Bazirgan û tucarên kurd piştî êrîş û lînckirinên tirkan, kargeh
û fabrîqeyên xwe digrin û vedigerin Kurdistanê.
Hin şîrketên di biranşa tekstîlê, neqliyeyê û înşaatê da dixebitin ji ajansa ANFê ra gotine di bin van şertan da ne mimkûn e ku ew kanibin li Tirkiyê bixbetin û jiyana xwe bidomînin.
Xwediyê Asya Tekstîlê Serhat Dîkmen gotiye, Asya Tekstîl, Şîrketa Herdem Limited, Roza Tekstil, Tekîn Înşaat û Grûba Şîrketên Aydin bi hev ra biryara rawestandina faalîyetên xwe yên li Tirkiyê dane.
Dîkmen gotiye:
”Em li Stenbolê li dora 25-30 fîrma ne. Ji Mêrsînê jî li dora 10 şîrket ewê tevî me bibin. Heger em vegerin Kurdistanê, 100 şîrketên din jî ewê xebatên xwe yên li Tirkiyê rawestînin. Em difikirin vegerin welatê xwe û li wir feydeyê bigihînin gelê xwe.”
Bi baweriya min ev biryareke rast e û dibê hemû kurd, feqîr, zengîn, karkir, bazirgan dibê dev ji Tirkiyê berdin û hêdî hêdî vegerin welatê xwe.
Li Tirkiyê can û malê her kurdî, kî dibe bila bibe di bin xeterê da ye. Rojekê dewletê û tirk ewê dest deynin ser hemû mal û milkên kurdan.

Serhat Dîkmen gotiye
”Li Mêrsînê du TIRên me hatin tahrîb kirin. Êrîşî kargehên me, ofîsên me kirin, camên wan şikandin. Di qatên(tebeqeyên) 17-18a da deriyên avahiyên me şikandin. Êdî bifikrin. Ez nuha li Mêrsînê me. Faşîst bi pûlisan ra nasnameyan kontrol dikin. Tu kurd bî, heta piçekî esmer bî çû ji te da. Li her kesî dixin, zulmê lê dikin, xebera jê ra didin.”
Ne hewceye ez navê wî bibêjim, wê rojê hevalekî minê nêçîrvan ji min ra tiştekî min texmîn dikir got.
Hevalê min yê nîçîrvan got, salek berê li bajarekî tirkiyê dozgerekî(sawciyekî)tirk jî bi wan ra hatibû nêçîrê. Ew û kurdekî din dostên hev bûn. Dozger merivekî demokrat bûye. Di sohbeteke li ser kurdan û rewşa kurdên li metropolan da dozger goiye:
”Berî ku ez bibim dozger min nizanîbû. Li Tirkiyê her kurd di bin taqîbatê da ye, dewlet hemûyan qeyd dike, derbasî kutukan dike. Li kîjan bajarî çend malên kurdan hene, di her malekê da çend kes hene, ji ku ne, meyil û fikrê wan yê siyasî çi ye, yek bi yek qeydkirî ye. Û ev qeyd hertim tê nuhkirin(updated, guncelleştirme). Gava ji malekê yek bimre ya jî yek lê zêde bibe di qeydê da tê nuhkirin.”
Min ev texmîn dikir û heta min çend caran jî ev texmîna xwe nivîsî. Ev tiştekî pir ecêb e, karê dewleteke nazîst, faşîst e. Nîjadperestiyeke bêemsal e. Sûcekî li dijî jiyana şexsî û krîmînel e. Taqîpkirin û qeydkirina hemû ferdên miletekî ji ber ku mensûbên miletekî ne, ji ber ku kurd hatine dinê ji nazîzmê jî wêdetir, haziriya qetlîamê ye.
Ev titş rast e û dewlet li gorî îmkanên xwe viya dike. Eynî tişt anîn serê rûm û ermeniyan. Di êrîşên 6-7ê Îlona 1955a da êrîşkaran li gorî edresên di destên wan da dikan û malên rûman, ermenî û cihuyan talan dikinrin. Yanî dewletêqeyd, nav û edresên rûman dabûn çeteyên xwe û ew jî li gorî lîsteyên di desyên xwe da mal talan dikirin û dişewitandin.
Di bûyerên van rojên dawî da û wek Serhat Dîkmen jî gotiye, çeteyên faşîst li gelek deran li gorî agahiyên dewletê dabû wan êrîşî kurdan kirin û dikan û malên wan şewitandin.
Bi kurtî, li Tirkiyê jiyana her kurdî diya tahlûkeyê da ye, ya baş ew e ku yên kanibin vegerin dibê vegerin welatê xwe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar