06 mars 2015

Jinên kurd baş in lê dilê meriv şad nakin....


Piştî ji hev dûrketineke sê rojan va ye em dîsa gihîştin hev.Bi nêta ku di wan sê rojên rêwîtiya xwe da jî ezê carnan binivîsim min kompîtora xwe bi xwe ra biribû. Şeva pêşî piştî hin probleman bîstekê înterneta min xebitî, lê dû ra dîsa li kera înatê siwir bû û nexebitî. Loma jî min bela sebeb li xwe kir bar, bi xwe ra bir û anî.
Ev saeteke ez gihîştim mal. Xanimê xwarineke xusûsî çênekiribû, min zikê xwe bi şîva şevîn têr kir.
Min tim û tim şûrê jinên kurd kişandiye û ji hemû hevalan ra gotiye jinên xerîb, jinên swêdî berdin û bi kurdan ra bizewicin...
Ez bi xwe nenûkeke jineke kurd bi xweşike dinyayê nadim. Ez viya tim dibêjim.
Lê li alî din jinên kurd jî kêm caran dilê meriv şad dikin. Qet nizanin wek jinên xelkê xweş bikin.
Ev sê roj in ez li xerîbiyê me, gav û saetê li wê fikirî me, ji hesretê hinav li min hatiye xwar. Lê yê qet ne xema wê ye…
Gava ez ketim hundur, ne pêşwaziyeke germ, ne xêrhatineke ji dil, ne maçek û ne jî himêzkirinek.
Fena ku ev sê roj in ez ne li xerîbiyê bim. Ne dev ji karê xwe berda û ne jî hat pêrgî min. Bawer bikin tu nema bibêje ma tu çima wiha zû hat ?”
Heger jineke swêdî bûya, bi ketina min ya hundur ra ewê xwe çindî ser min bikira, destê xwe li hustuyê min bipêça û bi evîneke mezin bigot:
”Delalê min, tu bi xêr hatî, bira te bizanîbûya min çiqasî bîriya te kiriye!”
Derew be jî, ne ji dil be jî, gotina xweş, xweş e û weselam…
Dema min ev yek bi bîrê xist û got jineke swêdî ewê ez wiha pêşwazî nekirima, wek ku min hiş berda be, wê û lawê xwe dest bi ken kirin. Û ji min ra got, “ma tu xirifî yî? “
Bavo evîna me kurdên klasîk jî qey wiha ye, em nizanin bidin der. Ev jî qedera me ye.
Kenek, awirekî manîdar, henekek têra me dike. Em mecbûr in qîma xwe bi wê bînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE