08 januari 2011

Li xerîbîstanê meriv bi mirina hev jî nahese

Li xerîbîstanê kesên xerîb di destpêkê da weke koran bi destê hev digrin, ji hev naqetin, li hin ciyan li hev kom dibin, diçin eynî cî û eynî qahwexaneyan.
Ji eynî dikanan kincan dikirin.
Komele tim tije ne…
Ji ber ku hîn ziman nizanin, hîn derekê nas nakin, hîn ne xwedî kar in lom jî pir li hev dipirsin, ji hev ra dibin alîkar, tim haya wan ji hev heye.
Dizanin kî çi dike, kî hat, kî çû, kî mir, kî ma…
Lê bi salan ra, piştî ku meriv dibe xwedî kar, xwedî zarok, êdî meriv ji ber hev da dike, êdî wek nokê ku tu li tahtê xî, her yek bi derekê da dipengize.
Êdî weke berê meriv her roj li hev napirse, meriv her roj hev û du nabîne, meriv ji hev dûr dikeve, meriv nizane kî sax e, kî miriye?
Îro danê nîvro Mamoste telefon kir, got Zinar tu çi dikî?
Min got weleh ez do bi şev pir dereng raketim, nuh ji xew rabûme hîn nu xurîniya xwe dikim.
Got tu zanî, diya filan hevalî meh û nîvek berê çûye rahmetê, lê min hîn nuh bihîst. Ma te bihîstibû?
Min got weleh min jî nebihîstibû.
Welhasil, got were bajêr, ez, tu û hevalekî din emê bi hev ra herin sersaxiyê.
Ez serê we neêşînim, min lêxist ez çûm bajêr, em bi hev ra çûn ba wî hevalî.
Me got, heyran weleh li qusûra me nenêre, me nuh bihîst.
Me çû hevalekî din jî ji mal anî wir, em heta danê êvarî li aşxaneya wî rûniştin, me ji xwe ra sohbet kir.
Ez nuh hatim malê.
Loma jî min pê ra negîhand li hal û hewalê kurdan û tikan binêrim, bê hela ka îro çi heye, çi tuneye...
De îcar heger berê bûye, di eynî rojê da me yê bibihîsta û emê qefle bi qefle biçûyana.
Lê nuha piştî meh û nîvekê em dibihîzin diya hevalekî me miriye.
Bawer bikin carnan jî em qet nabihîzin, di se ra sal derbas dibin...
Li xerîbiyê wiha ye, şertê meriv her roj hevûdu bibîne, tim ji hevûdu haydar be tuneye.
Her kes li mala xwe, di qalikê xwe da ye.
Berê li Swêd jiyana komaelayetiyê pir aktîv bû, meriv bi riya komeleyan tim hevûdu didît, lê nuha ew jî nemaye.
Ji dêlî wê, em ya li nexweşxaneyan ya jî di şînan da hevûdu dibînin.
Yanî êdî em ji dema komeleyan, meş û çalakiyan, grevên birçîbûnê, belavkirina belavokan derbasî ”qonaxa” serdanên nexweşan û çûna şînan bûne…
Bi dîtina min jiyan jî, mirin jî û mayin jî li Kurdistanê, li welatê meriv xweştir e û weselam…
Ji xwe loma jî Eyşe Şana gorrbuşit jî bi wî dengê xwe yê zengilî gotiye, mirin pir xwe xweş e keko qurban li cem ezîzê, dilo qurban li cem ezîzî, mirin pir xweş e keko qurban li Kurdistanê, li bin dara gûzê, dilo qurban li bin dara gûzê…
Gelî dost û hevalan, weleh îşev ji min hew tê, ez dikim nakim, nikanim xwe li ser kursiyê zêde ragirim.
Îşev dîsa bêxwediya piştî hinekî zor daye min.
Ez nizanim ev êşa piştê çi ji min dixwaze, çima hatiye bela xwe di min dide?
Di nava kurdan da bi hezaran merivên bêkir, beradayî, ne ji defê ra dibin, ne jî ji zurnê ra, naçe nakeve pişta wan, wan biçikî nake, tim tê bela xwe di min dide...
Yanî carê ji kurdan ra xerab hatiye....
Hinek pişta wan diêşe, hinek zû dimrin...
Û yên bêkir û sil jî weke dîkên sipî, li ser sergoyê dijmin wer qîqeqî wan e, bi şev û roj azan didin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE