Her wendakirin, her têkçûn bi piranî demdemî ye, miwaqet e.
Tiştê vê rewşê dixe haletekî daimî teslîmbûn e, devberdana ji micadelê ye,
şikestina bawriya biserketinê ye.
Di tarîxa me ya dûr nîzîk da kurd gelek caran di serîhildan û hewildanên xwe yên ji bo azadî û serxwebûnê da têk çûn, şikiyan.
Lê têkçûnên wan tu carî nebû sebebê bêhîvîtî û peskirinê, nebû sebebê devjêberdana ji xebat û şerê azadiyê û avakirina Kurdistaneke seribxwe.
Îro li başûr û li bakurê Kurdistanê rewşeke aloz û bêhêvî hebe jî, di hin waran da kurd şikestibin jî, ev rewşeke demî, miwaqet e. Şeva herî tarî jî sibeheke wê heye…
Ya muhîm em xwe û der û dora xwe bêhêvî nekin.

XXX
Gotineke Japoniya ya pir xweş heye, "heger hûn ji
qerekterê merivekî ne piştrast(emîn)in li hevalên wî binêrin."
Yanî wek dibêjin hevalê xwe ji min ra bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.
Hemû xiyanet bi hevaltiya bi dijmin ra dest pê dike.
Berê bi dijmin ra dibe dost û heval, dû ra jî hêdî hêdî dibe zilamê dijmin. Lema jî hevaltî pîvaneke pir muhîm e, baş bala xwe bidinê kî hevalê kê ye...

Meriv çiqasî zane be jî dibê mutewazî be, dibê tim pişika xwe nenepixîne û gav û saetê pozbilindiyê û quretîyê neke.
Kesê bi rastî zane û bi kultur mutewazî ye, wek beqan nake qurequr û xwe nanepixîne.
Yê xwe bizane pesnê xwe nade, henekê xwe bi xelkê nake, xelkê nezan û xwe jî wek alemeî cîhan nabîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar