22 oktober 2015

Xanimê îşev dîsa ji xwe ra kêf kir.


Min ji ciyê kar têlek dayê, jê ra got, xanim, îşev tu şîv mîvan çêneke û xwe newestîne. Ezê bi xwe ra masî bînim.
Gelkî kêfa wê hat, çimkî dizanîbû ewê him rehet bike û him jî xwarineke xweş bixwe.
Min çû sê sorikên xwe û soseke hêkên masiyan û hinek hişnayî kirî û berê xwe da mal.
Min berê zeleteyekî firingiyan(şamika) û pûngê yê pir taybet hazir kir. Bi zeyt û îsotê Ruhayê…
Dû ra jî min masiyê xwe bi îtîna û hostayiyeke mezin baş baharat kir û sor kir.
Piştî hertişt xelas bû, min mase hazir kir û şûşeyek şeraba sor jî vekir û danî ser masê. Û dû ra jî bi nezaket û bi hezkirin min ban kirê, min got:
-Xanim, kerem bike xwarin hazir e…
Heta wê çaxê li salonê rûniştibû û li telewîzyonê temaşe dikir. Rabû hat li ser sifra hazir rûnişt…
Min jê ra got:
- Xanim, bi Xwedê şansê te heye ku tu li yekî wek min nazik û dilbirahm rast hatiye. Tu bi qedrê Xwedê dikî di nava kurdan da çend kesên wek min hene ?
Peyeva min zêde neket serî, mizicî û bêdil got, ”ez zanim, eynî were ye…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE