19 november 2017

Kurdên bakur bi darê zorê û kurdên başûr jî bi dilxwazî fêrî tirkî dibin



 Li Tirkiyê û li Kurdistana  bakur dewlet tirkî bi darê zorê fêrî kurdan dike û li Kurdistana Başûr jî kurd dilxwazî fêrî tirkî dibin.
Ev 5 sal in li Zanîngeha(unîversîteya) Zaxoyê beşê tirkî vebûye û eleqeya ji tirkî ra pir zêde ye.
Muxabirê xeberê jî di telewîzyona Rûdawê di beşê tirkî da pir bi kêf û bi kelecan  qala populeriya beşê tirkî kiriye...
Xwendevana beşê tirkî Ceyalan Îsayê(navê Ceylanê pir balkêş e! Ceyalan bi tirkî ye, yanî Xezal) ji Rûdawê ra gotiye ” min bi tirkî nizanîbû, min ji sifirê dest pê kir. Nuha di mistewayeke baş da me. Piştî biqedînim ez dixwazim di şîrketan da bixebitim.”
Dekanê Fakultuya Ilmên Beşerî Diyar Helo gotiye, ”em zanîngeheke li ser sînor in. Ez dixwazin kesên mezûn dibin hakimê tirkî bin.”
Par(sala borî) 53 xwendevan wek mezûnên pêşî ji beşê tirkî mezûn bûne û 150 xwendevan jî nuha dixwînin.
Li gorî xebera Rûdawê ji şîrketên li Kurdistanê ji sedî 45ê  wan û wek jimar jî hezar û 600 heb şîrketên tirk in.
Yanî meriv kane bibêje Kurdistan bûye wek bajarekî  tirkiyê, wek bexçeyekî li pişt mala Tirkiyê, bûye Qibrisa duyem, di warê aborî da bûye koloniyeke Tirkiyê.
Îcar gava welat bibe kolonî, gerek meriv zimanê kolonyalîstan jî fêr bibe. Ji bo xizmeta ji kolonyalîstan ra zanîna zimanê wan şert e.
Lê Tirkiye dîsa jî dev ji neyartiya kurdên başûr bernade, di ser hewqas tişt da saha hewayî li ser Kurdistanê girtiye, seferên balafiran yasax kiriye.
Ev hakimiyta Tirkiyê ya di warê aborî da bêguman di warê siyasî û kulturî da jî tesîra xwe nîşan dide.
Yên çûbûn Kurdistanê vê hegemonya û serdestiya Tirkiyê û tirkan û zimanê tirkî pir rehet dibîne.
Tirkek bêyî yek gotina kurdî jî bizanibe kane li Kurdistanê bijî û tîcaretê bike.
Hezar û 600 şîrketên tirk li Kurdistanê kar dikin, lê yek tirk jî hewce nabîne kurdî fêr bibe. Ji dêlî xwediyên şîrketan xwe û personalên xwe fêrî kurdî bikin, kurd tirkî fêr dibin û kurd xwe întîbqî tirkan dikin.
Yanî  tirk him ketine bazara Kurdistnê, pera qezenc dikin û him jî kurdan asîmîledikin.
Û dibê meriv j bîr neke di nava van hezar û 600 şîrketên tirk da bi sedan ajanên dewletê hene, wezîfeya wan topkirina îstîxbaratê ye, fêsadî û nerindî ye.
Hukûmeta Kurdistanê û kurdên başûr ji sedî 45ê şîrketên tirk li Kurdistanê û ji fêrbûna tirkî qet nerehet nabin. Qet nayê bîra yek kurdî jî ji tirkekî ra bibêje çima hûn kurdî fêr nabin? Hûn li welatê me tîcaretê dikin, dibê hûn zimanê me fêr bibin.
Ma mimkûn e kurdekî ji Kurdistana Başûr yê tirkînezan here li Tirkiyê bijî, tîcaretê bike û bi tirkî nizanibe?
Problem em xwe biçûk û tirkan mezin dibînin. Îcar ji ber em xwediyê vê psîkolojiyê ne em bi rehetî tirkî jî fêr dibin û di zanîngehên xwe beşên tirkî jî vedikin…
Lê tirk wiha nakin. Çimkî zanin kurd ewê her şertê wan qebûl bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE