Erdogan, akademîsyenên gotibûn ”emê nebin şirîgê sûc”, bi
Mafîayê tehdîd kir
Sedat Peker, 1128 akademîsyenên li dijî şer derketibûn û
gotibûn emê nebin şirîkê sûc, bi kuştinê tehdî kir û got:
”Ez careke din dibêjim, emê xwîna we wek lehiyê biherikînin û bi xwîna we serê xwe bişon.”

Ev ne cara pêşî ye ev çeqelê Mafîayê şûrê Erdogan dişîne û
kurdan û xelkê bi kuştinê tehdîd dike, berê jî carê tiştên wiha gotibû.
Erdogan êdî ne polîs û leşkeran tenê li hemberî kurdan û muxaleftê bi kar tîne, Mafîayê jî dixe dewrê.
Ev gotinên Peker ji skandaleke siyasî bêtir, nîşan dide ku bi îktîdara AKPê ra dewlet û Mafîa tevhev bûne, bûne destbirakên hev.
Serokê Mafîayê li ser navê dewleta tirk dipeyive û serokê dewlwetê diparêze û dibêje ewê xwîna kurdan hemû muxalifên Erdogan wek lehiyê biherikîne û pê serê xwe bişo.
Ser xêrê be, bi saya Erdogan dewleta tirk bû dewleta Mafîayê.
Erdogan her çiqas bi tesadufî bû siaysetmedar û serokkomar jî lê di esasê xwe da ew merivekî dinya Mafîayê ye, di nava têkiliyên Mafîayê da mezin bûye. Lema jî dostiya wî ya bi Sedat Peker ra xurt e. Ji xwe ji ber vê têkiliyê ye Peker, fedaîtiya wî wî dike û xelkê bi kuştinê tehdîd ike.

XXX
Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpa, giliyê 3 abûqatên kurd li ser
terora Tirkiye li Cizîrê dimeşîne û girtina tedbîrê red kiriye.
Diyar e Erdogan wek Yekîtiya Ewrûpayê Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpa jî teslîm girtiye.
Heger Mahkima Mafê Însanî ya Ewrûpa bi rastî mahkimeyeke adil û bêterf bûya ewê giliyê kurdan qebûl bikira û Tirkiye ceza bikira. Lê ji dêlî wê heq daye aliyê xurt, aliyê xwedî dewlet.
Biryareke zêde ne ecêb e, ev dinya wiha ye...
Ez tim dibêjim dinya bênamûs e, heger ne bênamûs bûya ewê bihata hawara gelê Cizîrê, Silopiyê, Nisêbînî û Diyarbekrê…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar