06 mars 2014

Ez bawer dikim nifira xanimê qebûl bû...


Her cara ku xanimê di telewîzyonan da birrebirra Erdogan didît, bêyî ku bizanibe çi dibêje hema bi hêrs digot wey quzelqurt û !
Û dû ra jî dest bi nifirên xwe dikir, ”înşlah Xwedê ewê bela te bide te, tu bela xwe ji ber nigê xwe bibînî…” û gelek nifirên din lê dikir…
Min jî tim jê ra digot xanim, xwe neqeherîne, zû dereng ewê bela xwe bibîne. Ev çavsorî, ev stûrî, ev zulm jê ra namîne…
Êdî dua xanimê qebûl bû ya jî ya Gulen û hinekên din qebûl bû ez nizanim, lê bi rastî jî wa ye jê ra nema, hemû milyonên li vir û li wir îstîf kiribûn di zar û bîvila wî ra hat…
Bi qasî xuya ye îşê Erdogan efendî zêde ne baş e, ewê here. Ji ber ku bêrêtî û bêqanûniya nemaye nekiriye, tiliya xwe xistiye her qulikê, mudaxeleyî her tiştî kiriye.
Gav û saetê qajeqaja wî ye dibêje, ”guhdarîkirina telefonan ya bi vî rengî bêqanûnî ye, sûc e.”
Rast e, guhdarîkirina bi vî rengî, bêyî biryara mahkimê bêqnûnî û sûc e.
Lê belê tiştên te kirine jî bêqanûnî û sûc e.
Yanî bêqanûniya li hemberî te hatiye kirin sûcê te sivik nake. Ev hilbijartin nebe di ya din da Erdogan ewê here. Îcar ewê kî û çi we re dewsa wî ew baş ne diyar e.
Lê netîce çi be jî ji îro û pêve êdî tu serokwezîr wek Erdogan ewê newêribe hewqasî eşkere û diziyeke hewqasî mezin bike…

XXX
TRT6ê û Dunya TVê gelek siyasetmedar û ”rewşenbêrên” berê bi şûran nedihatin xwar pir erzan kirî. Erzan kirî ji ber ku ew bi xwe ne tu tişt bûn.
TRT6 û Dunya TV bûn kevirê mîhengê, eyarê herkesî derxist ortê…

XXX
Husên Duzen, bi navê ”XAYINÊN POTENSIYEL: KURD” nivîsek pir balkêşnivîsîye. Li ser wê hin minaqaşe çêbûn. Min jî çend şirove nivîsîn. Ji wan şiroveyan yek jî ev nivîsa jêr e.
Ez tu carî xwe ”biçûk” û ”belengaz” nabînim. Heger min xwe ”biçûk” û ”belengaz” bidîta, minê jî wek hinekan biçûya li deriyê TRT6 û Dunya TVê xista û ji wan karek bixwsta. Min tu carî tenezulî tiştekî wiha nekir û nakim jî. Bi eksê wê, ez kesên xwe ”biçûk” xistine, ”belengaz” kirine, biçûk û belengaz dibînim û ji ber ku xwe xistine vî halî jî wan rexne dikim. Wek kurdekî ez bi yekê diqeherim.
Min 40 sal berê ji vê dewletê ra çi gotiye û ji bo gelê xwe çi xwstiye, ez îro jî eynî tiştan dibêjim û dixwazim.
Lê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên do serok û berpirsiayrên me bûn, îro dev guhertine û bûne karkirên dewletê.
Bi dîtina min siyasetmedar û rewşenbîrên demekê pêşengiya milet kirine, doza azadî û serxwebûnê kirine, dibê îro nebin dostên hukûmetê û karkirên dezgehên dewletê. Tiştê em dibêjin û rast nabînin ev e.
Gelek kesên ku heta salên 80 û 90î endamên komîteyên merkezî, endamên polîtbîroyan û serokên partiyan bûn di nîvê rê da dev hedefên xwe berdan û çûn li deriyê dewletê xistin û ji dewlet kar xwstin, di TRTê û Dunya TVê da bûn karkir. Ev rastiyeke me ya tahl e û dibê normal neyê dîtin, neyê parastin.
Li kîjan welatekî din serok, berpirsiyar, kadir û rewşenbîrên miletekî bindest bêyî ku bigihîje azadiya xwe, here bibe karkirê wê dewleta ku do ew li dij bû, ewê wek sosireteke giran were dîtin. Heger meriv refê xwe neguherîne dibê tiştekî wiha ne mimkûn be. Lê Li ba me kurdan mimkûn e.
Û ya xerab civat jî vê teslîmiyetê eyb nabîne. Bira eybdîtin li wir bimîne, wek Mamoste dike, tew di ser da rexnekirina van kesan şaş dibîne. Wek rewşenbîrekî ji dêlî ku ew jî wan rexne bike, ji wan ra bibêje, çi guherî, vê dewletê çi da we, kîjan daxwazên we yên do bi cî anî ku hûn îro ji eynî dewletê ra dibin karkir?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE