22 april 2013

Dibê meriv ji dîroka xwe dersê bigre



Di  rojên 27-28-ê nîsanê da hevalên me yên DDKD-î yên kevn li Diyarbekrê civîneke siyasî çêdikin. Armanca civînê i bo xwe organîzekirinê minaqeşeyeke siyasî, lêgerîneke siyasî ye.
Wek kadirekî DDKD-ê û partiya Pêşengê, hevalan ez jî vexwendime civînê. Ji bo vexwendina wan, ez spasî hevalên berpirsiyar dikim.
Min çend roj berê bersîva hevalan da û got şertên min yê beşdarbûna civînê tuneye. Lê wek hevalekî wan yê kevn bêguman dilê min bi wan ra ye.
Ez hêvî dikim ku di civînê da heval bi serkevin, bigihîjin netîceyekê û gaveke siyasî bavêjin.
Hevalên me yên ji tevgera Dr. Şivan û DDKD-ê tên, ev çend sal in çend caran teşebusên wiha kirin, hin platform û komele ava kirin. Û herî dawî jî salek berê komeleya DDKD ji nuh ve li çend bajaran ava kirin.
Lê nuha wisa xuyaye ku heval dixwazin partiyeke siyasî ava bikin, ji bo gaveke wiha di nava lêgerînekê da ne.
Ji xwe di hemû gav û hewildanên berê da jî nêta hevalan her ev bû; avakirina partiyeke siyasî.
Lê heta nuha biserneketin. Ez hêvî dikim ku di vê civînê da biserkevin û ji civînê biryara avakirina partiyekê derkeve.
Ji ber ku micadeleya siyasî û xebata ji bo azadiya kurd û Kurdistanê bi komelan nabe, ji bo karekî wiha partiyeke siyasî, programeke siyasî lazim e.
Min bala xwe da lîsteya navên ji bo civînê hatine vexwendin. Bi sedan nav hene, ez bawer dikim hevalan  ban hemû   DDKD-yiyên sax kirine. Di nava kesên hatine dawetkirin da hin kesên wiha hene ku berê hatine ceribandin, berê gelek caran bûne berpirsiyar û serok lê îmtihaneke pir xerab dane, di praktîkê da diyar bûye ku ew ne yên vî karî ne.
Ji van berpirsiyar û serokên berê yên hatine vexwendin, hinekên wan tevgerên pir mezin, partiya xwedî sedhezaran belavkirine.
Ji van serok, kadir û berpirsiyaran hinek çûne li mala xwe rûniştine, hinek ji siyasetê dûr ketine û hinekan jî dev ji îdîalên xwe yên siyasî ya Kurdistaneke azad û serbixwe berdane û çûne bûne aqilmendê dewletê.
Yanî ew endam, kadir û berpirsiyarên do di nava DDKD-ê û KÎP-ê da xwedî yek îdîalê, yek armanc û hedefa siyasî bûn, îro ji hev pir dûr ketine.
Ji bo gelek endam û berpirsiyarên DDKD-ê û partiya KÎP-ê yên berê parastina Kurdistaneke azad êdî xewn û xeyaleke vala ye û dibê kurd dev ji van xeyalên vala û fikra Kurdistaneke serbixwe berdin û hîn ”realîst” bin.
Yanî bi kurtî, em kesên do endamên komele û partiyekê bûn û xwediyê yek program û hedefê bûn, îro di warê fikrî û îdeolojîk da em ji hev pir dûr ketine.
Lê bi dîtina min problem ne mîqtar e, qalîte ye, yanî kesê ku kanibe serokatiya partiyeke kurd bike lazim e, şert û merc viya dixwazin.
Heger serokekî netewî, bi xwe bawer û xwedî îdeal û wîzyon hebe temam e, her tişt hel dibe, însan pir in.
Welatê me di bin îşxalê da ye û însanên ku li dijî vê îşxalê derkevin pir in, bi demê ra meriv xurt dibe û dibe hêzeke siyasî. Di orta salên 70-î da dema me jî dest pê kir em berê çend kes bûn, dû ra tevger mezin û xurt bû.
Loma jî îro problem ne hejmar e, serokekî ku kanibe pêşengiya vê merhelê bike û hedefa siyasî ye; ev hebin temam e. Yanî lîder û hedefa siyasî.
Û ji bo tiştekî wiha jî ne hewceyî vexwendina bi sedan însanî ye. Çend kesên bi xwe bawer û xwedî îdîal û wizyoneke kurd û Kurdistanî tên ba hev, partiya xwe ava dikin û dû ra jî dest bi xebatê dikin.
Ji xwe kesên berê partî çêkirin jî wiha kirin, yek derket ortê, destê xwe li sînga xwe xist û got ji bo azadiya kurd û  Kurdistanê  ”ez heme” û hêdî hêdî însan li dora fikrên xwe top kirin û dû ra jî partî danîn û dest bi xebat kirin.
Lê mixabin piştî şehadeta Dr. Şivan, li Kurdistana bakur di nava tevgera me da serokekî ku bikanîbûya pêşengiya tevgerê û milet bikira dernekt, hemû serokên me di nîvê rê da westiyan û ji micadelê baz dan.
Loma jî tevger û partiya ku heta salên 1980-î li Kurdistanê hêza herî xurt bû, wek berfa roj bide ser, hêdî hêdî heliya û dawiya dawî jê tiştek nema.
Çima? Ji ber ku tevger û partî di destê kesên ne ehil, ne jêhatî û jîr da bû. Şert û merc hatibûn guhertin û ew êdî ne kesên ku kanibûna siyaseteke li gorî wan şert û mercên nuh bimeşînin. Loma jî li ser koka partiyê rûniştin û belav kirin.
Heger heval dixwazin li Kurdistanê xurt bibin û di nava gel da bibin xwedî hêz, ku ev îmkan û valahî  îro heye, dibê dev ji van ”sîlehên xerabe” yên berê hatine ceribandin berdin û tu hêviyê ji wan nekin, ji dêlî wan, li kes û serokekî saxlem, serokekî ku bi fikrê xwe û bi dilê kurd be bibînin.
Û dibê ew kes jî ne bi zora hevalan, bi xwe talibê xebatê û micadelê be.
Û gotina dawî.
Bi dîtina min, ji bo çêkirina helawiyê, ard heye, rûn heye, şîr heye, şekir heye, tenê hoste kêm e. Heger hosteyekî baş jî were dîtin meriv dikane helawiyeke pir xweş çêbike.
Bi hêviya ku heval kanibin ”hosteyekî” baş bibînin û careke din  nexwazin ”sîlehên xerabe” biceribînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE