Her însanek xwedî dilekî, her miletek jî xwedî zimanekî ye. Însanê dilê wî bisekine dimre, miletê zimanê xwe ji bîr bike qira(dawiya) wî tê.
Yanî weke însanê dilê wî rawestiyabe ew jî nikane bijî, dimre, di nava milet û kultureke din da dihele, wenda dibe.
Tiştê miletekî ji miletekî din cuda dike ziman e, dîn e û hin caran jî reng e. Tiştê me kurdan ji dijminên me digerîne ne dîn e û ne jî reng e, tenê ziman e.
Ziman, herçiqasî wasiteyeke jihevfêmkirinê be jî, lê di eynî wextê da di nabêna dema borî û pêşeroja miltan da wezîfeya pirake dîrokî û kulturî ye.
Bi riya zimên meriv serborî, edebiyat, dîrok û kultura xwe dewrî cîlên nuh dike.
Bi riya zimên mîrat û hemû berhemên miletekî yên kulturî ji mirin û wendabûnê xelas dibin û xwe digihînin cîlên nuh.
Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.
Li Rojhilata Navîn û li cîhanê di vî warî da numûne pir in, gelek miletan ji ber ku zimanên xwe wenda kirin dû ra ew jî wenda bûn.
Ji bo wê yekêye ji roja avabûna Komara Tirkiyê û virda ye tirk dixwazin kurdan asîmîle bikin. Dema kurd jî weke miletên din asîmîle bibin yanî zimanê xwe wenda bikin û tirkî bibe zimanê wan yê dayikê, wê demê kurdê jî weke hemû miletên din bihelin û bibin tirk.
Loma jî heger em naxwazin bibin tirk, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi rengekî xurt dewrî cîlên pêşerojê bikin.
Fikir ruhê zimên e, fikir şikil dide zimnên û wî bi pêş dixe, dewlemend Cîhana însan, hestên însan bi zimên şikil digre. Meriv fikrê xwe, dilşadî û xemgîniya, hezkirin û nefreta xwe bi zimên îfade dike, dide der.
Heger zimanê miletekî dewlemnd be li gorî wê, kultur jî dewlemnd dibe. Çimkî medeniyeteke pêşketî ancax bi zimanekî dewlemend mimkûn e.
“Ziman him dil û him jî hafizaya miletekî ye. Dibê neyê jibîrkirin ku yê dilê wî rawest dimre û yê hafiza xwe wenda bike dîn dibe.”
Di dîrokê da kîjan miletî zimanê xwe jibîrkiribe, ew milet ji ruyê erdê wenda bûye.
Lê miletên ku zimanên xwe ji bîr nekiribin herçiqas hatibin qetilkirin, zor û zulm dîtibin û marûzî surgûnan bûbin jî dawiya dawî rojeke hatiye gihîştine azadiya xwe. Loma jî ziman sîgorteya her miletî ye. Miletê bêyî vê sîgortaya zimên mahkûmê wendabûnê ye.
Em kurdên bakur îro di demeke dîrokî ya pir krîtîk da dijîn, weke mielt berdewamiya hebûna me ketiye xeterê. Li hemberî vê tahlûkeyê çeka me ya herî mezin zimanê me ye.
Loma jî dibê em kurd ji zimanê xwe pir hez bikin û biparêzin, pê bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.
Zimanê me pêşeroja me ye. Roja ku em zimanê xwe wenda bikin weke milet emê jî ji ruyê vê cîhanê wenda bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar