20 november 2017

Ez ji xwendin û nivîsandinê hez dikim

Ji zaroktiya xwe da ye ez ji xwendinê û nivîsandinê hez dikim.
Belkî jî ji ber ez neçûm dibistanê(mektebê)lema jî hesreta xwendinê di dilê min da bû hezkirina ji xwendinê.
Belkî jî ji ber ku hesreta xwendevaniyê(telebetiyê), hesreta rûniştina di sinifikê da bi min ra ma, di dilê min da bû wek kulekê û di jiyana min da wek valahiyekê lema ez ji xwendinê û nivîsandinê hez dikim...
Axir sebeb çi be jî ez ji xwendinê û pê ra jî ji nivîsandnê hez dikim û ji vê evîndarî û peroşa xwe jî gelkî memnûn im.
Xwendin karekî pir bi feyde ye, tu tişt bi qasî xwendinê ne xweş e.
Xwendin meriv diguhere, bi pêş dixe, bextewar û zane dike, fikir û qenaetên meriv diguhere, asoya meriv berfireh û dinya meriv ya xeyalan dewlemend dike.
Bi kurtî xwendin zewq û intereseke, hezkirineke baş û bi feyde ye…
Ji cûreyên edebiyatê herî bêtir ji bîranîn, hevpeyvîn, rojane û romanên tarîxî hez dikim û gava wextê dibînim wan dixwînim.
Kêfa min qet ji tiştên xeyalî, roman û çîrokên detektîf ra nayê. Di kitêbxaneya min da jî berhemên wiha tunene.
Gava meriv bîranînekê, hevpeyvînekê dixwîne meriv ji devê kesê yekem, li şahidekî bûyeran û wê demê guhdarî dike.
Xwendina serpêhatî, bîranîn, rojane û hevpeyvînan pir muhîm e, ji bo naskirina tarîxê, naskirina şexsiyet û qeheremanên bûyer û wan deman bîranîn, hevpeyvîn ji roman û çîrokê, ji berhemên dedektîfî bi feydetir û bi tesîrtir in.
Bi xwendina hevpeyvîn û bîranînan meriv kane tarîxa xwe û pêşiyên xwe nas bike, di heqê tarîxa xwe û sebebên bindestiya kurdan ya îro da hinekî  bibe xwedî fikir.


Li ba kurdan serok û mezinên kurdan, kesên di saha tarîxî da bûne xwedî giranî û rol lîstine bîranînên (xatiratên)xwe ne nivîsandin e.
Meriv kane bibêje li ba me kurdan bîranîn, rojene yanî belgeyên nivîskî pir û pir kêm in.
Çimkî kultur û edata nivîsandinê li ba me kurdan wek Xerbê bi pêş neketiye, nivîsandin, arşîvkirin li ba me nebûye adet.
Xerb(Rojava) di vî warî da jî pir li pêş e, bîranîn genreke, terzekî pir berfireh e.
Lê li ba me kurdan maelesef nivîsandina xatiraratan bebûye edat, ranakbîr, siyasetmedar û serokên kurdan xatiratên xwe nanivîsin, yên dinivîsin pir hindik in.
Helbet sebebên vê yên siyasî, civakî, sosyopolîtîk hene.
Em tu carî nebûne xwedî dewlet û xwediyên welatê xwe, xwediyên mal û milkên xwe.
Welatê me tim di bin îşxalê da bûye û mal û milk û arşîvên me jî bi welatê me ra hatiye talanankirin.
Ji bo tarîxa miletekî bîranîn, hevpeyvîn, rojane, nameyên nabêna şexsan yanî  her tiştê nivîskî gelkî muhîm e, ji bo tarîxnasan çavkanîyên pir hêja ne. Gava meriv nenivîse meriv çi zanibe bi xwe ra dibe gorrê. Ji bo meriv tarîxa xwe, serpêhatiyên xwe, muşahadeyên xwe bi xwe nebe gorrê dibê meriv binivîse. Nivîs di nabêna mazî û îro da pireke. Alim ji bîr dike, lê qelem ji bîr nake…
Heger tu dixwazî neyê jibîrkirin rahîje qelema xwe(nuha qelem bûye kompîtor) û binivîse. Binivîse tu çi dinivîse ferq nake. Zirara nivîsandinê tuneye, lê kara wê pir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE