06 december 2010

Çend gotin li ser "cît-coma Cîran Cîranê"

Ev demeke di kanala TRT6-ê da rêzefîlmekî kurdî ”Cîran Cîran”ê dest pê kiriye. Belkî ne hemû, lê heta ji min hatiye min hewil daye ku her êvara duşemê lê temaşe bikim û di heqê qalîteya wê da bigihîjim qenaetekê.
Di Destpêkê da TRT6 baş bû, belkî hinekî jî ji ber meraqê me lê temaşe dikir, lê her ku çû qalîte ket û tirkî lê zêde bû, loma jî êdî em carnan bala xwe didin programan, lê em kêm lê temaşe dikin.
Lê bidestpêkirina fîlmê ”Cîran Cîranê” ra, me dîsa dest bi temaşekirinê kir.
Ji roja TRT6 ava bûye û virda ye ev cara pêşî ye ku bêyî programên muzîkî tiştekî xweş ku meriv dikane lê temaşe bike tê weşandin.
Bi taybetî jî kêfa xanima min pir ji Cîran Cîranê ra tê û her êvara duşemiyê lê temaşe dike.
Di telewîzyonên kurdî tiştekî nuh e, bi zimanekî mîzahî, sivik û paqij û gelerî qala gelşên rojane yên du kulturên cuda dike.
Komediyeke pir xweş e, dikane xweştir bibe.
Qerekterên cuda, yên ku meriv jê hez bike, jê hez neke, jê nefret bike, dilê meriv pê bişewite, gunehê meriv pê were tê da hene.
Ev yek jî dibe sebebê ku gelek grûbên cûr be cûr, bi taybetî jî jin xwe di fîlm da bibînin û loma jî pê va werin girêdan.
Hebûna zarokan jî ne fikrekî xerab e, belkî bi vî rengî zarokên kurd jî bikanibin bi dê û bavên xwe ra lê temaşe bikin û bi vê riyê fêrî kurdî bibin.
Ji ber ku kurdiya hemû zarokan jî pir û pir baş e.
Ez bi xwe dê û bavên wan zarokan ji dil û can pîroz dikim.
Ji ber ku ev destpêk e û lîstikvan jî hemû ne xwediyên perewede û tecrûbeyên salan e, loma jî hin beş serkeftî û hin beş jî zêde ne serkeftî ne.
Mesela beşa îşev pir xweş û serkeftî bû.
Lîstikvan jî hêdî hêdî baştir dibin, rolên xwe hezm dikin û rehet dilîzin. Lê di nava hemûyan da Pîrê, Şêxo, xanima Şêxo û lawikê biçûk Koçer mikemel in, pir xweş dilîzin.
Gotinên Pîrê, Şêxo û Koçer û kurdiya wan ya paqij xweşikî û şîrîniyeke mezin dide fîlm û bala însanan celb dike û bi xwe ve girê dide.
Ev tiştekî baş e, di her fîlmî da hin qerekter wiha derdikevin pêş û rola mîknatîz dilîzin.
Heta vira min aliyê Cîran Cîran yê baş got û pesnê wê da.
Lê di du nuxteyan da ez rexne li Cîran Cîranê digrim û tiştê tê pêşkêşkirin şaş dibînim.
Yek jê, gavûsaetê tirkîaxftina lawê berber Zinar e, ewê ku li kafeteryayê dixebite.
Zinar, rola xortekî hinekî qebe, lûmpen û pir bi heyecan dilîze, zû tê heyecanê û zû diqehere.
Lê gelekê caran ji dêlî ku bi kurdî bipeyive, bi tirkî gotinên argo bikar tîne, bi tirkiya Diyarbekrê xeberan dide, gotinmotinan dibêje.
Ev ne rast e, çima tirkî?
Qebedayî û pêxwasên ku bi kurdî dipeyivin, bi kurdî xeberan didin, bi kurdî nav û nîçokan li hev dikin jî hene, dibê ew jî bi kurdî bipeyive.
Her kesê li Cîran Cîranê temaşe dike bi tirkî nizan e, bi milyonan jin û gundiyên kurd bi tirkî nizanin, xanima min, zarokên min bi tirkî niznanin.
Li Ewrûpayê bi sedhezaran kurd bi tirkî nizanin.
Esas zanibin jî bikaranîna hewqas gotinên tirkî ne rast e, her kes ne diyarbekrî ye….
Dema Zinar gotinên argo yên bi kurdî bikarbîne, bi kurdî pêxwasî û qebedayîtiyê bike, ev beşê zimanê kurdî jî ewê derkeve pêş û belav bibe.
Ew jî xizmetek e.
Nuxteya din ya ku ez pir şaş dibînim ji vê jî girantir e û cidîtir e.
Ew jî rola Koçer e…
Koçer, bi pera ji Pîrê ra paşgotiniyê û îspîyoncîtiyê dike. Di heqê hin cîrananên bînayê da ji Pîrê ra paşgotiniya wan dike û dûra jî peran jê dixwaze û Pîrê jî didê.
Ev ne rast e û tiştekî pir xerab e.
Paşgotinî, îspiyoncîtî û bertîl karekî pir xerab e, dibê meriv roleke wiha xerab nede zarokekî wisa biçûk û vê rolê jî weke tiştekî normal, weke henek pêşkêşî zarokan neke.
Dibê ev kar, ev exlaq, ev têkilî yanî paşgotinî û fesadiya bi bertîlan ji bal zarokekî ve weke marîfet û meziyeteke baş neyê dîtin.
Gava zarok bibînin ku însan bi fêsadiyê, bi paşgotiniyê dikenin, kêfa wan jê ra tê û heta weke meziyeteke baş dibînin, pir hindik ewê jî ji vê şêla pozîtîv muteesîr bibin û bixwazin texlît bibikin. Netîce, axir komedî be jî dibê meriv roleke wiha ne baş nede zarokekî wiha boçûk, ev qarekter bandoreke xerab li ser zarokan dihêle….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE