Nivîskara rojnameya Yenî Şefakê Ayşe Bohurler, di nivîsa xwe ya îro da li ser xortên kurdên îslamî disekine û dibêje, ”Kurdên îslamî ji bo çi berê xwe dan tevgera kurd?”
Rast e, ji salên 1990-î û virda ye hêzên îslamî yên kurd hêdî hêdî ji tirkan dûr dikevin û berê xwe didin nava tevgera kurd û êdî wek hêzên kurd beşdarî xebata kurdayetiyê dibin.
Berê tenê kurdên çep kurdayetî dikirin, barê kurdayetiyê wan dabû ser milên xwe. Kurdên dîndar li ortê tunebûn. Lê îro rewş belovacî vê bûye, yên kurdayetiyê dikin, yên doza kurd û Kurdistanê dikin ji çepan bêtir kurdên îslamî û dîndar in.
Heta orta salên 90-î kurdên dîndar, hêzên îslamî li meydana xebata ji bo kurd û Kurdistanê tunebûn, hemû bi hêz û partiyên îslamî yên tirk ra bûn, dabûn dû panturkîst û nîjadperestên wek Erbekan û Şewket Kazan.
Lê ji orta salên 90-î û virda ye, meriv dikane bibêje ji derketina kovara Nûbiharê û virda ye, ji dîndarên kurd grûbek biçûk di warê îdeolojîk û siyasî da ji tirkan veqetiyane û wek hêzeke kurd ji bo welat û gelê xwe dixebitin û micadelê didin. Bêguman gelek kesên serbixwe jî hene.
Li gorî 20-30 sal berê, hejmara hêzên îslamî yên kurd di nava tevgera kurd da roj bi roj zêde dibe. Ev yek jî meriv gelkî kêfxweş dike. Êdî ew dev ji cepheya tirk berdidin û wek hêzên kurd xwe organîze dikin. Lê ev veqetandin hîn bi temamî nebûye.
Hêzên îslamî yên kurd heger bi temamî ji tirkan veqetin û xwe bidin xebat û têkoşîna kurd û Kurdistanê, di demeke kin da ewê xurt bibin û bibin hêzeke pir mezin û alternatîva BDP-ê
Ji ber ku hêzên kurd yên çep him pir qels bûne(derî PKK-ê û BDP-ê) û him jî dev ji daxwaz û hedefa Kurdistana serbixwe berdane û dest bi çîrok û teoriyên xapandinê û ”xerabiya dewleta netewî” kirine. Ev yek jî ewê hêza wan ya di nava gel da roj bi roj qels bike.
Li aliyê din hêzên îslamî li gorî çepan xeteke bêtir netewî dimeşînin, bêtir xîtabî hest û dilê kurdan dikin.
Hêzên îslamî di warê ziman, edebiyat, dîrok û kultura kurdî da jî ji çepan xurttir, bi şanstir in, di van waran da bêtir techîzatkirîne.
Li gorî çepan ew asîmîle nebûne, bi kurdî dizanin, di warê kulturî da têkiliyên wan bi civatê ra xurttir e, haya wan ji edebiyat, dîrok û klasîkên kurdî heye.
Loma jî heger li Kurdistanê xwe organîze bikin û bi rastî jî ji bo kurd û Kurdistanê bixebitin dikanin bibin ”Hamasa” Filîstînî. Çawa ku li Filîstînê hêzên îslamî zora hemû çepan, Arafat û Fetahê birin, li Kurdistana bakur jî dikane eynî tişt dubare bibe. Lê bi şertê ku dibê kes û hêzên bi rastî netewî û ji hemû şaîbeyan baqij bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar