Bi min wisa tê nivîsîna bi kurdî dilê hin kurdan rehet nake,
loma jî bi kurdî nanivîsin û naxwazin fêr bibin.
Ji bo fêrbûnê şişrekî netewî û hezkirin lazim e, gava hezkirin tunebe ya jî zeîf be, meriv fêr nabe, ji bo fêrbûnê serî li xwe digerîne.
Asîmîlasyonê, hezkirina ji zimanê dayikê li ba piraniya kurdan zeîf kiriye, kuştiye. Xurtkirina evîn û hezkirina ji kurdî pir zor e. Jê ra wext û îstîkrar lazim e, sebat dibê.
Yanî dev ji tirkî berdan jî wer ne hêsan e. Ev jî rastiyek e.
Yê dewletê aş e yê me destar e, em nikanin zora aşê dewletê bibin. Aşê dewletê baş dihêre û xweş dihêre.
Li Kurdistanê bi sedan malperên bajaran, belediyan û şexsan hene, ez bawer nakim ji sedî yekê wan jî bi kurdî be; hemû bi tirkî ne ya jî beşê kurdî wek pîneyekê ye. Wek malperên tirkî ne aktîf in.
Di van malperên bajaran da (sîteyên bajaran da)bi sedan nivîsakr, kolomnîst(nivîskarên quncikan)hene, hemû jî bi tirkî dinivîsin.
Ev ji çi tê?
Ji ber du tiştan tê. Yek, zanîn û şiûra netewî li ba kurdan pir zeîf e û ya din jî asîmîlasyonê hezkirina ji kurdî li ba kurdan qels kiriye.
Kurdên bi kurdî dinivîsin jî gelekên wan bi tirkî nenivîsin dilê wan rehet nabe, ji bo xwe wek kêmasiyekê dibînin.
Bi kurdî tenê agirê dilê wan venamirîne, tîbûna wan nakuje. Ancax tirkî dilê wan aş dike, tîna wan dişkîne.
Ev rastiyeke tahl e, lê rastî ye.

XXX
Min bihîst tu hatiye ber deriyê min, ji ber ku destik
tunebûye te li derî nexistiye û tu bi şûnda vegeriyayî. Ma tu nizanî, deriyê dil
ne hewceyî destik e, ew ancax ji hundur ve vedibe…
///Mewlane Celaledîn
Rahmetî çiqasî xweş gotiye, bi rastî jî zalimo tenê ji hundur ve vedibe, ji derve tu kilît, heta tank û top jî nikane wî veke…

Wefa, xusûsiyeta mumînekî ye, bêwefayî jî xusûsiyeta
munafiqekî ye. Pêxemberê me, gava qala xusûsiyetên minafiqan dike, sê
xusûsiyetên wan wiha rêz dike: Dema dipeyive derewan dike. Dema sozê dide li
ser gotina xwe namîne. Bi emanetê xwe ra îxanetê dike.
///Mewlane Celaledîn
Li gorî vê pîvanê minafiqên li dora xwe nas bikin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar