Do jî rojeke wiha bû.
Dr. Salih Ozgokçe û M. Ece, mala wan ava ev 3-4 roj in ku li Stockholmê ne. Bi xêra wan ez jî hin dost û hevalan dibînim.
Ne xêra minasebetên wiha, ya jî şîn û şahiyan be li Swêd zû bi zû kes kesî nabîne.
Do êvarî Dr. Salih, M. Ece û em çend hevalên din, em mîvanê Qudbedîn Aliş bûn.
Ji dêlî ku piştî kar ez bi wan kuçe û kolanên herêma Huddîngeyê biketama û li mala Qutbedîn bigeriyama, mala wî ava, camêr bi erebeya xwe hat ber deriyê ciyê karê min û got, fermo û ez weke mîran birim mal.
Di ser da do şansê me hebû baran jî nebarî û loma jî em hetanî derengê şevê li terasê rûniştin û me him têr goştê biraştî xwar û him jî têr araqî û vîskî bi ser xwe da kir.
Dibêjin heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne, yê me Şivancî û DDKD-liyan jî eynî mesele ye.
Qey loma ye hevalên dibêjin, DDKD naqede....
Hercara ku em tên ba hev, em tim qala serboriyên xwe, qala rojên berê, dema ku em li Kurdistanê xurt bûn, xwedî nav û deng û bi heybet bûn dikin.
Hercara ku em tên ba hev, em tim qala serboriyên xwe, qala rojên berê, dema ku em li Kurdistanê xurt bûn, xwedî nav û deng û bi heybet bûn dikin.
Me do êvarî jî eynî tradisyona xwe domand, Kerem “dilê xwe vekir”, hemû kulên bi salan ketibûn ser hev royî ser sifrê kir.
Qutbedîn, dest bi gazinan kir û çend gome avêt ji çend hevalan da...
Vîldan, hin gazin qebûl kirin û hin rexne lê zêde kir.
Faris got ez îşev napeyivim..
Faris got ez îşev napeyivim..
Keya got, haziriyên me ne li gorî îdîayên me bûn û çîrok eynîye, tiştên do bûn îro berdewam in.
Dr. Salih qala hin trajediyan û zulma zindana Amdê kir.
Eyûb, hinekî xwe parast lê “sûc” û berpirsiyariyên xwe qebûl kir.
Riza, camêr nexwest xwe bi kesî ra bike mêrikê xerab û loma jî sînga xwe ji tîrên rexneyan neda alî, got çi di dilê we da heye bibêjin...
Min got, weleh qet sûcê kesî jî tuneye, ji destê kê çi hat kir, lê hukmê me ev bû, dem û şert guherî bûn û me nikanîbû li gorî van şert û mercên nuh xwe tenzîm bikira û siyaset û xebeteke li gorî wê bikira. Yanî demê êdî em derbas kirirbûn, serok û serokatiya me ne ew kes bûn ku bikanîbûna li gorî van şertên nuh têkoşîn bidomandana û loma jî em bela bûn.
Li ser van dîtinan em hinekî germ bûn û em ketin gewriya hev.
Di vê nabênê da M. Ece mala wî ava, camêr ket nabênê û çîrokeke pir xweş ji me ra got:
Got, yekî burokî(ji eşîra burokuyan) berî mirina xwe rabû ji xwe ra kefenek kirî û li xaniyê tenûr têda bi darda kir û got ev kefenê min ewê li vir bi darda be, roja ku ez mirim hûnê vî kefenî di min werdin û mibi vî kefenî têxin gorê.
Milet herçiqas îtîraz kir, got kuro ewê qilêr bibe, nabe lê wî di ya xwe da israr kir û kefenê xwe li wir bi dardakirî hîşt.
Piştî çend salan, rojekê mêrikê burokî mir. Xizm û zarokên wî rabûn temiya wî bicî anîn û bi rastî jî ew xistin nava wî kefenê kevn, qilêrî û ji dû dixanê reş bûyî...
Dema Ezraîl çû ser û dest bi pirsên xwe kir, tu kî yî, çi yî, te çi kiriye, çi nekiriye, yanî dest bi îfadegirtinê û lêpirsînê(soruşturmayê)kir, yê burokî kefenê xwe yê kevn, qilêrî û rizyayî nîşanî Ezraîl da û got:
-Ezbenî ma tu nabînî êdî kefen rizyaye, ma êdî hiş ma, hal ma, dev ji van pirsên xwe berde û ji xwe ra qala tiştekî din bike....
Û dû ra jî got, hevalno, yê me jî bûye ev mesele, dev ji van çîrokan berdin, ji xwe ra qala tiştekî din bikin, çimkî êdî kefen rizyaye...
Li ser vê, em hemû keniyan û me got, bavo weleh tu rast dibêjî, salan kefen rizandiye, êdî ev minaqeşeyên me bêmane ne…
Bi kurtî me bi do êvarî dost û hevalan ra şevbêrkeke pir xweş derbas kir.
Mala Qutbedîn, û xanima wî ava be, ziyafeteke baş dan me, goştê Qutbedîn ne têda hertişt xweş bû. Hemû mezeyên ku xanima wî çêkiribûn meriv tiliyên xwe pê ra bixwara...
Lê ji şansê min ra Qutbedîn goştê dewêr kirîbû, yê milet ne xema wan bû, ji ber ku diranê herkesî weke şûran e, lê yê min di vî temenê xwe yê xort da dev li min kox bûye û ez bêdiran meme, loma jî min ji goşt tu tiştek fêm nekir...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar