09 februari 2014
Cî li siyasetmedarên kurdînezan teng dibe
Li gorî rojnameya Radîkalê dinivîse, Diyarbekir êdî bûye merkeza medyaya kurd. Sebebê vê jî ji Kurdistana Federe 8 kanalên telewîzyonên kurd buroyên xwe li Diyarbekrê vekirine. Kürdistan TV, Rudaw, Galî Kurdistan, Vaar TV, Kurd Sat, Speeda TV, KNK û Zagros TVê Diyarbekir ji xwe ra kirine merkez.
Vê yekê siyasetmedarên bakur jî xistiye tengasiyê. Ji ber ku heta nuha beyanên xwe bi tirkî didan, tu carî dana beyaneke bi kurdî nedihat bîra wan. Lê nuha ji nişkave rûbirûyî rewşeke nuh bûne û loma jî hinên wan ji tirsan ferhengên kurdî bi xwe ra digerînin û hinên wan dest bi qursên kurmancî kirine.
Nûnerê Rûdaw TV Maşallah Dekak gotiye, ”Diyarbekir jî êdî bi qasî Anqerê muhîm e û rojevê tayin dike. Berê, partiyên siyasî beyanên xwe bi tirkî didan, lê bi zêdebûna medya kurd ra dest bi beyanên bi kurdî kirin.
Gelek kesên ji AKPê gotine bi saya kanalên kurdî wan kurdiya xwe bi pêşxistiye. Hin berpirsiyar jî ferhengan bi xwe ra digerînin.
Vê xeberê gelkî kêfa min anî. Heta çend sal berê jî kesî tesîr û pêşketieneke wiha texmîn nedikir. Lê hebûna Kurdistana Federe û têkiliyên bi Tirkiyê ra li Kurdistana bakur jî rewşeke nuh bi xwe ra anî.
Me bi xwe nikanîbû ev rewşbixuliqanda û siyasetmedar mecbûrî axaftina kurdî bikira. Min bi xwe ji bo vê yekê gelek caran nivîsî, siyasetmedar rexne kir, lê gotinên min tu andor li kesî nekir.
Mesela di sala 2009a da ji bo ku Diyarbekir bibe merkezeke siyasî û kulturî min wiha nivîsîye:
” Li gor baweriya min dibê hemû partî û rêxistinên kurdan him merkezên xwe bibin Diyarbekrê û him jî civîn û kongreyên xwe li wir çêkin.
Heger kurd dixwazin di pêşerojê da Diyarbekir bibe paytexta Kurdistanê û merkeza siyasetê dibê dev ji Anqerê û bajarên tirkan berdin û berê xwe bidin welat û bajarên xwe.
Bi hebûna partî, weqf, enstîtu, komele û rêxistinên din Diyarbekir ewê bibe bajar û nevendeke pir mezin û pir girîng, jiyana civakî, siyasî, edebî û kulturî ewê gelkî bi pêş keve.
Terora dewletê ewê kêm bibe, xofa pûlis ewê bişkê.
Û ya herî girîng jî siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî hêdî hêdî ewê fêr bibin ku li welatê xwe bijîn, ji bajar û welatê xwe hez bikin.
Dema Diyarbekir bibe navendeka siyasî û kulturî, li gor wê, tîcaret jî ewê bi pêş keve, bi vê ra heger serok û mezinên me bixwazin û tenezulî axaftina bi kurdî bikin, zimanê kurdî jî ewê geş bibe û bibe zimanê bazarê, siyaset û tîcaretê.
Lê helbet ji bo vê yekê dibê li ba siyasetmedar, serok û ronakbîrên me xîret û îstîkrar hebe.”
Û di sala 2011a da jîmin wiha nivîsiye:
” Ji bo ku Diyarbekir, Wan, Ruha, Mêrdîn ya jî bajarekî din yê Kurdistanê weke Anqerê û Stenbolê bibe merkezeke siyasî û kulturî, dibê siyasetmedar, serok, edîb û hunermendên kurd lê bijîn û bi hebûna xwe mistewa bajarên welatê xwe bilind bikin.
Kurdên Îraqê ne wiha ne, Bexda tu carî nebû "qibleya" siyasetmedarên Kurdistana Îraqê, wan tu carî jiyaneke li derî welatê xwe, li paytexta dijminê xwe xeyal nekir û loma jî Silêmanî tim bû navenda siyasî û kulturî.
Lê yên me, çi siyasetmedar, çi hunermend, çi edîb û çi jî ronakbîr û nivîskar be dema ku bikanibe li Stenbolê, li Anqerê ya jî li bajarekî din yê tirkan bijî, elelecele xwe davêje wira û di nava tirkan da dijî. Û di vê yekê da jî tu carî anormaliyekê, ecêbiyekê nabîne.
Ecêb nabîne, ji ber ku siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd hîn bi hemû hestên xwe tam nebûna kurd, loma jî ew nikanin jiyana Stenbolê û Anqerê bi ya Diyarbekrê, Wanê, Mêrdînê û Ruhayê biguherin, ew Kurdistanê û bajarên wê ji xwe ra teng û paşdamayî dibînin.
Heta ku berê(ruyê)siyasetmedar û serokên kurdan ne bi Kurdistanê, bi Anqerê û Stenbolê da be Kurdistan çênabe.
Ji bo ku Kurdistan çêbibe berî hertiştî dibê siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, hunermend û edîbên kurd ne li metropolên Tikriyê, li Kurdistanê bijîn.”
Kesî guh neda van rexneyên min, wan tirkiya xwe domandin. Lê bi xêra medya Kurdistana Federe wa ye ev rewş hêdî hêdî diguhere û siyasetmedarên me jî êdî fêrî kurdî dibin. Ya ewê kurdî fêr bibin ya jî ewê dev ji siyasetê berdin. Wekî din tu rê li ber wan tuneye.
Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar