06 maj 2013

Kesê bixwaze kurdî fêr dibe

Çetîn Taşçi, di nivîsa xwe ya malpera Agendakurdê da ji rexneyên kesên ku kurdên bi tirkî dinivîsinin gazin dike, dibêje ”EV çend sal in ku her nivîsa bi Tirkî tê şîrovekirin û ew kesên ku bi Tirkî yan jî bi zimanekî din dinîvîsin bê îstîsna tên rexne kirin û ew rexne heya peyvên xirab û çêran diçe.”
Ez bi xwe jî yek ji wan kesa me ku kurdên bi tirkî dinivîsin rexne dikim, lê min heta nuha tu carî ji kesî ra ”peyveke xerab” negotiye û ”çêr” nekiriye.
Ewê gelkî baştir û konkrettir bûya heger birêz Çetîn Taşçi di vî warî da çend numûne ji ” peyvên xirab û çêran” bida. Lê neda ye, loma jî li ser vê îdîayê ez nikanim tiştekî bibêjim.
Çetîn Taşçi, di nivîsa xwe da dibêje, ew bi xwe li gel nivîsandina bi zimanê kurdî ye, lê belê mafê her kesî heye bi kîjan zimanî bixwaze, bi wî zimanî binivîsîne.
Helbet ev wiha ye, lê belê mafê her kesî jî heye li ser nivîsandina bi tirkî dîtina xwe bibêje ya jî rexne bike.
Dema meriv azadiyê ji nivîsandina bi tirkî ra bixwaze, lê li dijî rexnekirina wê derkeve nabe, wê demê meriv azadiya rexnekirinê sînor dike.
Çetîn Taşçi, di nivîsa xwe da qala bêîmkaniyan jî dike û dibêje, ”Ma Oxford da kurdî hebû em neçûnê?”
Rast e, Oxford da kurdî tu cara çênebû, lê ne ji bo kesên tirkîaxêv tenê, ji bo her kesî tunebû. Kesên fêrî nivîsîna kurdî bûne neçûne ”Oxfordê”, ne xwedî tu îmkan û îmtîyazên taybetî ne. Ji ber ku xwestine fêr bûne, mesele ev e.
Di nivîsa Çetîn Taşçi da tiştê herî balkêş, ev îdîeya jêr e. Çetîn Taşçi dibêje:
”Di nav bikurdînivîsarên me da nexweşîyek belav bûye: Pozbilindî! Ma tu yê bêjî ew ên ku bi Kurdî nanîvîsin qet ne tu tişt in, xayin û cahş in. Û rewşa Kurd ên Iskandînavya heye ku qet nepirsin. Ew Kurdên koçber li welatên Iskandînavya xwedê gellek îmkana ne. Ne baş e ku em kurdîzanîna xwe tim û tim derxînin pêşîya her tiştî. Xwe bi zanîn an jî bizporîya di zimanê Kurdî li jor dîtin û yên din lê jêr hesibandin ne tiştekî ez qebûl bikim e. Herkes di beşa xwe de karê xwe dike.”
Wek min li jor jî got, ez li dijî nivîsîna bi tirkî me, ez ji hemû kesên kurdîzan tim û tim daxwaza nivîsîna bi kurdî dikim. Û gava kesên kurdîzan bi tirkî nivîsînin ez rast nabînim û dibêjim ev ji karê bêtir, zirarê dide miletê kurd û asîmîlasyonê bi pêş dixe.
Lê min tu carî ji kesên bi tirkî dinivîsînin ra negotiye ”cahş û xayin” û min nedîtiye ku yekî din jî gotiye.
Aliyê din yê rexneya Taşçi, îdîeya ”Kurdên Iskandînavya xwedî gelek îmkana ne.”
Îdîeya ku kurdên li Îskandînayayê dijîn ”xwedî gelek îmkan in” ne rast e û ji bin da bêbingeh e.
Li Îskandînavyayê ji bo fêrbûna kurdî ji bo kesên mezin tu îmkanên taybetî, tu mekteb û dersxane tunene. Dewlet kesî fêrî axaftin û nivîsîna kurdî nake.
Mesela kurdên li Swêd bi saya xebat û cahdên xwe yên şexsî fêrî kurdî bûne. Ji ber ku xwestine li mala xwe fêr bûne. Kes neçûye qurs û mekteban, dewletê tu îmkanên madî nedaye tu kesî, ji kurdan ra tu mekteb venekiriye.
Li Tirkiyê û li hemû welatên Ewrûpayê ji bo fêrbûna kurdî çi îmkan hebin, li Îskandînavyayê jî eynî îmkan hene.
Loma jî îdîeya ”li welatên Îskandînavyayê kurd xwedî gelek îmkan in” ne rast e, texmîneke pir şaş e...
Li ku derê dibe bila bibe, kesê xwestiye, xwendin û nivîsîna kurdî fêr bûye…
Ma hemû nivîskar û şairên Kurdistana bakur qey li ”Oxforda kurdî” fêrî kurdî bûn, ya jî hatin li Îskandînavyayê fêr bûn?
Na, kesê xwest bi kurdî binivîse, fêr bû û nivîsî.
Ma Zana Farqînî, Arjen Arî, Berken Bereh, Samî Tan, Zekî Ozman û bi sedan kesên din qey bi ”îmkanên” Îskandînavyayê fêrî nivîsîna kurdî bûn?
Em hemû dizanin ku kesê bi kurdî zanibe, dema bixwaze dikane di nava rojekê da fêrî nivîsîna kurdî bibe.
Problem ne îmkan e, daxwaz e, hezkirin e, kesê bixwaze û ji nivîsîna bi kurdî hez bike ewê binivîse. Sebeb û argumentên din hemû qal û qîl in, bêbingeh û ne rast in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE