Profesorê dîrokê yê tirk Îlber Ortayli, li ser nasnameya(kîmlîka)însan tiştên balkêş gotine. Ev dîtinên Altaylî ji bo kurdan û bi taybetî jî ji bo kurdên ku zimanê wan tirkî ye pir muhîm e.
Li gorî Îlber Ortayli, tiştê esas nasnameya însan(însên) tayin dike ziman e. Meriv bi tirkî peyivî tirk e, bi kurdî peyivî kurd e.
Ortayli gotiye, ”tu xirstîyan be jî, ji miletekî din be jî heger zimanê tu dipeyive tirkî ye, tu tirk î.”
Altaylu gotiye, ”ev yek ji bo hindikayiyên û grûpên etnîkî yên Tirkiyê jî wiha ye. Şivanê li serê çiyê, gundî li gorî xwe wî zimanî(yanî kurdî) dipeyive, lê yê xwende napeyive. Wê gavê ev îş qediyaye.”
Li ser pirsa, ”yanî dema zimanê dipeyive tirkî be, tirk e, mesele diqede?”
Ortayli gotiye, ”belê, ev îş wiha ye, hewqas e. Pîvaneke din jî nayê bikaranîn. Li Sovyetê gelek rûs bi vî hawî çê dibin. Ozbekek û estoniyek bi hev ra dizewicin, zarok dibe rûs. Ji ber ku li malê herdu bi zimanekî din napeyivin”, bi rûsî dipeyivin.
Bi kurtî li gorî Îlber Ortayli, ziman esas e, meriv bi kîjan zimanî bi hev ra, bi zarokên xwe ra bipeyive meriv aîdî wî zimanî, wê kulturê û wî miletî ye. Ziman nasnameyê tayin dike.
Îdîeya ji dînekî din be jî, gava bi tirkî peyivî tirk e, zêde ne rast e. Wê demê hemû ermenî, cihû, asûrî-suryaniyên ne bi zimanên xwe, bi tirkî dipeyivin tirk in. Ev ne îdayeke pir rast e. Ji ber ku ew kesên, grûbên ne misilman xwe tirk nabînin. Erê zimanê wan tirkî ye, lê ew xiristiyan in û loma jî wek însan xwe tirk nabînin. Di ware hest û psîkolojîk da xwe tirk his nakin.
Loma jî heta ew xwe tirk qebûl nekin, meriv nikane ji ber zimên tenê hemû kesên xiristiyan wek tirk qebûl bike.
Lê ji bo kurdan û grûpên misilmanev îdîa Ortayli bêtir rast e. Jixwe netîceya li ortê jî vê rastiyê teyid dike. Li Tirkiyê û Kurdistanê bi milyonan însan bi riya zimên heliyane û bûne tirk û dibin tirk.
Ortayli li dijî terma(têgeha, mefhûma, kavrama) ”Turkiyelî” yanî “tirkiyeyî” yê jî derketiye û gotiye:
-Têgeheke(termeke) wiha nabe. Ev, navê coxrafiyekê ye, di ser da jî ev nav dereng lê vê coxrafiyayê bûye. Terma ”turkiyeli/tirkiyeyî” konetiyeke. Li Almanyayê gelek tirk dijîn, ma kes ji xwe ra dibêje ”ez almanyayî me?”
Yanî li gorî Ortayli, gotina, têgeha ”turkiyeli”, ”tirkiyeyî” şaş e, nabe û ji bo xapandinê ye.
Û ratî jî ev e, meriv ya tirk e, ya kurd e, ya ereb e, ya alman e, ya yûnan e ya rûs e.
Têgeha ”ez tirkiyeyî me, ben turkiyeliyim” vireke, demagojiyeke ji bo xapandina kurdan e.
Dixwazin kurdan bikin tirk. Lê ji bo ku kerra bi guh nekin, yên raketî şiyar nekin û yên şiyar jî zêde nexin tengasiyê û zêde pîs nekin vê têgehê wek şekirê şamê ji bo mêtinê didin destê kurdan. Yanî wek zarokan pê kurdan aş dikin û dixapînin.
Di dêlî ku vekirî bibêjin “ûlan hûn tirk in”, “hûnê bibin tirk”, dibêjin hûn ”tirkiyeyî” ne…
Û serok û rêberên me jî jixwe li pey teoriyeke wiha ne, ew jî dixwazin kurdan hêdî hêdî, qedeme qedeme, gav bi gav bikin tirk.
Bi derbekê da, bi zor dikane înfîlaq çê bibe. Loma jî dibê tim teoriyên nuh, taktîkên nuh, termên nuh werin dîtin. Û dibînin jî. Ji heftê carê, ji mehê carê teoriyeke helandina kurdan dibînin. Ji pirbûna teorî û terman kurdên reben êdî gêjomêjoyî bûne.
Bi qasî ku meriv dibîne dewlet ji bo helandinê ji ilmê biyolojiyê feydeyê digre. Dixwazin kurdan ne bi dewrimê, lê bi evolutionê (bi ewrimê) hêdî hêdî, tedrîcen bikin tirk. Çimkî ev rê gelkî ewletir û saxlemtir e.
Îspata vê, coxrafya û demografya Tirkiyê ye. Bi riya evolutionê bi milyonan yûnan, rûm, bûlgar, boşnak, laz, gurcî, çeçen, arnawit, çerkez, ereb, kurd, cihû û ermenî di nava 80 90 salan da bûn tirkên kemalîst, nîjadperest û faşîst.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar