în san bêsûc di zindanan da êsîr hatine girtin vexwendina Erdogan ya Fransayê, bi wî ra çêkirina civîna çapemeniyê nîşan da Macron ne tu meriv e, zerreyê exlaq û qîmeta însên pê ra tuneye. Û tiştê li ser azadîya fikrî, demokrasîyê û mafê mirovî dibêje hemû derew in, durûtî û rîyakarî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE