Ji Almanya nazî keşeyê bi navê Martîn Niemoller di rojaneyên xwe da wiha dinivîsîne:
"Berê sosyalîst top kirin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez ne sosyalîst bûm. Dû ra sendîkacî top kirin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez ne sendîkacî bûm. Dû ra cihû top kirin, min dengê xwe dernexist; ji ber ku ez ne cihû bûm. Dû ra hatin min bigrin, kesê ku ji bo min dengê derxista nemabû…"
Gelî tirkan, demokratan, dîndaran, sosyalîstan û hemû kesên ku ji xwe ra dibêjin em însan in; hûn nuha her êvar di malên xwe yên germ da, di nava zorokên xwe da di ekranên telewîzyonan da li girtinên qefle bi qefle siyasetmedarên kurd temaşe dikin û dengê xwe dernaxin. Lê ji bîr nekin ku weke keşe Martîn Niemoller, rojekê dikane dor were we jî.
Lê wê rojê kesê ku ji bo we jî deng bike ewê nemîne….
XXX
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar